Komara Îslamî û siyaseta terorê li ser tak û civakê (beşa 1)

15:14 - 27 Şibat 2013
Unknown Author
Sarya Azer

Çemka Terorîsmê ku roja îroyîn di asta cîhanê de, bi kiryarên tunûtîjiyê tê nasandin, weke çemk û rêbaza hin komên çekdar yên ne yasayî, ku ji xêncî karê terorîstî xwedî çi pêgeheke siyasî û yasayî nînin, tê zanîn. Lê gelo eger ew yek berevajî bibe, wê çawa bê nirxandin. Mebest ew e ku gelo tunûtîjiya ku hin hikûmet û dewletên qaşoka yasayî û hilbijartiyên gelan, bi kar tînin, ne terorîsme?

Ji bo ravekirina wê yekê, nêrînek dûbare li ser şoreşa 1357ê ya gelên Êranê û desthilata Komara Îslamî, dikare bibe alîkar. Gelên Êranê di 1357an de, ruxmî hemî zext û fişarên sîyasî û nebûna zemîneyên demokratîk, li welatekî ku di bin desthilatdariya 50 sale ya paşayetiyê de bû, îradeya xwe ya hemwelatîbûn û xwederketin ji normên demokrasiyê, nîşan dan û şoreş kirin.  ji bo serketina wê jî bedîlên mezin dan.

Gelên Êranê ji çîn û komên cuda cuda yên civakî, bi nêrîn û baweriyên cuda, li hev kom bûn û îradeya hemwelatîbûnê û daxwaza xwe ya beşdarî di siyaset û guhartina destûra bingehîn de, bi yek dengî dan nîşan dan.

Lê paş derbazbûna zêdetir ji 30 salî, ji ser wê şoreşê ve, rewşa îroyîn ya wî wlatî,ciyê van pirsyaran e ku gelo” tine şoreşkirin bes bû?” gelo”tine  şoreşkirin bi wateya beşdariya siyasî û îradeya hemwelatîbûnê ye?”

Helbet ku tine şoreş kirin bes nebû. şoreş mafê rewa ya gelên Êranê bû ku weke hemwelatî, di dîyarkirina çarenûsa xwe de, beşdar bûn û di guhartina desthilatê de, rol leyist. Lê di hember wê de, desthilata tazekar, bi terorîsmê û tûnûtîjiyê, narewabûna xwe, li ser gelên Êranê sepand û bi vî awayî ew yek, heta roja îroyîn parastiye.

Desthilta nû ya ku paş şoreşa gelên Êranê hate ser kar, bawerî û şabûna gel ji serketina wê şoreşê, ji xwe re derfet dît û ji wê îstifade kir. Xiyanet bi armancên gel, ji bo şoreşê, bi damezirandina desthilatdariya Komara Îslamî ya Êranê re, derket hole. Otorîteya bê sînor ya saziya wilayetê Feqîh, weke bi hêztirin saziya biryardanê, xiyaneteke din ya eşkere bû ji îrade û vîna gelên Êranê re.

Desthilata nû, bi derfetzanîna westiyan û mandîbûna gelên Êranê, bi lezgînî dest bi sazîkirina xwe kir û weke Oxtapûsekê, rehên xwe, di hemî warên civakî,siyasî, ekonomî de, kûr kir. Şerê Êran û Êraqê ji alîkariyeke mezin bû, ji armancên ne yasayî ya wê desthilatê re. 

bombebarankirina bajarê Sine,  paş derbazbûna mehekê ji hatina serkar ya wê desthilatê, û her wuha hêrişa li ser Kurdistanê bi gîştî, bi fermana Xûmeynî di 28 gelawêja 1357ê û kuştina bi komî ya Kurdan li Qarna û hin gund û bajarên din yên Kurdistana Rojhilat, serkûtkirin, girtin, kuştina nerazî û berhelstkarên xwe, mînakên eşkere ne ji terorîsma dewletî, ku ji bo şikandina vîna serbixwe ya gelan di Êranê de, û bê hêzkirina welatiyan , li hember desthilatê paş şoreşê, hat bi rê ve birin.

Bi wateyeke din, şoreşa gelên Êranê di guhartina desthilatê de, bi serketî bû, lê di gehîştina bi armancên xwe de, ku beşdariyeke demokratîk di desthilat û siyasetê de, û her wuha gehîştin bi mafê xwe yê rewa ku mafê hemwelatîbûnê bû, bin ket û dorand.

Gelên Êranê îro westiyayîtir ji serdema destpêka şoreşê ye. wan şoreş kirin lê bêyî ku mecala hilbijardinê û bîrkirinê bibînin û ser xwe ve bên, di 1358ê de xwe li ser qûtiyên refrandom û dengdana ji bo Komara Îslamî  re, dîtin. 

Ji bo wê jî aşkere ye ku hatina ser kar ya wê desthilatê, ne yasayî ye û ew, nûneriya hemî çîn û komên civakî û komên etnîkî, netewî û olî di wî welatî de, nake. 

Neyasayî bûna wê desthilatê bi xwe sedemeke mezin e, ji bo ku bê zanîn ew desthilateke seqamgîr û paydar nîne. Sedemeke din ji bo isbata wê nêrînê, terorîsma dewletî ye ku ew desthilat rojane li ser gelên civaka xwe bi rê ve dibe.