Kezî’ raporta heftiyane aajansa kurdpa ser pirsa jinan

13:09 - 10 Nîsan 2013
Heftiya duyê a heyva Xakelêwa sala 1392
Ajansa kurdpa bi armanca berçavtir kirina zêde û analîza girêdayên taybet bi jinan, her heftiyê raportik bi navê ‘Kezî’diweşîne.


Amanca bingehîn a weşana wê raporta taybet, berçavtir kirina berpê kirinên der heq jinan û her wisa gelempera çalakiyên jinan ku ji aliyê jinan û rêxirawên girêdayî bi jinan tê kirin. Bi hegere berpanî û giringiya wê babetê û her wisa nebûna dengdan ji naw medyayan de, “Kezî” bi formek dariştî dixebite ser babet û pirsgirêkên jinan li nawçên kurdrûniştiyên Îran; lê mana ne ewe ku nawçên Îranên yên din tên pişt guh havêtin, ber vê ajansa nûçe gehaniya kurdpa hewl dide gorek derfetê, giringî bi hemû nawçên din yê Îranê jî bide.

Li raporta wê heftiyê de; xwekuştina jinek li Pîranşar û hevpeyvîn tev yekik ji xebatkarên jinan di bara xwekuştinê, hatin kuştina keçik bi destê biyarê xwe li parêzgeha Gulistan û berdana 2 xwîşkê bawirmendê ola Behayî û rûniştiyê şarê Meşhedê, tînin ber bas.

Kurdistan

Jinek 38 salî li Pîranşar bi hegerek neron xwe dardakiriye û sedem de kutayî bi jîna xwe aniye.


\"11935.jpg\"
Gorek nûça gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêzûya roja sêşem, 6ê Xakelêwê jinek bi navê “Meisûme” 38 salî bi sedemek neron mala xwede xwe kuşt u kutayî bi jîna xwe anî. Nesrîn jina” Ewdilqadir” xwedî 3 zarokan bû.

Hunek sereçav basa wê hindê dikin ku ew jin tûşî nexweşiya Depresiyon hatibû, lê heya dema weşana vê nûçê, hegera xwekujiya navbirî nehatiye zanîn.

Gorek statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa kurdpa, li midê sala borî de 40 jin li nawçên kurdrûniştiyên Îranê kutayî bi jîna xwe anîne ku ji gelempera wê hejmarê 5 ji wan li rêka xwe dardakirinê bûye.

Ajansa kurdpa ber analîzek zêdetir a wê pirsgirêkê, tev yekik ji xebatkarên jinan ser hegerên xwekuştin û rêkarên tûş bûn bi wê peyda buya civakî li Kurdistanê, hevpeyvinek kurt tev “ Seher Dînarwend” kiriye ku wira de tînin ber bas.

Bilintir bûna asta zanîn û şarezayiya jinan û her wisa agadar bûn bi mafên xwe , zêde bûna jimara xwekuştinê lê ketiye.

\"11934.jpg\"
Seher Dînarwend: mixabin bilind bûna jimara xwekuştina jinan û hatin kuştina wan, nîşandeka tirajêdiyek hejînere li Kurdista a Îranê de.
Normal bûna wê pirsgirêkê naw me de, bi berçav negirtina xwekuştin û hatin kuştina jinan, derbek girane bo civakê ku bi hêsanî nayên qerebû kirin.

Ser vê hindê, bijartina xwe kujî, bi teke rê bo derbaz bûn ji pirsgirêkan dizanin û wê nawbendê de xweşevitandin wek zêderewşa kutayî bi jîn anîna xwe bi kar tînin û jin xwestine bi wê rewşê bo protêsto kirina jiyana neberaber bikar dibin ku ji awirê min “xweşevitandin” formek ji tolhildan têde hatiye weşartin.

Ez hegerk din a bilind bûna jimara xwekuştina jinan ber têgihîştin û agadar bûna jinan bi mafên xwe nawa civakê digerînim ser ber wê hindê ku li civaka xêlî û mêr salarî de, mafên jin bi fermî nayên nasîn û berçav nayên girtin.

Her wisa nebûna yasayek ku piştgirî li jinan bike ku dibe sedema wê hindê ku jin seha tinêtî bike û hêza çê kirina guhirînan namîne û sedem ji naw birina xwe teke rêya rizgariya xwe dimeşînin.

Hegerên wê peydabûyê gişt kes re ron û eşkereye û kultûra xêlî, deb resmên eşirtî, ol , mêr salarî, nebûna yasayik ser hêmanên mafên mirov, nebûna rêxirav an senterên hukûmî ku dema pêşhata her pirsgirêkik bo jin, piştgirî ji jinan bike.

Li civaka xêlî de hemû riftar û rabûn-rûniştina jina dibe averû a binemalê û jin bi namûsa mer tê hesibandin û mêr jî bi parêzwanê wê averû û namûsê tê hisêb, ku wisa bû bo parastina wê averûyê derfetê didin her cur tirajêdiyek pek bine û heye

Azadiya jinan azadiya civake
Her çi ku peydabûya xwekujiyê taybet bi civakek nebûye û li hemû ciyên dinya de heye, lê li Kurdistan de bi sebeba ji hal bi der bûna asayişî û xêlî bûna bingeha civakê, rêkên bo hember rawstana xebatkarên jinan ji wê aliyî de daye daxistin.

Seher Dînarwend ji wê barê de dibêje: ser wê peydabûyê gelik niqaş kirine û ji aliyên xebatkarên jinan de çendîn konfiransên taybet bi rêwe çone, hinek gotin û babetên cur bi cur hatine nivîsandin ku ev peydabûya tim hatiye mehkûm kirin û bi dilniyayî bo şar kirina xelk de rolek baş hebûye, lê heya niha kariye çi hejmarek ji xwekujiya jinan kêm bike.

Mixabin statîstîkên wê bas ji rastiyek tal dikin ku pêwîste xebatkarên jinan rêkarek nû bo hmber rawestan tev vê peydabûyê bidin ber xwe û bikin bi programa xebatên xwe.

Helbet rêkarek taybet û perfekt bo ji naw birina xwekujî, çinine û ev peydabûya li her der cîhan de heye, lê dibe bo kêmtir kirine hewlên xwe bînin ber holê.

Îran

Hatin kuştina keçik bi destê birayê xwe


\"11933.jpg\"
Li yekik ji gundên dewera parêzgeha Gulistan li bakûra Îran û çend rojên pêş newrozê de, kaçik bi destê birayê xwe can lê hat istandin.

Li wê qewimiyê de “Z.M.” ku temenê wê 18 sal bû bi derba kêran ji aliyê birayê xwe hat kuştin. Agadarên rewşê ragihandine, ew qewimiya ku roja pencşem 8ê Xakelêwê li gundê “ Lîwana rojava” hatiye pêş, bi hegera pirsgirêka nawa malê bûye.bêjerê sentera qwimiyan û orjansa pizişkiya Mazenderan ragihandiye: ew keça milê wê bi kêrê hatiye birîn kirin û bi sedema kûr bûna birînê pêş gihîştin bi nexweşxanê canê xwe ji dest daye.

\"11932.jpg\"
2 xwîşkê bawirmendê ola Behayî bi danîna barmite hatin berdan
2 hevwelatiyên Behayî ku li girtîgeha “Wekîl abad” a Meşhedê de li hewsê de bûn, paşî 185 roj ragirtin li girtîgehê, bi danîna barmita 300,000,000 tûmenî hatin berdan.

Nîka Xulûsî hevwelatiya Behayî û rûniştiyê Meşhed, li roja çarşem 5ê Rezbera sala 1391ji aliyê ajanên dezgeha ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê li cê karên xwehatibû girtin. Ajanên ewlehiya Meşhed, wê rojê de çobûne mala “ Nîka Xulûsî” û xêncî wekolîna mala vê dest danîn ser kampoter û hinek tiştên kasîna naw birî jî. Her wisa “ Newa Xulûsî” xwîşka “ Nîka Xulûsî” jî ji aliyê hemen hêzê hatibû girtin û raguhastiyê dezgeha ewlehiya şarê Meşhedê kiribûn. Ew 2 hevwelatiyên Behayî her yek bi danîna barmita 300, 000,000 tûmenî li roja şemî 10ê Xakelêwa îsal de ji girtîgeha “ Wekîl Abad” a Meşhedê hatin berdan.

Sereçav:ajansa nûçe nêriya kurdpa,
hawal nêriya HRANA,
hewal nêriya Fars.