Bane; Binçavkirina bereday û nebûna agahiyan li derheq çarenivîsa Mistefa Qosî û Mihemed Reşîdzade berdewam dike

05:16 - 26 Çirriya paşîn 2025

2ê Sermawez 1404an a Rojî, tevî ku nêzîkî du hefte li ser binçavkirina Mistefa Qosî û Mihemed Reşîdzade re derbas bûne, tu agahiyên rast li derheq çarenivîsa her du welatiyên Kurd ên xelkê Bane tune ne.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpayê re, ev her du welatiyên Kurd ji bo lêpirsînê ji bo navendeke ewlehiyê ya li Urmiyê hatine veguhastin û heta niha ji wan re mafê  hebûna parêzerek û hevdîtinên bi malbatên wan renehatiye dayn.
 
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Tevî ku malbatên van her du welatiyan ji bo agahdarkirina li derheq çarenivîsa wan şopandine jî, saziyên ewlehiyê red kirin ku di vî warî de bersivek zelal bidin.
 
Ev her du welatiyên Kurd roja Çarşemî, 21ê Xezelwera 1404an a Rojî, bêyî belgeya dadwerî, li ser rêya Pîranşar-Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
 
Mistefa Qosî zewicî ye, zarokekî wî heye û ji gundê "Savan" ê parêzgeha Banehê ye.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li dijî Mistefa Qosî û Mihemed Reşîdzade de ti agahî tune ye.