Kovan Sindî: Şemê Keseran

16:55 - 17 Îlon 2012
Unknown Author
Çemê Keseran, yek ji hozanên nivîserê birêz Zeynel Abdîn Han e, ku hatiye weşandin di pertûka wî ya hozanan de a bi navê Xezala Warê Germiyan. Weşanên Han. Berlîn. 2008 Tîrmeh. Demê mirov li ser hozanê dipeyve gelek babet, mijar, boçûn, hizir, û asoyên wêjeyî xwe li serê însên didin. Gelek caran em dibihîsin ku hozan heste, xal û xilas. Lê di bawera min de ne weha ye, ji ber ku hozan jî weke hemî gotinên din berhemê moxê însên e, bi xwendin a hozanê astê hizira hozanvanî diyar dibe, ji ber ku ew hevok ji şaneyên moxê hozanvanî derdikevin û dirijin ser kaxezê. Bi têkeliyên jîngehê ra, dîtinên arîşeyên daxbar, bihîstina peyamên diltezîn, yan dîtina hin hokarên dapoşrayî yên girêdayî bi babetên jiyanê, hebûnê û mirovayetiyê ra dibin mijarên hozanî ji bêyî ku hozanvan hest bi xwe bike, ev pêvajo çê dibe û ew mijar di serê hozanvanî de dihên tomarkirin û her weha dibe di xewê jî de ew arîşe bibin xewin û bihêne ber çavan.

Ew mijar di hizirên wî de dihên hêran û dawiyê ji bêyî ku hest bike di xameyî de derdikevin û dibin hozan, lewra gelek dibêjin hozan hest e. Eger hozan tenê hest be, hîngê li gor bawera min çi peyamê nagehîne kesê, xwendevanî hişiyar nake, hîngê hozan senga xwe nîşan dide demê wijdana xwendevanî bihejîne, loxên moxê wî bixurîne, laşê wî bilerizîne, û tezîlang bi ser laşî de biçin û pîstê wî xulole bibe.

Eger hozan ne li gor van pênasan û pîvanan be hîngê dê bibe weke pateyekî şûştî û bê kênc yan bê wate û piştî çend demikan dê bimire. Eger mirov hozanên mamostayê mezin Cizîrî bixwîne û bike mînak dê bibîne ku ew hozan ji hestan dûr in, belê berûvajî pitir bi naxê însên, kederên jiyanê, viyanê, neviyanê, hejariyê, zanistê, fîlosfiyê, hebûnê, fîlosfiya hebûnê, sozdariyê û mirinê ve peywestin. Lewra yên ku dibêjin, yan gotine ku hozan tenê heste di çarçûveyeka berteng de dijîn, mixabin nikanin xwe ji peyv û ramanên sadelok qurtal bikin û tenê li dor hevokên sivik dizivirin ev jî bêguman sivikiya astê hizirên wan kesan nîşan dide.

Hozanvan ew e yê wijdana gelekê yan xwendevanan bi lerizîne û peyamê bide ji bû pêşerojê, eger peyam neda, hîngê tenê dê dibe gazinde û potepot. Evca eger bû potepot hîngê gazindên xesûyan û bûkan yên li ber tenûran jî helbest in. Helbet wek me li jor got; hozan jî weke her berhemekî din î wêjeyî berhemê moxê hozanvanî ye, ger hozan bi hêz be ew dihêt wateya hêza moxê hozanvanî, ji ber ku mox mezintrîn hêze, gerdûnek bê payan e, belku mezintrîn zana û fîlosofan tenê 5% sûd ji moxê xwe wergirtiye û ya din hemî hêj ne hatiye bi kar birin.

Evca hizir jî helbet berhemê mejî ye, ew ji kûrtrîn deverên moxê însên derdikevin ku dibêjinê Lymbîk System, Archeo-paleo Cortex. Her weha ev deverên mejî kevintrîn deverên moxê însên e, li wir diniya dixewine, hestên weke emotion, viyan, neviyan, hevaltî, xoşewîstî, Mirovayetî, dostayetî, xwedayî û ohlî dihên peydayê. Em naxwazin pitir li ser vî babetî anku yê moxî biaxivin ji ber ku bêdawiye û kuta nabe lewra em dê vegerin ser hozana birêz Z.Abidîn ya Çemê Keseran.

Raste di jiyanê de yekbendî heye, ku îstîgahê dawîn yê organîzmê ye, lê dubendî jî,“Dualisme“ weha xurte, ev dubendî gelek caran dibe sêbendî û pirbendî,weke ku çawan organîzmek dibe egera peydabûna bi hizarihan organîzmên din, ev dubendî weke nêr-mê, sar-gerim, şev-roj, bilind-nizim, şirîn-tehil û htd.

Ev dubendî di hozana Çemê Keseran de diyar e û her weha hozanvan keftiye ber teng û girêftriya biyanîbûnê. Biyanîbûn di xwe de helbet babetek Psyko-Socio-Fîlosofiye û hevbest e bi arîşeyên însên yên ku di jiyana xwe de toş dibe. Hozanvan li destpêkê dibêje: Biyanî me ez weke ku xwebiyanî. Li vir hozanvan wê ketî di xeleka biyanîbûnê de, li xwe jî biyanî ye, weke ku di rastiyê de însan bi xwe jî xwe nas nake, ji aliyê derûnî ve bêrewac e, diniya lê teng e, jîngeha civakî û sirûştî lê xerîb in û bêguman xwe xerîb dibîne. Belku egerên here kêncbar ew in ku çi cihê xwe di vê gîtî ya mezin de nabîne, di felekan a jiyanê de wastaye û jiyan jê ra bêwate ye, lê car din layenên xwe yên Rationel bi ser yên Irrationel dixe û vedigere Reductio ad absurdum, anku bizavê dike wê Bêhestiyariyê- dijwariyê yên ku ji biyanîbûnê gehiştinê dîsan paşde bibe, kêm bike û şiyanên xwe yên Psyko-Fîzîkî bi ser bêxe û nekeve di rewşek lawaz de, û dixwaze xwe bide nîşandan û li ser lingên xwe bisekine …demê dibêje: Biyanî me ez weke ku xwe biyanî, û diljan eger tu neyî.

Hozan a Çemê Keseran. Li vir diyar dike ku ger ew objêkta li hember ya ku gehiştiye bilindtrîn astê evîna hozanvanî, ku em dikanin bêjin jêra weke xwedayekê ye li hêviyê ye ku vegere, lê ger ne vegere bêguman dê bibe egera ziniyaneka mezin ji layê derûnî ve ji bû hozanvanî, lewra dibêje: Eger tu neyî. Ev eger ya di gumanê de, hatin û nehatin e. Lê dîsan çav li bendê ne ku canê wî vejîne û jiyanê di giyanê wî de biçirisîne, gava ku dibêje:
Nihêrînên ji çavên belagîr jiyan diherikin, rêya evîna te vejiyan. Anku hozanvan bi tenê xwe bê jiyan dibîne, lê di çerxa evîna dilbera xwe de(Çi corê dilberê be) û ew nihêrînên dijwar yên ji wan çavên belarêj dihên weke çirîska jiyanê ji xwe ra dibîne û bi omêde ku dîsan bihêt vejandin. Li vir divê em darê xwe yê nîşanê danin ser beşek ji fîlosofiya xwezayî yan sirûştî, hozanvan pir kûr çûye di dîroka hebûna mirov de, pêşveçûna însên heta ku gehiştiye vî astî, û çawa bi awayekî canî pêve girêdaye.

Mirov ji sirûştî qut nabe, xak yan erd dayîke û însan zaroke ku di zikî de di lîze heta dîsan dimire û vedigere malzaroka xwe ya yekemîn. Nihêrînên ji çavên belagîr, ev nihêrîn yan awir dikane çavên doteka ciwan bin, yan deriya Wanê be, sirûştê fûsûnger yê çiyayê Sîpanê be, şaxê Agirî be, darek kezwanê, gûzê, çinarê, yan jî kolanek yan blokek ji bajarên weke Amedê, Erzeromê, Mêrdînê û Rihayê yên dîrokî be û her blokek yên ku bûne dîdevanên bi sedan ceng, kuştar û wêrangeriyê bi ziman bikevin û bi axivin û dîrok û serpêhatiyên xwe vebêjin. Gava dîwarên burcên Amedê bi ziman bikevin û biaxivin dê diniya biheje û dê mirovayetî sersurma bibe.

Rêvingê rêya evînê dimeşe, na wastê, heta rê xilas dibin û di wê rê de dimire, lê dîsan dem weke çerxa felekê dimîne û evîn bi jiyanê re berdewam e û dijî, gava ku dibêje: Ez dimeş im heta dawî[...]dem û evîn her dijîn. Li vir Z.Abidîn noq bûye deriya fîlosofiya hebûna xwedayî, evîna Platonî, ya Perfectio, Absulutio ya bê qisûr. Li vir hozanvan çûye dewra jiyanê ku organîzm dimire, lê bi rengekî din dihêt hebûnê ve û helbet bi demê ra. Çerix di felekanê de ye û dibe hokarê vegerandin a canewerê xwe î laxer û dîsan bi evînê dest pê dike,”Fîlosofî a Hebûnê”, lewra dibêje:
Evîn bingeha gerdûnê ye dibêjin. Lê bi peyva dibêjin ku xistiye di hozanê de,hozanvanî xwe xistiye di gumanê de, û bi xwe ne bawer e ku evîn bingeha gerdûnê ye. Li gor dîtina min da pir baştir be, û hozan da hinek dî xurtir be ger peyva Dibêjin di rêzan de ne hatiba nivîsîn. Raste bi ruwangeyek fîlosofî hemî tişt di gerdûnê de guman e û hebûna hemî tiştan jî dîsan guman e, lê ev bi dîtinek wêjeyî piçekê cêwaz e.

Hozanvan dîsan dibêje.Bo çi Xwedê berî hezar salan ez anîme vê dûniyayê? [...]di biharek harbûyî de min evînek payîzî ajotiye. Li vir hoşên hozanvanî wên ketine di babilîskek fîlosofî de, wê ketiye bagerda mêtafîzîkê. Weke Martîn Heidegger dibêje: der Baum aber eksistiert nicht. Anku dar belê hebûn nîne, lê tenê aferînişên hoşdar hebûn heye ji ber ku hest bi hebûna xwe dikin. Bi gotina R.Deskartes: Cogito ergo sum, hizir dikim, ez heme.

Bi ruwangeyek fîlosofî, canewer dibe ku pir caran bihêt hebûnê û dîsan apanas bibe. Yan jî şane dikane hebê di sirûştî de, lê di wê kêlîkê de yan di wê rojê de bihêt hebûnê demê dihêt û hîngê hebûna wê dihêt xûya kirin. Lewra ji berî hezar salan ji aliyê dîrokî ve hozanvan çûye di kevilê hebûna xwe de û bi ”perspêktîvek berfireh”, anku hebûn, nebûn, ketin, rabûn, jiyar, dîrok, civak, ziman, dewlet û htd û xwe dîtiye weke candarek kevnar. Di evîna xwe de pîr bûye, bihar hatiye lê dîsan jî ketiye di peyîzeka poş de û her ji wê evînê spasdare jî. Di evîna xwe de berze bûye, bûye evîndarê evînê, bûye zahid di perestgeha evînê de, ku dibêje: Agirê dojeha asmanan jî bes bi dîtineke te li ser sîngê min vedimirin[...].

Endamên dîtinê çav in, hozanvan xwe bi dîtina dilberê ra dibîne, û hest bi hebûna xwe dike û dibîne ku agirkuja egirê evîna bi pêt ya di sîngê wî de tenê bi dîtinekê dihêt vekujandin. Hozanvan sozdarê wê evînê ye dema dibêje: Tu gelek teniyayî dibin kendala dilê min de[...]...li ser dilê min şitilên keniya te şîn dibin were xwe biçîne...naa min biçin e. Li vir hozanvan wê ketiye di biyavê Symbiosê de, weke ku çawa zarok di malbiçûka dayîka xwe de û herdu weha bi hevra dimirin û dijîn, weha hozanvan wê bûye zemîneya aferindina dilberê, xwe dike kanî ku dilber li ser şîn bibe û xwe têde biçîne lê di heman demê de dibêje: Na...min biçine, anku min bi destên evînê helîne û vêra vehîne. Hozanvan xwe û hebûna xwe bi evînê ra dibîne û ger negehê yan asê bibe, dibêje: Ezê bimirim. Rast e, pir sext e, ku goşt û hestî ji hev bihên cêwaz kirin, yan Hoş û Mox ji hev bihên derxistin, evca weha ye ji bû hozanvanê me jî.

Dixwaze dilsoziya xwe bide nîşandan, lê nizane çi bike, ger xwe bike qurban jî kêm dibîne, lewra dibêje: Dilekî rûbarkirî bişînim, ji te re, lêhiyek ji agir û paşî bêjim;tu dizanî ez bi wî agirî dijîm. An ku jîna xwe bi wî agirî ra derbaz dike û bûye qûtê canê wî.

Li dawiyê car din ji zivistan a evîna cangivêş vedigere, ji çiyayên wê yên sar dadikeve, dil di bihara evînê de ye, bi germa dilê xwe berfê dibûhujîne, çemên sirûşt û jîngeha Kurdistanê dike lehî, li wan peravên evîna derdkêş du nêrgiz şîn dibin, weke şitilan serê xwe ra dikin, li ber nesîmê deriya avdar dihejihin, ew herdu ew in û eger hêj perestkarên evînê li benda cotê evîndaran bin, evîndarên azadiyê ku li şaxan canê xwe dihavêjin pêşiya xwe. Bi van hozanên bi keyber pêşeroja wêjeya me geş e û dê rojekê demê zêrîn zîwanê û genimî ji hev bêjîng bike.
Jêder: Kurdistan-news