Kurdekî Sineyî ê tevlî DAÎŞ`ê bûyî hat kuştin

14:20 - 1 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Hemwelatiyekî Kurd li Sineya rojhilatê Kurdistanê ku bi armanca lidarxistina çalakiyên leşkerî, tevlî girûpa radîkal a DAÎŞ`ê bibû, di encama operasyonekî de( qaşoyî hêzên Kurdî li Suriyê), hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ciwanekî Kurd li gundê “Asawle” ê ser bi beşa navendî a bajarê Sine ku di nava girûpa çekdar a DAÎŞ`ê de çalakî dikirin, di encama şer û pevçûnekî de li gel hêzên Kurdî yên dijberî vê girûpa tundrew, hat kuştin.

Çavkaniyeke agah nasnameya wî welatiyê Kurd ê DAÎŞî “Mihemedî” ragihandiye ku beriya niha bi çend rojan li Suriyê hatibû kuştin.

Hêjayî gotinê ye, heman çavkaniyê tevî piştrastkirina mirina Kurdê DAÎŞî ê navbirî, diyarkiriye ku pêştir wî bi awayekî berdewam hatin û çûyîna Îran û Suriyê dikir û bi tu astengiyan re rû bi rû nedibû.

Bi derbasbûna nêzî du salan bi ser temenê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê(DAÎŞ) re, heya niha hejmarek berçav ji welatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê tevlî wê girûpê bûne û hejmarek ji wan jî hatine kuştin.

Du hefteyan berê niha jî, rûpelên Facbookî ên ser bi DAÎŞ ragihandibûn : balafirên Koalîsyonê hemwelatiyekî DAÎŞî ê Mahabadî ê bi navê Mihemed Emîn Îbrahîm tune kirine.(kuştine)

Gorî amarên berdest, heya niha zêdeyî 100 kurdên çûnî nava DAÎŞ`ê, bi awayên cur bi cur revîne, tê payîn 200 kes ji wan jî hatibin kuştin ku tenê ragihandinên girêdayî DAÎŞ, kuştina 90 kes ji wan kesane piştrast kiriye.

Pêştir jî Rêxistina Siya a Amerîkayê belav kiribû: DAÎŞ`ê zêdeyî 20 hezar endamên wê hene ku piraniya wan ji Suriyê û Îraqê tevlî wê girûpê bûne.