Berdewamiya binçavkirin û nebûna agahiyên li ser çarenivîsa Pûya Hebîbî, çalakvanek jîngehparêz xelkê Sine
Tevî ku 20 roj di ser binçavkirin Pûya Hebîbî, çalakvanek jîngehparêz û endamê Civaka Kesk a Kurdistanê re derbas bûne jî, tu agahiyên rast li ser çarenivîs û cihê wî nînin.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev çalakvanê jîngehparêz di 12 Xezelwera 1404`an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî belgeya dadgehê li cihê karê xwe li Sine hatiye binçavkiri û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.
Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Heta niha, hewldanên malbata Hebîbî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane.
Vê çavkaniya agahdar got: Ev çalakvanê jîngehparêz ji dema binçavkirinê ve ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata xwe re bêpar e.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li dijî Pûya Hebîbî tune ne.