Komara Îslamiya Îranê Pileyên Yekemînên a Rêzbendîya Sêdaredanê li Rojhilata Navîn heye

16:27 - 11 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina Lêbihorîna navdewletî (Amnesty Inernational) di raportekê de bilav kir ku bi kêmanî 557 haletên sêdaredanê li 6 welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê hatin etomarkirin. 

Rêkxistina Lêbihorîna navdewletî di rapora xwe de ragiahndiye, ku nekariye ji rêjeya encamdna sizayê sêdaredanê li her yek ji welatên Misir û Surîyê dilhêsayî be, lê ragihandiye ku ew rêje heman ew rêjeya sêdaredanê ye ku evê rêkxistinê di sala 2011 de li her 6 welat tomar kiriye. Li gor evê raporê 557 kes li Iraq, Îran, Felestîn, Siûdîye, Yemen û Îmaratê sizayê sêdaredanê bi ser wan de hatiye cîbicîkirin.

Herwiha rêkxistina Lêbihorîna navdewletî di raporta xwe ya îsal de ragihandiye, ku cîbicîkirina sizayê sêdaredanê li welatên nawçeyê berdewamî heye û li her yek ji welatên Îran, Siûdîye û Yemen gelek zêde bûye û ber bi rêjeyeke metirsîdar ve çûye.

Her li gor evê raportê, Îran piştî Çînê bi pileya duyem di cîbicîkirina sizayê sêdaredanê de dihê û daye xuyakirin, ku di sala 2012 de bi fermî 314 kes li Îranê hatine sêdaredan.

Komara Îslamiya Îranê li herêma Rojhilata Navîn pileya yekem a darvekirina mirovan heye.

Li gor çavkaniyan piraniya girtiyên mehkûm bi darvekirinê di zîndanên Komara Îslamiya Îranê bi sûçên wala wek :Bazirganî kirin bi madeyên hişber, Dijberiya Xwedê, xebat li dijî ewlehiya netewî û bi xasmanî girtiyên siyasî yên netwên Îranê bi tawana alikarî û yan endametî di partiyên Kurdistanî de dihên darvekirin.

Rêjeya han li demekê deye ku gelek ji wan kesên ku dihên darvkeirin b awayek weşartî û dur ji çavên xelk û medyayan dihên darvekirin.

Niha pitir ji 20 girtiyên siyasî yên Kurd dinava zîndanên Komara Îslamiya Îranê de heps kirîne û egera cîbicî kirina hûkmê wan heye.