Kunferansa salane a tunekirina mayînan li Cinevê

20:44 - 27 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Konferansa salane ya tunekirina mayîna bi beşdariya endamên Konvansiyona “Otawa” û civaka mafên mirovan a Kurdistana Îran-Cenêv, li meqera NY (bê beşdariya Îranê) birê ve çû.

Li gor rarpora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja înê 26`ê hezîranê, konferansa salane a tunekirin û bê bandorkirina mayînan li meqera saziya Neteweyên Yekbûyî, hat lidarxistin. Di konferansê de raportek li ser tunekirina mayênan ji aliyê Tirkiye, Sûdan, Ûkrayna û çend welatên din bi awayekî cud ji hev hat amade kirin.

Di berdewamiya wê konferansê de welatê tirkiyeyê bi xemsarî derbareya tunekirina mayînan li Kurdistanê hat tawanbarkirin ku vê yekê jî bertekdana nûnerê wî welatî bi pey xwe hişt.

Nûnerê Tirkiyê di konferansê de hewil dida Partiya Karkerên Kurdistan(PKK)ê tometbar bike. Herwiha ji pejirandina PKK ji aliyê saziyê”Cenêv call” ve wek endamekî tunekirina mayînan rexne girt.

Li aliyê din hat ragihandin ku hikûmeta Îranê li Konferansê beşdarî nekiriye û amade nîne ku peyman-.nameya “Otawa” wajo bike.

Hêjayî gotinê ye Îran netenê di derxistina mayînan de bi rêxistina “Cenêv call” û Saziya NY re nabe alîkar, belkî heya niha jî bi şûna tunekirina mayînan li sînorên Kurdistanê, mayînan nû jî bi cih dike.

Ji heyamê şerê 8 sale yê Îran û Îraqê, zêdeyî 30 milyon mayîn li deverên sînorî ên Îlam, Urmiye, Kirmaşan û Sine li rojhilatê Kurdistanê hatine çandin ku salane bi sedan qurbanî bi xwe digrin.