Kurdistan di lîstikên navçeyê de

15:25 - 20 Gulan 2015
Unknown Author
Arif Qurbanî
 
Xalên hevpar di navbera Îran, Tirkiyê, Iraq û Sûriyê de pirr in. Her çar jî dewletên îslamî ne. Her yek ji van dewletan parçeyekî berfireh ji axa Kurdistanê dagîr kiriye. Di berjewendiya wan de ye ku kurd nikaribin serê xwe hildin. 

Çimkî ev dewlet di wê baweriyê de bûn ku eger li parçeyekî Kurdistanê tevgera azadîxwaz a kurdî geş bibe, dê bibe sedemê geşbûna tevgera kurdatiyê li parçeyên din jî. Lewma bi dirêjiya dora sed salên borî yên piştî Peymana Sykes–Pikotê, hevkariyeke berçav di navbera dagîrkerên Kurdistanê de hebû bi mebesta lêxistina kurdên parçeyên cuda cuda yên Kurdistanê. 

Di dîrokê de gellek mînak hene ku nîşan didin çawa van dewletan pirsgirêkên xwe yên bi hev re danîne aliyekî û li dijî gelê kurd bûne yek û helwesta xwe kirine yek. 

Piştî şerê Îran û Iraqê ku heşt salan dom kir, piştî nakokiyên Iraq û Sûriyê, piştî pêwendiyeke sar a Tirkiyê bi Îran û Sûriyê re; dema serhildana 1991 hat kirin û yekem hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hat kirin û yekem ezmûna desthilatdariya kurdî pêkhat; me dît li ser asta wezîrên derve yên welatên cîran ku welatên dagîrkerên Kurdistanê ne, her sal bêhtirî carekê civînên taybet li ser Başûrê Kurdistanê dihatin sazkirin bi armanca girtina rê li ber pêşveçûna tecrûbeya Başûrê Kurdistanê. Herwiha me dît dema şerê xwebixwe yê kurdên Başûr derket, wek levakirina rolan di navbera xwe de çawa her carê alîkariya aliyekî dikirin da şer germ û gurtir bibe. 

Berjewendiyên hevpar yên van her çar dewletan hene. Herwiha bi dîtina wan dijminekî wan yê hevpar jî heye. Lê ji xêra kurdan re bû ku du ji wan sunî ne û du şîe ne. Çimkî ev xaleke bihêz bû ku hertim nakokiyên van dewletan hebin û zêde bibin. Kurdan karibû sûd ji nakokiyên wan werbigirin û statûya xwe baştir bikin.

Wek mînak, li Herêma Kurdistanê di dema destpêkirina şoreşê de kurdan sûd ji piştevaniya Îranê li dijî hikûmeta Iraqê wergirt. Herwiha sûdeke mezin ji hevkariya Sûriyê li dijî Iraqê wergirtin. Tevî ku Iraq û Sûriyê herdu jî ereb bûn û rêjîma Beisê li herdu welatan desthilatdar bû, lê nakokiya mezhebî çimkî Sûriyê şîe bû û Iraq sunî bû, alîkar bû ku kurd li Iraqê sûd ji van nakokiyan werbigirin û statûya xwe li Başûrê Kurdistanê bihêz bikin. 

Li Rojhilatê Kurdistanê jî tevgera kurdî karibû sûd ji nakokiyên Iraq û Îranê wergire û piştevaniya hikûmeta Iraqê bidest bixe. Di dema zêdebûna nakokiyên Iraq û Îranê de, hikûmeta Iraqê piştevaniya tevgera azadîxwaz a kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir û wek alaveke zextê li dijî Îranê bikar anî. 

Dema kêşeyên van dewletan ber bi çareseriyê diherin an kurd li parçeyekî Kurdistanê geş dibin, ev dewlet hewl didin nakokiyên xwe bidin aliyekî bo lêxistina tevgera kurdî. Şoreşa Îlonê û helwesta Îranê mînaka herî berçav û xuya ye. Lê dîsa jî, nakokiyên wan yên stratejî têra wê yekê derfetê dihêlin ku kurd jî wek lîstikkerekî li navçeyê sûd jê wergire. 

Ji damezrandina wê û heta niha, Îran û Sûriyê alîkariya PKKê dikin. Çimkî Tirkiyê welatekî sunî ye. Lê Iraqê alîkariya kurdên Bakur li dijî Tirkiyê nekir. Ango herdu dewletên sunî li navçeyê, Iraq û Tirkiyê, piştevaniya kurdên Îran û Sûriyê kirin. Îran û Sûriyê jî piştevaniya kurdên Iraq û Tirkiyê li dijî hikûmetên wan dewletan kirin!

Ev her çar dewlet dijmin û dagîrkerên Kurdistanê ne. Kurdistan parçe bûbû û kurd li çar welatan belav bûbûn, lê dîrokê kurd neçar kirin ku bibin beşek ji hevrikî û lîstikên navçeyê. Çimkî ev hevrikî û terazû bûbûn çavkaniya enerjî û berdewamiya şoreşên kurdan. Lewma gellek caran danîna têkilî û hevpeymaniyan bi welatekî dagîrkerê parçeyekî Kurdistanê re wek xayîntî nedihat dîtin û rewa bû! 

Heta beriya ketina Sedam Hisên jî parvekirin bi vî terhî bû. Lê piştî ketina Sedam terazûya navçeyê guherî. Divê kurd jî senger û çepergehên xwe di vê hevkêşeya nû de biguherînin. Çimkî divê êdî PDK (Îran) û Komele li bendê nemînin ku Bexda piştevaniya wan li dijî Tehranê bike. Divê qenc zanibin ku niha Bexda wan wek neyar dibîne, çimkî ew dijminên Tehranê ne û niha Bexda û Tehran xwediyê eynî stratejiyê ne. 

Herêma Kurdistanê jî nabe li benda piştevaniya Şam û Tehranê bimîne bi armanca lawazkirina Bexdayê. Berovajî vê yekê, niha êdî Şam û Tehran bi armanca lawazkirina kurdan li Herêma Kurdistanê, piştevaniya Bexdayê dikin.

Eger em li destpêka vê hevkêşeyê û heta ketina Sedam binerin, herî zêde Tirkiyê hevahengî û piştevaniya Iraqê li dijî kurdên Başûrê Kurdistanê dikir. Lê ji ketina Sedam û vir ve, hevkêşe diguhere û Tirkiyê dikeve çepereke din ku kurd dikarin sûd jê wergirin.

Vêga hevkêşeya navçeyê guheriye. Berê eger du dewlet ji wan sunî bûn û du şiî bûn, vêga sê dewlet ji wan şiî ne û dewletek sunî ye. Li Rojhilat, Başûr û Rojava kurd ji niha û pê de neyarên yek desthilatê ne ku şîe ye. Nabe li van hersê parçeyên Kurdistanê bendewariya piştgirî û dostaniya van hersê dewletan bê kirin. Lê ev sê dewlet dibin piştgirên herî mezin yên PKKê li dijî Tirkiyê. 

Kurdên van hersê parçeyan neçar in sûdê ji Tirkiyê wergirin, çimkî Tirkiyê niha yekane neyarê van hersê dewletan e li seranserê navçeyê. Ev rastiya nakokiyên siberojê ye. 

Gelo hemû siyasetvanên her çar parçeyên Kurdistanê vê terazûya nû dibînin û têdigihin? Eger em bi hûrbînî vê qonaxê fam bikin, derfeta guherînên mezin li pêşiya me ye. Lê eger em hevkêşeya nû fam nekin, bêguman divê em li benda têkçûna hemû şoreşên xwe bin!  
     
Nîşe: Ew nivîs nerîna nivîskare û ajansa Kurdpa lê berpirs nîne