Komîteya Mafê Mirvan Ya Ser Bi Netewên Yekbûyî, Îran Mehkûm Kir

16:05 - 4 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Komîteya Mafê Mirovan ya ser bi Netewên Yekbûyî car din Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê seba binpêkirina sîstematîke neyarên xwe yên siyasî, kêmaniyên olî û cudabîran û pêkanîna apartayda regezî, tawanbar û mehkûm kir.

Komîteya Mafê Mirovan di raporekê de ku roja pêncşem 03.11.2011-an di vê derbarê de belav kiriye, nivîsandiye: Îşkence, daliqandin di cihên giştî de û berbarankirin bûne diyardeyên yasayî di hikûmeta Îslamî ya Îranê de.

Vê komîteyê car din daxwaz ji berpirsên Îranê kiriye ku pabend bin bi rê û cih û sozên xwe deerbarê mafê mirovan û haydarê encama teperserkirin û pêkanînazext û givaşan bin bo ser neyarên xwe.

Di doma raporê de hatiye ku her roj li Îranê de hejamarek ji xelkê bi eşkere û nepenî tên daliqandin û heta niha jî neroniyek zêde derbarê hukmên daliqandinê di Îranê de heye.

Hikûmeta Îranê li jêr navê firoşerên madeyên sirkere, xelkê darve dike, li halekê de ku hinek ji kesên ku hatine darvdkirin çalakên siyasî û alîgirên partiyên opozîsyonan bûne.
Di doma raporê de bas ji cudahîdanîna olî, azar û eşkencekirina cînsî û apartayda regezî nemaze mafê hevjîniyê hatiye kirin.

Karê komîteya Mafê Mirovan ya ser bi Netewên Yekbûyî nirxandina rewş û zirûfa mafê mirovan e li ew welatênm ku peymanên navnetewî ên mafên siyasî û welatîbûnê îmza kirine.

Piştî ku Îran ji sala 1975-an tevlî Konvansiyona Cîhanî ya Mafê Mirovan bûye heta niha bi awayek fermî tenê derbarê binpêkirina mafê mirovan ji aliyê saziya Netewên Yekbûyî ve zêdetir ji 25 caran hatiye mehkûmkirin.