Kurdekî Mahabadî yê endamê DAÎŞ`ê hat kuştin

16:43 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Mahabadî yê rojhilatê Kurdistanê ku jêr navê Cîhad û Xeza tevlî rêxistina tundrew a DAÎŞ`ê bibû, di operasyoneke qaşoyî Kurdan de hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rûniştvanekî Mahabada rojhilatê Kurdistanê yê bi navê “Mihemed Emîn Îbrahîm” ku ew demek bû tevlî rêxistina terorîstî a DAÎŞ bibû, beriya niha bi çend rojan di şer û pevçûnekî ligel hêzên Kurdî de hat kuştin.

Rûpelên Facbookî ên girêdayî Dewleta Îslamiî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) jî vê derbareyê de belav kirine ku ew welatiyê Kurd ê Mahabadî, di encama bomeberdimana firokeyên koalîsyonê de hatiye kuştin.

Li aliyê din hatiye ragihandin: Beriya niha bi 6 mehan zêdeyî 15 rûniştvanên Nexedeya rojhilatê Kurdistanê (jêr navê Cîhad) kuçberî Îraqê bûne û tevlî DAÎŞ`ê dij bi Kurdan şer dikin.

Hêjayî gotinê ye, di demekê de ku endamên rêxistina DAÎŞ li mizgeft û bajarên rojhilatê Kurdistan bi awayekî eşkere endamgîrî dikin, hikûmet û melayên olî tu berkê ji xwe nîşan nadin. Herwiha ew ji hember wan çalakiyên terorîstî, nabin asteng.

Bi gotina çalakvanên siyasî û kesên agahdar bi Îslama Siyasî, Îran li aliyekî (bi şekil) îdiaya şerê DAÎŞ dike, ji aliyê din ve, DAÎŞ`ê perwerde dike û biyav (zemîne) a tevlîbûna ciwanan bi nav vê rêxistinê amade dike.

Muxtar Hûşmend, çalakvanê siyasî yê Kurd û pispor li ser Îslama Siyasî, bi piştigiriya ragihandinên girêdayî DAÎŞ, hejmara Kurdên Rojhilat ku heya niha tevlî wê rêxistinê bûne, zêdeyî100 kesî îlan kiriye.

Muxtar Hûşmend amaje bi vê yekê jî kiriye: Gorî amarên ku ji destpêka avakirina Xelafeta Îslamî heya niha hatinî weşandin, nêzî 700 ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çûne nava DAÎŞ`ê. Piraniya wan di 6 mehên destpêkê jêr navê Cîhad (Xeza) ber bi Sûriye û Îraqê ve çûne û tevlî wê rêxistinê bûne. Hejmarek jî beriya êrîşa DAÎŞ bo ser Herêma Kurdistanê, ji rêya Başûr çûbûne nav wê rêxistinê, piştre jî piraniya hatin û çûyîna Kurdên Rojhilat bo nav DAÎŞ, ji rêya Tirkiye û Îraqê ve hatiye encam dan.

Her wiha ji zarê Muxtar Hûşmend ve hatiye ragihandin ku gelek Kurdên ku tevlî DAÎŞ`ê bûnî, bi awayên cur bi cur ji wê rêxistinê cuda bûne. Mimkin e 200 kes jî hatibin kuştin, lê heya niha tenê kuştina 91 kesî hatiye piştrast kirin.

Girûpa “Dewleta Îslamî”(DAÎŞ), yek jî radîkal û tundrewterîn girûpên Îslamî li Rojhilata Navîn tê hesibandin. Ew rêxistin bi armanca guherandina xerîteya vê herêmê, operasyonên kuştin û qirkirinê lidar dixe.

Li halê hazir, bi qasî panahiya welatê Belçîka, bi berferehiya 90 hezar (km) li xaka Îraq û Sûriye, bin desthilata DAÎŞ`ê deye. Herêma ku ew rêxisin (bi darê zorê) birêve dibe, nêzî 8 milyon rûniştvanên wê hene.