Komara kurdistanê sembola hertimî di qada xebata neteweyî de

13:07 - 27 Kanûna Paşîn 2013
Unknown Author
Serbest Urmiye

Gelo ji bo ku di her warekê de tiştek, rojek an jî bûyerek bibe sembol, pêdiviye ku xwediyê hin taybetmendî û girîngiyên cuda ji derdor an serdemê xwe bin. Di vir de ji bo ku em Komara Kurdistanê weke sembolekê di qada xebat û yekîtiya neteweyî di kurdistanê bi giştî û rojhilatê kurdistanê de bi taybetî bidin nasandin, hewce ye ku di çend aliyên cuda de ew destkewta neteweyî, serdemdar û rêveberên wê werin nasandin.

Di pêngeha yekemîn de girîngiya Komara kurdistanî di qada xebata azadîxwaziyê de :
Heke em ji dîroka serhildanên gelê Kurd di seranserî kurdistanê de mêze dikin, cara yekemîn e ku hêz anku rêxistinekî siyasî û xwedî bername û pirogramekî modern birêveberiya xebata gel di qada neteweyî û siyasî de dike û bi awayekî demokratîk daxwaza mafê çarenivîsa gel tîne rojevê. Bi bî awayî Komar Kurdistanê dibe xala destpêka şoreşa serdem di hemû Kurdistanê de.

pêngeha duyemîn bandora Komara Kurdistanê ye li ser yekîtiya neteweyî û çêbûna gotarekî yekgirtî ya neteweyî:
heke em mêzeyî belgeyên serdemê avabûna Komara Kurdistanê dikin, mebesta yekîtiyekî neteweyî û avakirina gotarekî yekgirtî çi di qada siyasî û çi di qada neteweyî de bi eşkere tê şopandin.

Bo vê meremê jî gazî kirin û beşdariya nûnerên Kurdên her sê parçeyên din ên kurdistanê di rê û resma ragihandina komrê de, belgeyekî herî hêja ye. Ji biliî vê çendê ya ku herî zêde pêgeha Komara Kurdistanê û birêveber û avadankerên vê komarê di dîroka gelê Kurd de bilind dinirxîne, beşdariya serkirdayetiya serhildana Barzaniyan bû ku di bin bandora navê Komara Kordistanê û kesayetiya Pêşewayê Kurdan Qazî Mihemed de, amadeyî hemû cangoritiyekê bûn ji bo parastina vê kiyana Kurdî û destkewta neteweyî.

Di aliyeke din ve her çend Komara Kurdistanê nekarî di temenê xwe yê kêm de hemû axa Rojhilatê Kurdistanê bigire, lê gazîkirina kesyatiyên navdar û nûnerên hemû herêmên Rojhilata Kurdistanê, belgeyek din e ku armanca bilin a komarê li dor avakirina gotarekî yekgirtî ya neteweyî ji bilî hemû axa Kurdistanê, di Rojhilatê Kurdistanê de jî bi taybetî didê eşkerekirin. 

pêgeha sêyemîn girîngiya Komara Kurdistanê ye di qada navneteweyî û li dor pirsa şûnasa neteweyî û îradeya gelê Kurd di warê hikûmet û desthilatdariyê de:
Ya ku berî her tiştî bandor danî ser pirsa Kurd, peyva Komarê bû ku heta wê demê bo cara yekemîn bû ku hate rojeva gotara syiasî û neteweyî ya Kurdistanê de. Bi awayekî ku heta neyarên gelê Kurd jî weke ku di zaf belgeyên dîrokî de hatiyê, navê komarê ji bo we destkewta neteweyî tînin ziman. îca bi her pêşgir an paşgirekê (weke Komara Mehabadê û ... bi mebesta biçûk nîşandana vê destkewta neteweyî ) ku bi xwe ji peyva komarê zêde dikin. Lê ya girên anîna peyva Komarê ye ku nekarîne veşêrin. Bo cara yekemîm kiyanekî siyasî bi şûnasekî Kurdî ev jî bi sîstema desthiltdarî û bireveberiya komarî ye ku di herêma kurdistanê û heta di Îranê de jî ava dibe û hewla fermî kirn û fermî nasandina desthilatekî neteweyî dide. Di aliyeke din ve Komara Kurdistanê di asta herî bilin de îradeya gelekê di qada hikûmetdarî û mafê çarenivîsê de dide xuya kirin. Avabûna Komarê di parçeyek ji welatekî parvekirî de, ji biliî ku bandor danî li ser Kurdên beşên din ên Kurdistanê, di qada nawneteweyî de jî 11 meh temenê Komarê bûn belge li ser hejayî û jêhatîbûna gelê Kurd him di qada îdarey welat de û him jî di warê pirsa mafê çarenivîsa neteweyekê de. Ji bilî vê çendê hemû xewin û xeyalê neyran ku heta wê demê hêza Kurd lawaz û hêjayî tu sîstem û dewletekê ne didîtin û her tim hebûna serdest û xwediyekê ji bo birêvebirina kar û barên wan di hemû civat û civînekî de bi hewce dizanîn, betal kirin. 

Pengeha çaremîn rola Kormara Kurdistanê ye di qada perwerdehî û ronakbîriya Kurdî de:
Birêveberên Komara Kurdistanê û herî zêde Pêşewa yê Kurdan, pir paş ji dîroka gelê xwe fêm kiribû. Wî pirsa sereke di paremayîna gelê xwe de û sernekevtina hemû serhildanên azadîxwazyia berî komarê de, di kêmasiyekî herî bi banor û berçav de didît. Nexwendevarî û nizim bûna asta ronakbîriyê di nava gel de, her tim xeyalên Pêşewayê mezin ji hev bilav dikirin. Lewma her di destpêkê de pêngavên bilind di vê warî de avêtin û bi weşana rojname, kovar, bilavok, pertûk û lidarxistina xwendingehan û şandina xwendekaran bo derverî Komara Kurdistanê hewla ji holê rakirina vê kêmasiyê da. Ji bilî vê çendê bi lidarxistina desteyên şano û şanogeriyê ji bo nifşêkî taybet, hewla bilindkirina asta ronakbiriyekî giştî di welat de, da.

Pêngeha pêncemîn bandora Komara Kurdistanê li dor avabûna xebata medenî di Kurdistanê de ye
Pêşewayê kurdan kêmasiye civaka Kurdistanê tenê di nebûna rêxistinên nûjen ên siyasî û pewerdehiya nifşa siyasî di welat de nabîne, ew li ser vê baweriyê bû ku hewce ye her nifşek di civaka Kurdistanê de xwediyê rêxistina taybet bi xwe be û li gor hewcehî û taybetmendiyên xwe were perwerdekirinê. Ji aliyeke din ve tu car avadan kirin û birêveberiya welêt tenê bi hêviya aliyên siyasî ne hiştibû. Pêşewa bi başî ji rola xebata medenî di kêleka xebata siyasî de ji bo pêşde birina welat, têdigihîşt û bi hewce zanîbû ku divêt ji derveyî desthilatê ve hêzekî çavdêr hebe da ku desthilatê neçar bike li gor xwestek û pêdiviyên civakê bilive. Di vir de bo ku du rêxistinên ku heta wê demê kêmasiyên civaka Kurdistanê dihesibîn, li ser destê Pêşewayê zana hatin damezrandin.

Erê gelo, Komara Kurdistanê bi hebûna wan taybemendiyan e ku her di dema avabûna xwe de û heta paşeroja Kurdan jî dê weke sembola hertimî di qada xebata neteweyî de were mêzekirin.