Kilîsaya “Heftewan” şûnwarê dîrokî ê Selmasê hêdî hêdî jinav diçe

17:03 - 16 Nîsan 2012
Kurdpa: Kilîsaya Heftewanê ku wek yek ji şûnwarên dîrokî ên herêma Selmasê tê hesibandin tehlûkeya jinavçûnê li ser e.

Ew kilîsa li gundê heftewan li sê kîlometriya başûra vî bajarî de hilketiye û ew gund xwediyê çend şûnwarên din ên dîrokî ye û kilîsaya Heftewan jî yek ji wan e.

Dîroka vê kilîsayê vedigere bo serdemê hikumeta Sefewiyan û li 19’ê Reşemeya sala 1380’î de ew kilîsa li rîzbenda şûnwarên millî ên Îranê de hatiye bicih kirin.
\"4205.jpg\"

\"4206.jpg\"