“Kezî”awirek heftiyane bi pirsgirêkên jina li ajansa kurdpa

12:56 - 18 Adar 2013
Kezî: heftiya 4ê heyva Isfenda 1391
Ajansa kurdpa: bi armanca pêdagiriya here dilxwaz a nûçên girêdayî bi aliyên jinan, ajansa nûçe gihaniya kurdpa berçav girtiye bi forma heftiyane raportek nûçeyî bi navê “ Kezî” biweşîne.


Armanca bingehîn a weşana wê raporta taybet bi jinan, nêzik biniyek hûrtir ser gişta carên berpê kirina mafên jinan û her wisa hemû çalakiyên ku ji aliyê jinan an dezgehên girêdayî bi wan tê kirin.

Bi hegera berpanî û zor giringiya wê hindê û her wisa nebûna derfet bo pêdagiriya wê hindê, Kezî bi formek ron , ser pirsgirêkên herêmên kurdrûniştî dixebite, lê mana wê hindê ne ewe ku herêmên xeyrî kurd rûnîştî neyên berçav girtin û ajansa kurdpa li tekoşîn deye ku li raportên Kezî de ser pirsgirêkên wan bixebite.

Kezî berçav girtiye xêncî cîbicî kirina raporta heftiyane, seba dukumentarize kirina wan û wegerana avirên çalakên aliyên jinan, hevpeyvînek tev çê û biweşîne.

Li raporta wê heftiyê de, bangkirina Azer Tahir abadî bi wezareta ewlehî , xwekuştina keçik ciwan li Serdeşt, mirina jinek ciwan li Serv abad, derkirina xwendekarek kurd lo Islam abad a rojava, mirina jinek bêmal li Meşhed, girtina xwendekarek weblagnûs, xweşevitandina nûserek paşî berdan ji girtîgehê û berdana Esel Ismaîlzade yê analîz bikin.

Kurdistan

\"11553.jpg\"
Bang kirina Azer Tahir abadî bi ofisa bidûçona wizareta ewlehiyê


Gorek nûçên weşayî, heftiya borî de Azer Tahir abadî ji jornalîstên şarê Kengawer li parêzgeha Kirmanşan bi ofîsa bidûçona wizareta ewlehiyê hat bang kirin.

Hatite gotin ev xebatkarê çandî bi hegera weşandina pirtûk û raportan li heftînama”Xerb” û ajansa nûçeyiya Mukriyan bi Tehranê hatiye bang kirin.ew ji endamên “ Serayê ahlê qelem” e ku li 10ê abana îsal, tev hinek ji endamên wê komê li Tehran, ji aliyê hêzên asayişê hatibû girtin.

Xwe kuştina keçik nûciwan li Serdeşt

\"11558.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, roja çarşem, 16ê heyva Isfend, keçik bi navê” Pervîn Resûlzade” kiça Resûl, rûniştiya yekik ji taxên şarê Serdeşt bi xwekuştinê kutayî bi jîna xwe anî.

Heya niha ji heger û çawabûna xwekuştina “ Pervîn” ê çi agadariyek nehatie weşîn.

Gorek statîstîkên li sentera statîstîka nûçe gihaniya kurdpa, ji despêka demsala zistanaê heya niha 16 car qewimîna xwekuştina jinan li herêmên kurdrûniştiyên Îran hatiye tûmar kirin ku ji wê gelemperê 9 car bo forma xweşevitandinê bûye.

Ev statîstîka gorek raportên tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa kurdpa weşiyane û renge hejmara serast
Ji vê jimarê jî zêdetir be.

Hatin kuştina jinek ciwan li Serwabad

\"11560.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, roja înî, 18ê heyva Isfend, jinek ciwan binavê” Zeiferan Mihemedî” kiça Ewdila rûniştiyê gundê Hezar xanî ji dewera şaristana Serw abad hate kuştin.

Zeiferan a 30 salî paşî hatin pêya pirsgirêkan tev mêrê xwe, wedigere malbaba xwe ku roja înî ji alyê babê xwe tê kuştin. Ewê ku xwedî 5 zarokane paşî fetisandinê canê xwe ji dest daye.

Gorek statîstîka tûmar kirî li sentera ajansa nûçegihaniya kurdpa, ji despêka îsal heya niha 14 jin li herêmên kurdrûniştiyên Îranê bi destê malbatên xwe hatine kuştin.

Ev statîstîka gorek raportên tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa kurdpa weşiyane û renge hejmara serast
Ji vê jimarê jî zêdetir be.

Der kirina keçik xwendekara kurd ji zanîngeh

\"11554.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, yekik ji xwendekarên zanîngeha Kurdistan bi navê “Esma Çêşmê Kebûdî” rûniştiyê Sinê, bi tometa endametî li “ Mekteba Qur’an” ji xwendekariyê hatiye ragirtin. Ev mamostê hukûmî li wezareta hûnkarî û perwedeya Kamiyan a “ debîristan a Fatimê Zehra” ye ku li tenişta hinkariyê kariye belgenama karnasiya bilind a bîrkarî bi navê xwendekarê bijartî werbigre.

Esma li testa doktoraya bîrkariya analîz a îsal de bi nimra here bilind li zanîngeha Kurdistan de tê wergirtin ku paşî kutayiya testên têrma yekim li 24ê heyva Behmen ji aliyê berpirsê gurûpa birkarî pêre tê ragihanin ku ji zanîngehê hatiye derxistin.

Ev bi tometa han dana xwendewan û mamostayan bi amanca cidatî xistina nawa ol û bi caran belawok dan li “ dabirêstan a Fatimê Zehra” a şaristana Kamiyaran li heyvên Mehr û Abana a sala xwendin 91-92 bi nawerokên wek : kensêl kirina lîsansa duxtoran yên sunnî, zordestiya netewî û oliya sunniyan li Kurdistan û sêrî polîtîken riftar tev sunniyên Îranê ji zanîngehê hatiye derxistin.

Xwekuştina keçik xwendekar paşî berdan ji girtîgehê

\"11559.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, keçik xwendekar ji xelkên “Islam abad a rojava” a parêzgeha Kirmanşan, paşî berdan ji girtîgeha dezgeha ewlehiya hukûmeta islamiya îran kutayî bi jîna xwe dide.

Hennanê Ferhadî mideyik pêş niha ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îran hatibû girtin.

Evê paşî hatin berdan bi çeka tehpir şêlikî bi xwe kir û canê xwe ji dest da.

Ji aliyek din wizareta ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê binemala vê xwendekarê ketibû ber hereşê ku nabe ew qewimiya bikeve berbasan.

Hennanê Ferhadî xwendekara asta karnasiya bilind a zanista polîtîk bû ku şend roj pêş niha bi hegerek nekivş bi çeka nêçîrwaniya tehpir bi jîna xwe kutayî anî.

Li 15ê heyva Dêy a îsal jî keçik ciwan bi navê” Şilêr Ferhadî “ a 23 salî, ji xelkên gundê Qele Gilîne a kozeran li parêzgeha Kirmanşan bi şêlikiya gulle kutayî bi jîna xwe anî bû.

Ewê jî belgenama Lîsans ji zanista polîtîk hebû ku li heyva Mêhr a îsal bi destê dezgehên asayişê hatibû girtin û midê 4 heyvan li ciyek nekivş hatibû ragirtin.

Îran

Mirina jinek bê mal û reşandina esîd bi keçik ciwan li Meşhed


\"11555.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, li çend rojên borî de jinek bêmal li şarê Meşhed bi sedema seqem û sirê canê xwe ji dest daye.

Kesatiya wê jina 35 salî heya niha nehatiye ron kirin û termê wê bo lênêrîna midîkal bi pizişkê qanûnî a Meşhedê hatiye raguhastin.

Polîsê taybetî yê qetlê ragihandibûn ku ew jin li naw kartonan de dirazayî bûye.

Ji aliyek din keçik 19 salî li hemen şarî de ji aliyê kesek nenaskirî ketiye ber hêrişê.

Ewî paşî reşandina esîd ser bedena keça ciwan ji cê qewimûnê revîye.

Girtina keçik weblag nûs li Şîraz

\"11557.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îran li wan rojên borî de, Bedrî Sefyarî, ji xebatkarên weblag nûs li Şîrazê girtine û bi ciyek neron raguhastine.

Bedrî Sefyarî, xwendekara zanîngeha Kuar a fars û nûserê weblog a Sofî roja çarşem 16ê heyva Isfend paşî wegerîn ji şar bo zanîngeha Şîraz, bidestê 3 ajanên sivîl hatiye girtin.

Ajanên asayişê paşî girtina wê hevwelatiyê çone malbaba wê û mala wan wekolane, dest danîne ser kamputer û kitêbên wê

Bedrî Sefyarî minêjerê weblog a Sofî li midê wan heyvîn axirê de, dest bi weşana raport û nûçên bara bandor û êşên danî bi derwêşên Gonabadî kiriye ku dikare yekik ji hegerên bingehîna girtina vê be.

Xweşevitandina girtiyek jin paşî berdanê

\"11550.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, Pervîn Xeffar xanî cêgirê pêşde yê xwendekariya zanîngeha azad ê islamî pişka zanistên midîkala Tehran, paşî berdan bi danîna barmita 50,000,000 tûmenî, agir berdaye xwe û rewşa tenduristiya wê bi zor xirab hatiye ragihandin.

Pervîn Xeffar xanî, nivîskar û helbestwan, li heyva Ordîbêhşt a sala 90ê bi hegera faylek cezayî bi dadgeha Xanêwadê a Tehran, keti li xiyawana Xark diçe ku paşî pev nehatina tev qaziyê faylê bi navê Xakpûr bi tometa tohîn bi rêberiyê hat girtin û raguhastiyê girtîgeha Êvîn hat kirin.

Ew ku ji ber nexweşiya M.S. êş dikêşîne, bi danîna barmita 50, 000,000 ji girtîgeha Êvîn hat berdan.

Pervîn Xeffar xanî bo protesto kirina rewşên hatî pêş agir berda xwe ku rewşa tenduristiya vê bi zor xirab hatiye ragihandin.

Daxwaza vê ku ji barmite derketina mala babê ji barmite bûnê heya niha bi cî nehatiye.

Esel Ismaîlzade ji girtîgehê hat berdan

\"11552.jpg\"
Gorek nûçên weşayî, Esel Ismaîlzade ji xebatkarên polîtîkiyê girtîgeha Êvîn, paşî bihorandina hukmê xwe, şeva pêncşem, 24ê heyva Isfend ji girtîgehê hat berdan.

Ewê 11ê heyva Ordîbêhêşta a sala borî li dema wegerîn bi malê hat girtin û midê 31 rojan li sillûla tekekesî a benda 209ê derbaskiriye û li heyva Xurdad a sala 90 bi danina barmita 100,000,000 tûmenî bi formek katî hatibû berdan.

Esel Ismaîlzade bi tometa” propaganda dij bi sîstema hukûmet” û “ kombûn û alikarî bi amanca xebitîn dij bi asayişa netewî” li 17ê heyva Dêy a sala borî li şaxa 26a dadgeha şorişa Tehran bi serokatiya Qazî Pîr ebbas bi 4 heyv girtina teizîrî û 8 heyv girtina ragirtî hatibû mehkûm kirin.

Ji aliyek dinm Şîva Nezer Aharî paşî drbaskirina 184 roj girtin, roja sêşem 22ê heyva Isfend, bo 3 rojan bi mirexesiyê hat şandin.

Serçav:
Ajansa nûçegihaniya kurdpa
Komîta raportêrên mafên mirov
Nûçe gihaniya mafên mirov hirana
Bîroya agadar kirina Mektebe Qur’an a Kurdistan

Ev raporta li pişka kurdî a ajansa nûçe gihaniya kurdpa wek xwe û bi navê “ bermûr” tê weşîn.

Bermûr ji tîtikên ciwankariyê û curek gerdenbenda jinane.