Kolberekî xelkê Urmiyê bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê hat kuştin

14:18 - 20 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Kolberekî din yê kurd li deverên sînorî ên Mirgewer a Urmiyê bi destê hêzên leşkirî ên hikûmeta Îslamî ya Îranê jiyana xwe ji dest da.

Li gor ajansa nûçegihaniya KUrdpa, êwariya roja sêşemî, 18ê Tebaxa 2015an, kolberek kurd bi nave “Babaxan Ehmedweş” ê 39 salî û xelkê “Keçele” ya ser bi Urmiyê bi sedema teqeya hêzên leşkirî li deverên sînorî ên MIrgewer de jiyana xwe ji dest da.

Ew kolberê kurd xêzandar û bavê sê zarokan e û bi armanca dabînkirina bijîva jiyana malbata xwe rû ji deverên sînorî ên Îran- Tirkiyê kiribû.

\"28427.jpg\"
Babaxan Ehmedweş
Çavkaniyek haydar basa vê yekê kir ku termê ew kolberê kurd jib o pizîşkiya dadweriya Urmiyê hatiye veguhastin û heya niha radestî malbata wî nehatiye kirin.

Çend rojan berî niha jî kolberekî din bi nave Emced Remezanpûr li devera sînorî ya Seyranbend a Bane de bi teqeya hêzên leşkirî hatibû birîndar kirin.

Hejmarek berbiçav ji hevwelatiyên kurd ên xelkê deverên sînorî bi sedema nebûna pîşeyek hêja û tendurust rû ji karê kolberî li sersînoran kirine û pir carî jî rastî kuştinê tên.

Heya niha tu yek ji bikojên kolberên kurd ji aliyê nawendên qezayî ve lêpirsîn bi van re nehatiye kirin û li hin haletan de jî bi çavê tawanbar ve mêzeyî kolberan dike.