Kirmaşan/Pevçûn bi avêtina têzavê bi dawî bû

15:15 - 20 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema bûyereke reşandina têzav (esîd) ê, li 4 rêyeke bajarê Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, sivîlek hat birîndar kirin û çend endamên leşê wî şewitîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi du rojan di bûyereke avêtina têzavê de, welatiyekî 47 salî li Kirmaşanê bi tundî hat birîndar kirin û ew demildest rakirin nexweşxaneyê.

Avêtina têzavê li 4 rêya Besîc a Kirmaşanê pêkhatibû û hîna jî nasnameya kesê tometbar nehatiye eşkere kirin.

Waliyê Kirmaşanlê li ser vê pirsê nûçegihaniya “Îrna” re ragihandibû: “Bûyer bi sedema nakokiyên malbatî hatiye holê ku polîs sedemên vê yekê bi hûrbînî dê bişopîn e.”

Wî amaje bi vê yekê jî kir ku kesê têzav bi ser de hatî reşandin li gel yê têzav avêj gotgota ku encamên pevçûnên bi xwe digrin domandiye; wî (tometbar) jî nekariye xwe hember wan gotinên tund rabigre û bi awayekî nemirovane bi têzavê bersiva wî daye.

Rewşa giştîê ya kesê birîndar ku zêde pişt a aliyê çep yê leşê wî şewitîn e, normal hatiye ragihandin.

Havîna borî jî jinekî li welatê Îranê bi avêtina têzavê bi nav komeke rêwiyên otobûsekî li Kirmaşanê, 6 jin û 2 mêrd birîndar kirbûn.

Di yasaya welatê Îranê li ser avêtina têzavê; gor xala 273 ya cezadanê, endam hemberî endam tê qisas kirin.(tole tê standin)

Mohemmed Mustefayî -Hiqûqnas li Norwecê bi bertekdan hember wê xala hiqûqî ya Îranê gotiye:“Cezadaneke dadperwerane bo kesê têzav avêj li yasayê da nîne, ango hekî bi şûna qisas kirinê cezyê hepsê yên 30 heya 40 salî berçav bê girtin, ji hukmê tolhildanê baştir e.”

Hikûmeta Îslamiya Îranê bi rêya kesên tund rê yên ser bi Besîc û Sipaha Pasdaran, jêr navê Dawet kirin bi başî û Durxstin ji xirabî, avêtina têzavê wek rêyeke parastina hîcab (xwedapoşandin)a jinan li civakê destnîşan dike.