Hejmara îdamkiriyên li girtîgeha Urmiyê gihîşt sêyan
Roja Yekşemî, 18 Xezelwera 1404an a Rojî, cezayê îdamkirina girtiyekî bi navê "Mehdî Ceferzade" xelkê Urmiyê li girtîgeha navendî ya bajêr hat bicîhanîn. Bi vê girtiyê re, hejmara îdamkiriyên vê rojê gihîşt sêyan.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev girtiyê Tirk di sala 1398ana a Rojî de bi tohmetên têkildarî sûcên "madeyên hişber" hatibû binçavkirin û dû re ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Heta niha, nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.
Her wiha, sibeha Yekşemî, 18ê Xezelwera 1404`an a Rojî, cezayê îdamkirinê yê du girtiyên Kurd ên bi navên, "Riza Molayî", 48 salî, kurê Gholam Hesen, xelkê gundê "Qolincî" ya ser bi navçeya Enzel a Urmiyê, û "Mihemed Riza Bedevî", 47 salî, kurê Şerîf, xelkê gundê "Kusî" a ser bi navçeya Naziya Urmiyê, li girtîgeha navendî ya bajêr hat bicîhanîn.