Kirmaşan/ Hevwelatiyekî kurd bi teqeya hêzên hikûmetî hat kuştin

14:07 - 13 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Teqekirina hêzên hikûmetî li yek ji taxên bajarê Kirmaşanê de kuştina hevwelatiyekî kurd li pey re hat.

Li gor rapora nûçegihaniya Kurdpa, hevwelatiyekî kurd ê xelkê Kirmaşanê li dema rewiyan ji destê hêzên hikûmetî bi teqeya rasterast jiyana xwe ji dest da.

Bûyera han li taxê 22’ê Behmen a bajarê Kirmaşanê de qewimiye û polîsê wî bajarî bi hinceta cihgîrkirina ewlehiyê teqe ji wî xortî kirine ku piştre li nexweşxaneya wî bajarî de jiyana xwe ji dest daye.

Fermanderê hêzên leşkirî yê Kirmaşanê ragihand ku ew xortê kurd li dema destbiserkirinê de hewla helatin û rewiyanê daye û li encamp de ji aliyê hêzên leşkirî ve teqe jê hatiye kirin.

Nûçegihaniya Îsna ji zarê wî berpirsê hikûmetî ve daye zanîn ku polîs tu rêz û pêgehekê bo van kesan dananêt.

Li gor yasayan, bikaranîna çekê ji aliyê hêzên hikûmetî li demekê de ye yan li demekê de dikarin teqe ji kesê tawanbar bikin ku êrîşê bike ser meimûrê hikûmetî û li egerek wusa de dikarin li navqedê ber bi jêrtir bihingivin.