Kirmaşan/ Mamostayên kurd li ser kar tên avêtin

16:48 - 15 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Ji destpêka xwendina îsal ve pêşî ji wanegotina mamostayên kurd tê girtin ku xwendina karnasiya bilind hene.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berpirsê zanîngeha Azad ya bajarê Kirmaşanê ragihandiye ku damezrandina mamostayên zanîngehê ku bawerînameya karnasiya bilind ya zanîngeha azad hene, piştî guhertinên berfireh ên zanîngeh û nawendên perwerdehiyê yê bajarê Kirmaşanê tê.

\"28358.jpg\"
Berpirsê wê zanîngeha bajarê Kirmaşanê li rêûresma roja nûçegihanan de ragihand ku tu bernameyek ji bo avakirina zanîngehek nû yan jî têkelkirina yekeyên zanîngehê ninin.

Qenberî bi nûçegihaniya Fars re daye zanîn: Anîna heyetek zanistî jib o zanîngehê, tenê pêşîgirtin e ji wanegotina mamostayên qerardadî ku bawerînameya karnasî a bilind hene û eve jî li halekê de ye ku Zanîngeha Azad ya Kirmaşanê wergirtina wan mamostayan ji çalakiyên herî sereke ên xwe zanîbû.

Tê gotin ku heqdestê van mamostayên ku li wane li zanîngehan de dibêjin, pir kêmtir e û hevdem li gel pêşîgirtina wan ji wanegotinê jî, rêjeya bêkariyê li parêzgeha Kirmaşanê de zêde dike.

Berê jî endamê komîsyona Enerjiyê, feraksiyona ferheniyan û perwerdeya bala lid or heqdestê mamostayên zanîngehê de ragihandibû: “ Ev rêje ji heqdestê han, bêrêzî bi wan xwendewaran e ku bi salan ked û zehmetî jib o standina bawerînameyê kişandine”.