Kurd şorişa Xumênî a1979’an çavan dinirxînin+ Hevpeyvîn

13:11 - 11 Şibat 2015
Herî kêm 34 sal têkoşîn û xebat dij bi hikûmeta Pehlewî li dîroka Kurdistanê de hatiye tomar kirin. heya 2 sal pêş bûyere “Siyahkel” 1969-1970’an (1346 -1347’an a Rojî) Kurdan şorişeke çekdarî hember hikûmeta Mihemmed riza Pehlevî jî lidar xistin.

Xwestekên kurdistaniyan beriya şorişa Xumênî a sala 1979’an, zaten neteweyî û di çarçoveya welat parêziye de bûn ku heya serketina şorşa gelên Îranê bi rêberiya Xumênî jî berdewam bûn. Li ser vê pirsê heyetên taybet jî hatin lidarxistin, lê gorî xwestekên Kuradn nebûn.

Kurd yekem neteweya akinciyê Îranên bû ku li bihara sala 1980’an (1358’an a Rojî) lêpirsîn (pirsnameya giştî) a rewa bûna sîstema siyasî a hikûmeta Îranê bi rêveberiay Xumênî, protesto kir û beşdarî lêpirsînê nebû.

Niha ku em li 36’emîn salvegera serketina şorişa gelên Îramê de ne, Ajansa nûçegihaniya Kurdpa mijara Şoriş û bandora siyasî û civakî ên vê li ser Kurdistanê di çarçoveya 7 pirsên cihê ji hev li gel 7 mamostayên zanîngehê û lêkolînerê siyasî û sivîl birêve biriye ku bersiva her yek ji wan dê bên ber çavên xwêneran:

Kurdpa: Gelo bûyerên sala 1979 (57) û salên piştî wê, bi awayekî hurbînane! ji çav nerînên bigehîn, şoriş tên hesibandin?

\"24667.jpg\"
Mesûd Rostemî: Şoriş (Înqilab) bi guhertineke bingehîn li saz kirina civakê tê gitin; bi awayekî ku şobhandinek navbera pêkhateya civakî li pêş û paş şorişê de neyê dîtin. Serbarê vê yekê “şoriş”wek her pêkhateyeke siyasî- civakî bi wateyek taybet nayê dêtîn; nemaze hekî ew şoriş li welatekî wek Îraneke bi pir netewe de pêk bê. Ji ber ku her netewe û tevgerek nûnerê nerîn û taybetmendiye xwe bi wê şorişê re bûn ku xala hevpar a hemûyan “discoursive afinities” ji holê rakirina sîstema desthilatdar bû. Ji ber vê zelal kirina wateya şorişê li Îranê pêwîstî bi analîze û şirove kirina kamil ya hikûmeta “Pehlewî”(hikûmeta beriya Xumênî li Îranê) heye ku bi xwe li ser 3 mijar(( signify) an tekez dikir, anku bi awayekî dibû sedema nakokiyan navbera şorşgeran û nerazîbûn bi xwe dianîn. Ew 3 mijar Modernîsm, Netewe sazî û xwe bi Rojavayî nîşan dan bûn.li ser her yek ji wan mijaran nerazîbûnên kesên Îslam xwez, radîkal û neteweyan, nemaze Kurdan çêbûn ku tu peywendiyên danostandinan navbera wan de tine bûn ji ber vê yekê piştî şorişê bi winda bûna xalêmn hevpar navbera şorişgeran pevçûn û heya şer qewimîn, pişrtî wê yekê hikûmeta Îslamiya Îranê cihê hikûmeta Pehlewînîzmê girt û Xumînî bû desthilatdar. Di rastî de tenê rengê şorişê guherî û pêkhatiya siyasî û Civakî, guhertinek bi xwe nedît.

Kurdpa: Aya hûn bi wê pirsê re ne ku pêş Şorişa, 1979’an (57’an a rojî) hikûmet heya redeyekî sikolar bû û piraniya hemwelatiyan oldar bûn lê piştî şorişa Xumênî berovajî hat dîtin ? Çima...?

\"24668.jpg\"
Befraw Nurî: Heya qasekî ligel beşa yekem a pirsê ez bi ve re me ku berî serhildana şorişa gelên Îranê, hikûmet sikolar bû û xelk zêdetir ber bi oldarî yê ve diçûn gerçî niha jî heya radeyekî ol û şerîet bi zahir li çarçoveya yasaya Bingehîn a Îranê de tê dîtin lê bi awayekî giştî çirûskatiya pirosêsa sikolar kirina welatê Îranê li serdedemê “Qacaran ” dest pêkir ku bi geşekirina tevgera “Meşrûte” û dewrana Pehlewî heya qasekî sikolar li Îranê birê ve çû. Lê li ser beşa 2’em a pirsa ve ez dikarim bibêjim: xelkê Îranê tu car sikolar nebûn e, heya em dikarin bêjin xelkê Îranê bi xwe hember Sikolarê bûne asteng jî; anku hekî bi ciyawaziya navbera wateyên Sikolarîzm û sikolarîzasiyonê bê mêzekirin, li dîroka Îranê serdemekê Sikolarîzm hebû ; sikolarîsm bi wateye xwe ya Aydolojiya Felsefî û siyasî ye ku bi dilxwazî bi armanca cihê zanîna ol û Siyasetê tê bi karanîn, lê tu car ew sikolarîsm bi sikolarsaziyonê nehatiye guhertin, ji ber ku sikolarîzasiyon pêkhatiyeke civakî û dîrokî ye ku bi xwesta giştî û bê ev kesek bê neçar kirin pêngav bi pêngav birê ve diçe û cihê xwe digre; ku ew yek ne bi sikolarîzmê dest pê dike û ne jî dawiya wê sikolarîzm e; belkî niha li nav civakê em şahidê hejmarek cûneyên veşartî ên bertekdan wek gotegotên nav Taksî, tiren,şandina mesacan şêweyên kinc li xwe kirin û reftarên hemwelatiyan dibin ku hene kesên bi şaşîtî wan bertekan bi wateya sekolarîsmî bibînin, lê bê agah ji vê yekê ku ew tevger û hereket nayên wateya sikolarîzmê belkî tenê nerazî bûn û rexneyek e nisbet bi desthilata hakim ne bi wateya wê ku civaka Îranê sikolarîsm fam kiribe ye. Xelkê Îranê bi sedema têkel kirina hizra mezheba Şîî ligel siyasetê nikariya tu serdemekî sikolarîsmê li wî welatî bide pejirandin û bi cih kirin. Heya hikemeta beriya şorişa gelên Îranê jî nimûneyên cur bi cur ên tevgerên olî didan nîşan dan û bi awayekî giştî sikolarîsm li welatê Îranê tu car pêk nehatiye ku piştî şorişa gelên Îranê a bi rêberiya Xumênî, sikularîzm bi yekcarî hat mirandin.

Kurdpa: Kurd û partiyên opozosiyon bi awayekî gelemperî ji yekemîn dijberên hikûmeta Îslamiya Îranê a piştî şorişa Xumênî tên hesibandin, gelo! hûn wê yekê çavan dinirxînin?

\"24669.jpg\"
Emîn Serxabî: Hekî bi awayekî bingehên bê şirove kirin, bûyerên ku li Kurdistanê diqewimîn ji tiştên ku li navend Îranê pêk dihatin, du mijarên ciyawaz û cihê li hev bûn. Piraniya hêzên siyasî li navenda Îranê bin desthilata melayan de bûn ku nû gihîştibûn desthilatê, kerçend hejmarek hamwelatiyan detshilata melayan demkî didîtin û xwe ji bo hikûmeta hatina serkar a piştî meleyan amade dikirin, lê alimên rûhanî bi rêberiya ayet (nîşana ) Xwedê – Xumênî ku bi mifah wergirtin ji şiarên popolîstî (xwe li nav hîvê de ) bo nifşa ortê,nîşan didan, ji şiyan, tecrûbe û petansiyela hêzên lîbral û radîkal bo perwerdeya riyê birêve birina hikûmetê feyde distand,; bi awayekî ku rêberiya karîzma a Xumênî û Aydolojiya wî piraniya hêzên siyasî ên demokrat jî ligel xwe hevfikir û raman kiribûn, dakû hikûmeteke Îslamî damezrîne.
Kurdistaniyan berevajî navenda Îranê, cihê kesek ku wan rijgar bike zêderir hevparane û bi awayeke hevbeş birêve diçû ( daxwaza hilbijartina dihat kirin). Tevger ku li Kurdistanê birê ketibû û di heyeteke du hereketên mezin ên siyasî de xwe nîşan dida, zaten ji xwestekên girûpên civakî û dîrokî serî hildabû. xwestekên xelkê Kurdistanê ne elaqe bi îradeya girêdayî bi hikûîmetekî asimanî ve hebû, ne jî wan ew hikûmet (bervajî gelên din ên Îranê) ji aliyê Xwedê ve çav lêdikirin, belkî ruha siyaset, kelecana beşdarî kirina rasterast li civakê û hilbijartinali Kurdistanê hakim bi ser bûyeran bû. Şert û mercên Demokratîlk ên pêşketî li civakê hatibûn afirandin, partî û birûyên hilbijartinan, çarenivîsa hemwelatiyan li Kurdistanê kifş dikir ne hikûmeta ku ji aliyê Xwedê ve hatibe ferz kirin û rêberiya vê jî bi destê Xumênî de be.Siyaset li Kurdistanê bi jiyana Xelkê re tevlî hev bibû; îdare, navendên perwerde banke û...hwd ji aliyê nûnerên xelkê û partiyan ve birêve diçûn, lê adolojiya Îslamî a Xumênî tu car ew yek nepejiran û xeynî rêbaza xwe tu rêbazek qebûl nekir.
Hikûmeta meleyan her li destpêkê gef xarin, çavnebarî û tepeser kirina welatiyan girte ber xwe, lê bi bertekdana Kurdistaniyan re rû bi rû bû, jiber ku ne dixwestin bi neçarî gotinên wan bipejirînin. Hikûmeta nû gihîştî desthilatê heyetek jêr navê “Niyeta baş”(husnê niyet) şandin Kurdistanê, di demekê de ku hemu kesê wisa texmîn dikir ew heyet dê bi başî pêşewaziyê ji xwestekên Kurdistaniyan bike lê berovajî vê, Xumênî rêberê nû yê welatê Îranê bi hemû hêz û şiyana hikûmeta nû (heya hêzê deryayî jî) destûr û ferman da ku êrişî Kurdistanê b ikin.Di êrişan de piştî berxwedaneke bê hempa bi hezaran Kurdistanî hatin qetil kirin û bandoreke bîrneçûyî li ser jiyana hemwelatiyên Kurdistanê danî. Li rastî de êrîşa bi ser Kurdistanê bi destek dan yan bêdengiya piraniya giropên radîkal ên hikûmeta Xumênî re rûbirû bûn.
Bi watey ke din; bêdengiya girûpên dijber ên hikûmeta Xumênî hember van karesatan, biyav(zemîne)a ji nav birina wan jî amde dikir ku ev yek jî armancên pêşreroj ên hikîmeta Xumênî bûn. Mixabin piraniya kesên ku hur nedifikirîn û siyaset ji hev cihê nedikirin, heya dema êrîşa bi ser Kurdistanê jî dîsan tu tirsek ji hikemeta meleyan tu nebûn û nedifikirîn û ew bîr nedibirin ku rojekî êdê ew hikûmet ê bibe belaya serê wan jî.
Niha pirsa bingehîn li vir e; hekî sibe rojeke din bo Îranê were texmîn kirin, gelo! dîsan divê aydolojî û bîrdozeke din bê afirandin ku bikaribe bi gotina”Altosêr”piraniya hêzên siyasî jî hazir bike daku bi tepeser kirineke din a tevgera Kurdsttanê dest pê bike.?

Kurdpa: Belkî jin kêmtirîn rol di pêkhatina şorişa gelên Îranê de hebin, lê bi rastî ji yekemîn girûpan bûn ku dijberiya şorişê kirin. Bi nerîna we tu peywendiyek navbera jin û şorişa gelên Îranê de hebû?

\"24670.jpg\"
Gulale Kemanger: Ji ser vê yekê ku jinan tu rolek li pêkhatina şorişa gelên Îranê de nelîstine ez bi we re nînim . Hekî em awirekî li dema serhildana gelên Îranê de bikişînin, tê dîtin ku ji piraniya biyavan de jin beşdarî şorişê bûne; bo mînak dijberî li gel xwedapoşîna neçarî (hîcaba ) ku piştî şorişa gelên Îranê weka yasa hat pejirandin, bi yekcarî nahate holê, Li rastî de heman jinên pêkhênerên şorişê ne ku piştî serketina şorişê bi tişta ku destkevta wan bû dijayetî kirin. Ji ber vê, der bareya rola jinan li şorişê em dikarin bêjin; herçend jinan bi qasî mêran li şorişê bi bandor nebûn , lê bişîweyeke din beşdar bûn û rêxistina çalakiyên hevpar li gel arman hemwetiyan û bi awayekî rêxistinî û teşkîlatî destek didan şorişgerên hikûmeta Îslamiya Îranê. Her bi wan sedemên veşartî bû ku jin li nav şorişê nedihatin dîtin. Ji aliyekî din ve li hikumeta beriya şorişa gelan a Îranê tu zextek bi jinan nedihat kirin yan bi awayekî din mafên wan hatibû parastin. Ew jî sedemeke din e ku şorişa jinan li destpêka hikûmeta Xumênî zêdetir nedihat dîtin.Tişa ku îro rojê pirsa jinan zêdetir berça kiriye, li rastiya xwe de bûna hikûmetê ye ku piştî şorişa gelên Îranê hatiye ser kar; ji ber ku 30 sal bûn ku her tim jin ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îtarnê ve bi rêberiya Xumênî, li çarçoveya malê de diman û niha jî duruste e ku ji aliyê cinsî ve jin hatiye sînordar kirin lê bi hewildana me heya qsekî ji aliye fikir û hizir ve jin pêşketîn e.

Kurdpa: Li Kirmaşanê ku we çalakiyên siyasî û Sivîlî hebîne, gelo! hakimiyeta hikûmeta Îslamiya Îranê xwestiye ku ol û mezheb hember bîra neteweyî a welatiyan li wî bajarê Şîe akincî de bibe asteng ? li ku zêdetir tê dîtin?

\"24671.jpg\"
Efşîn Kerîmiyan Neseb: Yek ji siyasetên ku hikûmeta Îslamiya Îranê girtiye ber xwe (helbet çavkaniya wê pirsê bi serdemê Qacaran vedigere), berçav kirin û deqkirina mezheb a(Şîe yan Sune) ye. Pêwîste bê gotin, gorî lêkolîna ku Ebas Celîliyan li ser ol, mezheb û devokan li Kirmaşanê encam daye û bi çendîn sale ked daye, piraniya şêniyên kirmaşanê Yarsan in, piştre misilmanên (Sune) û di dawîyê de jî misimanên Şî’î li wê parêzgeha rojhilatê Kurdistanê bi cih dibin. Her çawan ku pêştir me amaje pêkir, siyaseta hikûmeta Îslamiya Îranê zêdetir girîngî dan deq kirina ol û mezheb li Kirmaşanê ye, jiber vê yekê şêniyên Kirmaşanê kêm bîr û hizra Neteweyî hene ku ev yek ji destkevtiyên şorişa gelên Îranê bi rêberiya Xumênî bûye. Lê serbarê wam hemû pirsgirêkan, ciwanên kirmaşanê li wan salên dawiyê de bi pêşketina zanistan û rû kirin bi zanîngehan hesta Kurdî a wan xurtir bûye, bi nas kirina mektebên hizrî ên nasyonalîstî û Sikolarîsm rû bi neteweya xwe û cewhera xwe ya winda bûyî kirine ku heman ciwan hemwelatiyan şewqî hînbûna zimanê wan dikin û wan ber bi zanstên siyasî ên Kurd ve rênimûn dikin.Hikûmeta Îslamiya Îranê dîsam siyaseta dûrxistina ciwanan li Kurdistanê nemaz Kirmaşanê ji zimanê wan dimeşîne û hesta bîrdoziya olî a şîe li wan de xurt dike ku salane bi milyardan Tûmen li ser vê xerc dike.dihikên aşûra û tasûa, Miherem û Sefer mînakên sereke ên wan dest keftane ne.Herwisa pêkanîna girûpên tuvdrewên Îslamî li Kirmaşanê nakokiyan zêdetir dike û wan li hizra Kurdî dûr dixe; bo mînak hikemta Îslamiya Îranê li mizgeftên rojhilatê Kurdistanê rê dide giropên tundrewên Sune ku teblîxatan bikin û dijayetiya Şîeyan bigrin ber xwe. ji aliyekî din we herdû girûpan han didin û rêdidin biwan ku bi tundî dijayetiya netweya xwe û olên din nemaze yarsan bikin.

Kurdpa: Pişikdarî û geşekirina siyasî li Kurdistanê yek ji pirsgirêkên serke ên welatiyan li 3 dehikên desthilata meleyan tên hejmartin, gelo! çi hember geşe ne kirina siyasî di vê heyamî de bûne asteng?

\"24674.jpg\"
Areş Salih: Girîngtirên pirsgirêk û astengî hember geşekirina siyasî Li kurdistanê di wî heyamê dirij blekî pêştir ji wî heyamî jî heya îro, bi vê rastiye vedigere ku bingeh û xîmê civakî ê hikûmeta Îslamiya Îranê wisa hatiye damezrandin ku cihek bo beşdarî kirina nifşên jêrdest û belengazên civakê nehîştiye û nifşên hejar mafên pişikdarî li sisatetê nînin. Heya xistine vê rojê ku xeynî debara jiyanê hizra siyasî tu car nakeve bîra wan. Ger bi balkêşî lê bê nihêrîn, Kurdan zêdeyî sed salî ye ku tu mafên beşdarî kirin ji kar û barên siyasî li welatê Îranê tune bûne û hertim hatine tepeser kirn; heya bi kuştin û teror kirina kesayetiyên mezin pêşî ji tevgera neteweyî a Kurd girtin e, eva hemû bi vê sedemê ye ku nifşa rûhanî û meleyan serdestê hemû kesê bûne û bi gortina xwe hukmê Xwedê û Xumênî cî bi cî kirine. Ji aliyekî din ve hemû netewe û zimanên din jî bin desethilata rûhaniyan û jêr bandûra çand û ziman Faesî de perweredû bûne ; desthilata hakûm her tim hejmoniya wî zimanî bi ser zimnên din ên neteweyên cihên reng ên Îranê de ferz kirin e. Bi avayekî din hekî bê gotin hikûmet li Îranê taybet bi nifşa ser dest e anku nifşa bin dest tu rolkî li welatê navborî de bi dest nagre û her tim tê çewisandin û tepeser kirn. Ew pirse bi baweriya min heya qasekî rase ku netenê pirsgirêkên neteweyên xeynî Faris li Îranê çare ser nake belkî heya endazeyekî çarenivîsa Kurdên bakûrê Kurdistanê jî dê bi hiviya çarenivîsa xeynî Farisên Îranê bimîne. Ji aliyekî din ve ew 3 dehikin ku wateya pêşxistina siyasî ne tenê peyveke biyanî ye belkî piraniya caran wateyeke nigatîv jî bi xwe digre.Sîstema hikûmeta Îslamiya Îranê bi awayekî giştî dijayetî li gel pêşketina dike û her tim qaşo wan piroseyan derdikeve. Tişta ku em wan dehikên dawî di biyavên cihê reng, nemaze warê aborî (serdema şerê Îran û Îraq ) de şahîd bûne, piraniya caran li çarçoveya wateya geşekirinê di cih digre. Bi vê wateyê ku guhertinên welo zaten guhertinekî li ser tiştên bingehîn de nikaniye day bine. Ji gorî nerîna piranya zanayên warên demokrasî û aborî, li civakên ku ji hebûna rejîmeke ne demokratîk dinalin, di encamê de Dewleteke bihemû şiyaneke bêguhertin(mutleq) hakim dibe û pişikdariya siyasî bi yekcarî tê qedexe kirin ku ew yek bi awayekî berbiçan li Îranê piştî şorişa gelêm wî welatî tê dîtin.

Kurdpa: Eva ku tê gotin temenê hikûmeta Îslamiya Îranê ji çav biyavên dîrokî civakî û derûnnasî, niha bi dawî boye. Gelo! ev yek tê wateya rastiyan yan ku tenê nerîneke siyasî tê hesibandin?

\"24672.jpg\"
Kamran Metîn: Bi gotina Sida Sikuçpul ” Şoriş hemû nayên çê kirin belkî diqewimin”.Têgihîştina Sikuçpul ji şorişê bi fam kirineke bingehîn ji vê peyvê re, elaqedar dibe ku ew vê yekê bi encama nêzbûne hejmarek liv û tevgerên siyasî û civakî dibîne.D i wê wateyê de îdiaya bidawî hatina temenê hikûmeta Îslamiya Îranê bi nîşaneya bêbawerî bi çêkirina derfetan û nekarina pêkanina şortişeke din tê hesibandin, ne tişteke akadimîk û êlmî ye ku nîşaneya bûyereke dîrokî be. Serbarê vê yekê eger em bipejirînin saziyeke siyasî a yekgirtî bin rêberiyke xwedî hêjmûneke Aydolojîk ji pêwirên her şorişeke serkevtî ne, vê demê mimkin e em bikanibin bêjin îhtimla pêkhatina şorekî, vê serdemê li Îranê gellek lawaz e. Lê hevdem divê em bizanibin û balbikişînin ser vê yekê ku hindik caran şoriş di proseya xwe de sazî û rêberiya xwe diafirînin û hidik caran bê sazî û rêberî jî şoriş û serhildan çê dibin, wek “Bihara Erebî “a wan salên dawiyê . Ya rastî eva ye ku qewimîna sedî sed a tu şorişekî nayê texmîn kirin ji xeynî vê yekê dîrokê tu guhertin bi xwe nedidîtin.

Hevpeyvîn: Lehûn.X