Kurd û Xurasan 1

16:06 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013
Unknown Author
kakşar Oremar

Çaxê ku li ser kurdên di nava sînorên Îranê yên îro de beş tê kirin, zanyariyên ku li ser kurdên Xurasanê tên dayîn, pir kêm in. Di vê nivîsê de ez ê bixebitim ku babeteke wiha bi dane û berfirehtir bikeve ber çavên xwendevanên hêja.

Dema navê kurdên Xurasanê tê bihîstin pê re peyvên mîna; sefewî, emarlo, osmanî, şer, qehreman, koçberî, dûriya ji axa welat, dutar û stran, şêre jin û zilamên qehreman, xerîbî, şervanî û hwd jî tên bihîstin. Ew hê jî bi navê ‘Kurdistan’ê sondê dixwin. Hê jî bi zimanê xwe yê şirîn diaxivin, distirin û ji bakurê Îranê xwe digihînin çiyayên Qendîl û Zagrosan ku piştî 400 salan careke din vegerin ser wê axa ku şah û hakimên zordar bi darê zorê û ji bo meremên xwe yên siyasî ew neçarî koçê kirine. Şahên Îranê li gor daxwazên xwe carna kurd li dijî hev, carna
li dijî komên din û carna jî li dijî dijminên serxwebûna Îranê bi kar anîne.

Ew kuştine û dane kuştin lê bi awayekî fêrmî tu mafek ji wan re nas nekirine. Trajediyên kêmdîtî ne tenê li Kurdistanê belkî bêtir ji wê li dijî kurdên Xurasanê pêk anîne. Bi awayekî ku meleyên îro yên ‘komara teror û wehşetê’ jî li ser pişaftina ziman û hemû taybetmendiyên kurdên bakurê Îranê di hewldanên bê rawestan de ne.
 
Çima Kurmanc?

Ji Kurdên bakurê Îranê yan jî wilayeta Xurasanê re ku niha di nava sê wilayetên( Xurasanê Şomalî, Gulsitan û Xurasanê Rezevî) de hatine parve kirin, kurmanc tê gotin. Kurmanc bi wateya xwe hemen ‘Kurd’ e û ‘Man’ jî navê xwe ji qebîleyeke Medan digire ku wekî ‘Mannay an jî Manayî’ di dîrokê de qewmekî naskirî ne. Mannî di sedsala 9’ê beriya zayînê de li Zagrosan xwedî desthilatdarî û di dema çêbûna ‘Împeratoriya Medan’ de bi wan re bûne yek ku piştre herêm û erdên bin desthilatdariya xwe berfirehtir kirin.
 
Êrîşa erebên misilman

Tê zanîn ku piştî êrîşa erebên misilman bo ser Îranê, Împeratoriya Sasaniyan têk çû. Wan bi hinceta belavkirina ola îslamê kuştin û şewitandin ji xwe re helal dizanîn. Li pey wê jî bi qasî nehsed salan serxwebûna Îranê ji destê Îraniyan derket. Ereban xwe gihandin her dera Îranê û di sedsala yekê ya desthilatdariyê de xwe gihandin sînorên Îranê yên bakur û rojhilat. Êdî sînorên Îranê hatin şikestin û rewşeke wiha bi sedan salan berdewam bû. Karekî wiha derfetek ji tirk, ozbek û efganan re afirand ku bi rihetî ji sînorên Îranê derbas bibin û bikevin nava axa Xurasanê. Karê wan talan, kuştin û bac standin ji xelkê xwecih bû. Wiha bû ku hikûmetên tirkên Xeznewî, Selçûqî û Megolan yek li pey ya din êrîşê Îranê kirin. Wêraniyên ku Tîmurleng(1336-1405 zayînî), tirkên Karakoyunlu û Akkoyunlu li dijî neteweyên di çarçoveya sînorên Îranê de çêkirine, wekî çîrokên tije hovîtî hê jî ji bîra dîrokê neçûne. Riyeke wiha erebên misilman ji wan re vekirin û piştre bi xwe jî ketin dafika wan û welatên wan hatin dagir, talan û wêrankirin. Li pey nêzî nehsed salan kesek bi navê Îsmalîl Sefewî ku bi eslê xwe kurd e, dest bi komkirina hêzê kir û Sefewiyan dîsa bingeha serxwebûna Îranê ji nû ve avêtin. Li ser kurd an jî tirkbûna Sefewiyan heya niha jî di navbera dîroknivîsên kurd, tirk û îranî de muna qeşeyek germ heye. Nivîskar û dîrokzanên mîna Kelîmulah Tewehudî, Sefewi yan wekî kurd bi nav dikin, lê hinek lêkolînerên tirk jî vê yekê napejirînin. Şah Îsmaîlê Sefewî ji hêlekê ve ji bo parastina çand û zimanê farsî û ji hêla din ve jî ji bo parastina çarçoveya sînorên Îraneke serbixwe “şîtî” wekî mezhebê fermî yê Îranê li her derê belav kir. Bi karekî wiha re wî li hemberî Împeratoriya Osmanî û siyaseta pişaftinê ya ku ereban bi riya ola îslamê di nava îraniyan da dabûn destpêkirin, li Îranê wekî zemanetekê ji bo yekitiya neteweyî û şerê li dijî dagirkeran bi kar anî... (Dê bidome)