Komara Îslamî û siyaseta terorê li ser tak û civakê (B.dawî)

14:24 - 11 Adar 2013
Unknown Author
Sarya Azer

Terorîsma ku ji bo parastina mafên komeke biçûk ya otorîter, ku xwe nûnerê hemî gelên Êranê ji her çîn û baweriyekê dizane, tê bi rê ve birin. Lê di rastî de rewşa civaka Êranê behsa nebûna biçûktirin mafên însanî dike.

Ji bo ravekirina wê nirxandinê berçevgirtina rewşa saziya malbat, di civaka Êranê de, pêwist e.

Di malbatên Êranî de, kêşe, li gor karakterên regezî, temen û pêşeyî, tên guhartin.

Mînak eger di civak û malbateke Êranî de karakter keç be, di gotinek sade de, ew ji hemî mafên seretayî weke hilbijardin, xweî îradebûn û her wuha mafên wekhev ji derfet û îmkanatan bi Kurdan re, bê beş e. zewacên zorî,  nexwendewarî, xweşewitandin, telaq, leşfiroşî, kuştinên namûsî û … jî mînakên xesarên civakî ne ku, ji wê rewşa keçan derdikevin hole.

Genc di malbateke Êranî de, li gor rewşa nelbar ya ekonomîkî, nebûna derfetên kar, û nebûna bernameyên sermaguzarî û xizmetguzariya dewletî, karektereke bê vîn û îrade ye. Bi hêsanî tê dîtin ku li Êranê genceke 30 salî, li bara ekonomîkî ve, serbixwe nîne û girêdayî malbatê ye. nebûna putansiyeleke dînamîk, bikaranîna madeyên hişber, nezewicîn, zêdebûna destdirêjiyên cinsî, destdirêjiyên li ser mehrem di çarçeva malbatê de, xemokî, bêhêvîtî û gelek kêşeyên din, xesarên heyî ne ku ji rewşa gencan di malbatên Êranî de, serçave digre.

Eger karekter jin û mêr ya hevjîn bin: Nebûna yasayên wekhev yên medenî, bi xwe sedemeke mezin e ku zulm di her malbateke Êranî de, li ser jinan bê kirin. Ew li gor wan yasayan ji mafên wekhev di yasayên medenî,sizayî û siyasî bê beş in. jineke telaq girtî bi wateya temam şikestxweriye û dibê ku xwe ji gelek kêşeyên civakî re, di her warî de amade bike. Ew nikare mafê hezaneta zarokan bigre stuyê xwe. Ew heta 40 salî jî nikare bi tenê, sefer bike û dibê îzna bav û birayên wê hebe.

Ew ji mafê mîratê mere xwe tine ji 8 paran xwedî parekê ye. jina telaq girtî ji bo standina mafê xwe ji mêr, gerek bi salan di korîdorên dadgehan de, xwe biwestine. Gelek caran jî ruxmî tunûtîjiyê, hakim û savcî, ji wê dixwazin ku ji doza xwe derbaz be û vegere ser jiyana xwe ku rojane tê de heqare, lêdan û serkûtkirina malbatî heye. li gor wê rastiyê, amar nîşan didin ku jinên tunûtijiyê di malabtan de dibînin, tine 30% wan rû li dadgehan dikin. Her wuha li gor amaran, tunûtîjiyên malbatî li ser jina, zêdetir ji karesatên xwezayî û nexweşiyên kuşende, jiyana jinan, dixin bin metirsiyê û dibin sedema mirina wan.nexweşiyên derûnî, destdiyêjiyên maln\\batî û lêdan, kuştin û … gelek karesatên din mînakên rewşa jinan e di malbatên Êranî de.

Di çarçeva civak û yasayên Êranê de, jin û zarok bê hêztirîn û bê piştivanetirîn çînên civakî ne ku rojanê bi terora malbatî û civakî û dewletî re, rûbi rû ne.

Mînakên wê zêdebûna rêjeya zarokên kar û kêmbûna temenê leşfiroşiyê li Êranê heta 13 saliyê, cudasaziyên regezî di her warên civakî de, cerîmekirina jinan û keçan, ji ber cora liberkirina wan û hicaba zorî, zêdebûna jinên kartonxwab û  bikarhênerên madeyên hişber in ku her ku diçe rêjeyan wan zêdetir dibe.

Di malbatên û civaka Êranî de ger, karakter siyasî û rewşenbîr be, rewş nayê guhartin. Belkû xirabtir e. girtin, şikence, sirgûnî û darvekirin, ji aliyê desthilatê ve, ji wan re tê çaverê kirin.

Terorisma dewleti, li wî welatî, di yasayên sizayî de, carek din derdikeve hole. Darvekirin, ricimkirn, birîna dest û tiliyan ji ber dîyardeya diziyê, mînakên wê ne.

Desthilata narewa, bê yî ku bernameyên çaksaziyê, ji bo kêşeyên civakî bigre ber xwe, mafê jiyankirinê ji mirov digre. Lê tê zanîn ku bi bername, desthilat dikare, bi mifabûna însanên xilafkar, di girtîgehan de, bixulqîne. 

Desthilat, di hemî warên civakî, malbatî û kesayetî de, bi mafê xwe dizane ku destêwerdanê bike. Lê di hember wê de, mafê bêkarî, mafên sosyal(temîn êctêmayî) û mafê takekesiyê ji take civakê re, bi rewa nizane.

Bi gîştî, terora desthilatê li ser civak û tak, bi xwe nîşana na rewa bûn û neseqamgîrbûna wê ye. ev yek jî, nîşan dide ku stûnên wê ku civak û tak e, wê bibe sedema hilweşîna wê.