Komkujiya Helebçeyê 27 sal bi pey xwe hîşt

14:17 - 16 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Beriya niha bi 27 salan rejîma Baas a Îraqê bi rêberiya Sedam Husên, bajarê Helebçeyê li deşta Silêmaniya başûrê Kurdistanê kîmyawî kir ku bi wê karesatê re hezaran kes hatin kuştin û kêmendam bûn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa,rejîma Baas a Îraqê bi hinceta wê yekê ku hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê di bajarê Helebçeya Kurdakincî de bi cih bûne, bi riya firokeyan bajaraê navborî kîmyawî kirin û bi hezaran kes kuştin û yên mayî jî seqet û kêmendam kirin.

Kured li dîroka dûr û dirêja jiyana xwe de, hertim bûye qurbaniyê berjewendiyên welatên dagirker û cîranên stemkar ên xwedî dewlet di deverê de.

16’ê Adara 1988’an, bajarê Kurdan- Helbçe ji hêla Sedam Husên ve hat kîmyawî kirin ku piştî 27 salan heya niha jî bandur û teisîreke xirab li ser jiyanê dike û qurbaniyan bi xwe digre.

Qetlîamên Kurdistanê a li Dêrsim û Zîlana bakûrê Kurdstanê hatibûn dîtin; di heyamê şerê Îran-Iraqê de, li Helebçeyê jî qewimî. Dewletên alema Îslamê û welatên cîhanê, li hemberî vê komkujya mezin bêdeng man. NATO, Neteweyên Yekbûyî, welatên Yekgirtî ên Ereban, Yekîtiya Afrîqayê û zilhêzên cîhanê, bi bêdengiya xwe, di vê komkujiyê de, bûne şirîkê rûreşiya Sedam ku dîrok tucar wê ji bîr nake.

li gor Înîsiyatîfa Azadî a Kurdstanê Di vê komkojiyê de ku zarok û zêç, pîr û ciwan nêzî 10 hezar Kurd şehîd ketine û bi 10 hezaran jî seqet,birîndar û nexeweş mane. Ji xeynî xisarên ku daye wan, zarokên wan jî bi nexweşî hatine dinyayê. Zarokên ku piştî 10, 20 salan jî hatine dinê, bi awayekî kor, seqet û yan jî bedena wan tijî birîn çavên xwe vekirine…

ji bo ku bûyerên han careke din dubare nedbin, pêwîste hemû alema mirovayetiyê tedbîran bigrin û çereseriyê bibînin. Bêguman zilim tarîtî ye û Xwedê, hem li xwe û hem jî li însaniyetê zilim heram kiriye. Îro rojê, li Kurdistanê, Sûriyê û li deverên cuda cuda ên cîhanê , dîmenên ku li dijî nirxên însanî û Îslamî ne têne dîtin.

Ji ber vê yekê, li ser her şexis, civak, sazî, dewlet û rêxistinên navneteweyî ; xebata ji bo aştiya cîhanê û parastina distûrên însanî yên hevpar, erkeke esasî ye. Ji bo ev distûr neyêne perçiqandin û hurmet ji zatê însan re hebe, divê her kes wezîfa dikeve ser milê wî pêk bîne.