“Kezî” raporta heftiyane a ajansa kurdpa

12:21 - 25 Şibat 2013
Hefiye yekê a heyva Şibata 2013’an

Ajansa kurdpa bi amanca zortir berçav ketin û analîza pirgirêkên girêdayî bi jinan, niha pêde her heftiê carek raportek bi navê “ Kezî” diweşîne.


Amanca sereke ji weşana wê raporta taybet, berçavtir kirina berpê kirinên bara jinan û herwisa gelempera çalakiyên jinan ku ji aliyê jinan û rêxiravên girêdayî bi jinan e dike.

Bi hegera berpanî û giringiya wê babetê û her wisa nebûna denwedana naw midyan de , “ Kezî” bi formek ron dixebite ser babet û pirsgirêkên jinan li nawçên kurd rûniştiyê Îranê, lê ew bi wê manayê nine ku nawçên din yê Îranê dikevin bengê , ber wê hindê ajansa nûçe gihaniya kurdpa hewil dide gorek derfetan, giringî bi gişt nawçên Îranê jî bide.

Raporta wê heftiyê, xwekuştina jinan li kurdistan û hevpeyvîn tev Mehîn Şukrullah pûr çalaka barê mafên jinan , mirina berşika kiçe kurdek xwendekar li tehran, der kirina kiçek Behayî ji zanistgeh, girtina hevwelatiye Behayî û analîza statîstîkek kurt ser bilind buna asta hejmara tûş bûyê nexweşiya êydz(HIV) û tûş bûyê narkozî li nawa jinên Îranê li xwe digre.

Kurdistan

Dirêjiya rewşa xwe kujia jinan li Kurdistan
\"11240.jpg\"
Li nûçan de weşandine, keçik li şarê Civanro bi hegera pirsgrêka komelatiyê agir berdaye bedena xwe û li sedsem de canê xwe ji dest daye.

Ser êwara roja duşem 30ê Rêbendan keçik bi navê” Firişte” li mala xwe de agir berdaye bi bedena xwe û kutaî bi jîna xwe aniye.

Firişte 19 salî buye û kiça “Ehmed” rûniştiyê taxa Bawecana şarê Civanro bûye ku bi hegere pirsgirêka komelatiyê agir berdaye xwe.

Ji aliyek din û gorek nûçeyek ku midyayê herêma Kurdistanê weşandine, roja 25ê Rêbendan jinek ku nasnanama wê eşkere nekirine li gundê “Payînço” a şarê Sinê agir berdaye bedena xwe û bi sedema bilind bûna asta şevtê li nexweşxana “ Tohîd” a şarê Sinê canê xwe ji dest daye.
Sebeba xwe kuştina wê jina kurd, cida bun ji mêrê xwe û pirsgirêkên naw malê hatiye ragihandin.

Gorek statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa kurdpa, ji despêka demsala zistanê li nawçên kurd rûnştiyên Îranê 11 jin dest bi xwe kuştinê kirine û kutayî bi jîna xwe anîne ku ji wê jimarê 6 kes ji rêka agir berdan bixwe we bûne.

Ev statîstîka hejmaran ji dukumêntên sentera statîstîka ajansa kurdpa ye tên weşan, ku dibe statîstîkek herî rast ji wê jî zêdetir be.
Xwe kuştin, mirina mirovek nine, belku li naw çona jiyanikê ye

\"11238.jpg\"
Ajansa kurdpa bi amanca zortir wekulana peydabûya xwe kuştina jinên kurd, hevpeyvînek tev Mehîn Şukrullah pûr yekik ji çalakên mafê jinan pêk aniye.

Ev çalaka mafên jinan ser wê bawirê ye ku jimara xwekuştinê ber bi kêm bûnê diçe û wê barê de dana agahiyên rast û rênimûniya pêwîst bi baştirîn rêk bo nehêlana wê peydabûyê hesiband.

Mehîn Şukrullah pûr : bê şik xwe kuştina jinan li Kurdistan peydabûyek hejêner û diltezîne. Caran tê bihîstin an xwendin ku jin an kiçên law, agir berdidin bedena xwe û bi wê formê kutayî bi jîna xwe tînin. Bê şik tinê wekheviya xwe şevitandinê , nîşandeka nexweşiya civaka meye.

Ew xwe kuştin û xwe şevitandin diltezîne, bi çi formek nikare rewş, rûk , heyî û hebûna jinan şanî bike. Bi hatina dewleta islamiya Îranê ser hukum, ev dewleta bo şikandin bizava nû a xelkê Kurdistan, jin kirine ermanc û bi despê kirina sîpelê tazên dardakirna jinan dest pê kir. Bi hizra wê hindê ku wêyîna jinan bişkêne, lê jin nawa girtîgehan û çepera Pêşmergatiyê dengê xwest û berxwedan bilind kirin heya niha jî ser vê rêçikê dozê dimeşînin.

Lê xwe kuştin her çi qas ku civaka mede wê kêm dibe, pêwîste bo ji naw rakirina wê peydabûyê hewlên xwe ser kok qelandina nexwendewarî, bab salarî an mêr salarî, nehêlana cidatî, deb û resmên sedsalên nawînî bibne serî.

Wê niwekê de babtirîn forma xwe kuştinê , xwe şevitandine, ku temenenê nawîna wan 15- 30 e. Ber wê hindê dana zaniyariya rast ser pêk anîn û çêkirina rewşek ku têde jin she bi cidatî tev mêran neke û hewdem bo rawestan hember kêşeyên komelayetî her bixwe birayar bidin.

Mirina bişik a kiçe xwendekarek kur li Tehran

\"11242.jpg\"
Gorek nûçeyek weşandî, kiçe xwendekarek kurd li zanîngeha Tehran bi formek bişik canê xwe ji dest daye.

Roja yekşem 29ê Rêbendanê yekik ji kiçên xwendekarên zanîngeha Tehran ê binavê “ Seyran Mecîdî” keça Esed bi hegerek weşartî canê xwe ji dest da.

Seyran Mecîdî xelkê şarê Bûkan û xwedekara têrma kutayiya karnasiya bilinda statîstîk a zanîngeha Tehran bûye.

Termê wê kiçe xwendekare ku li yekik ji morgên Tehranê ragirtibûn, roja sêşem 1ê Reşemê radestî binemala wê hatiye kirin û li şarê Bûkan spardine xakê.

Heya dema weşana vê raportê xêncî lêkolînên pizişkê qanûnî ê Tehran , hegera mirina wê kiçe kurda xwendekar ranegihandine.

Gorek statîstîka weşiyayî li sentera statîstîka ajansa kurdpa, ji despêka îsal heya niha 6 jinê kurd ji derwey malê bi hegerên ne ron canê xwe ji dest dane.

Îran

Der kirina kiçe xwendekarek Behayî ji zanko

\"11237.jpg\"
Heftiya borî de kiçe xwendekarek bi hegera bawirî bi ola Behayî ji zanko yê der kirine.

“Sipîdê Wezîrî pûr heqîqî” li heftiya borî de bi tawana bawirî bi ola Behayî ji zankoya “ Xerame” a şarê Fars der kirine.

Ev hevwelatiya Behayî xwendekara têrma 4 a endazyarîya tiştên kiştîkaliyê, li zanîngeha peyamê nûr a şarê Fars bûye.

Heyva Xakelêwa îsal xwendekarek din yê wê zankoyê bi navê “ Semîr Gulşen” bi hegera bawirî bi ola Behayî ji zankoyê der kiribûn.

Midê salên borî de çendîn hevwelatiyê Îranî bi hegera bawirî bi ola Behayî ji zanîngehên Tehran, Senetî Şerîf, Firdosî Meşhed, Pîşê Isfehan û çendîn zanîngehên din ji xwendinê bê par kirine.

Ji aliyek din û gorek dukumentên ku çalakên mafê xwendinê weşandine, wizareta ewlehî bandor xistiye ser wizareta perwerda Îranê ku xwendekarên Behayî bi hegera bawirî bi ola Behayî ji zanîngehên Îranê der ke.

Girtina jinek Behayî li Isfehan

\"11241.jpg\"
Behayî bi navê “ Newa Neîmî” xelkê Isfehanê ji aliyê hêzên asayişa vî şarî hatiye girtin û bi ciyek nexuya hatiye raguhastin.

Gorek nûçeyek çend sereçave, roja sêşem 24ê Rêbendan ajanên dezgeha ewlehiya Isfehanê hêriş birine ser mala hevwelatiyek Behehayî û girtine û bo ciyek nexuya raguhastine.

Mala wî hevwelatiyî ji aliyê hêzên asayişê hatiye wekolandin û dest danî ser komputer, kitêb, fotoyên rê û resmên olî û tiştên girêdayî bi wê .

Behayî bi xulyaqetek nêzî nîv milyon kes yekik ji mezintirîn opozisiyonê olî yê welatê Îranê pêk tînin ku heya niha ola wan difaktoye.

Êydz û tûşbûn bi narkozê li nawbera jinên îranî de

\"11239.jpg\"
Gorek nûçe raport hejmara kesên tûş bûyê narkozê li welatê Îranê bi hejmarek berçav ber bi zêdebûn diçe.

Gorek ew statîstîka weşayî hejmara tûşbûyê bi “şîşe” ber bi zêde bûnê kiriye bi formek ku %25 tûşbûyî bi vê narkozê ji jinan pêk tê.

Ji vê statîstîkan de 1,225,000 kesê tûşbûyî bi narkozê tûmar kirine ku ji gelempera vê hejmarê 270 kes jinin ku pitirê temenê wan nawbera 24-35 sal deye, pêk tên.

Ji aliyek din “ Fatime Fellahî” berpirsê dezgeha êydz(HIV) û tendurustiyê ragihandiye , li despêka îsal heya niha 25,041 nexweşê tûşbûyî bi vîrûsa êydzê tûmar kirine ku 2,394 kes ji wan jin bûne.

Vê berpirsê ew jî eşkere kiriye ku herçend %90.6ê tûşbûyî bi nexweşiya êydzê mêrin û %9.4 ji jinan pêk tînin lê hejmara jinên tûşbûyî bi nexweşiya êydzê tim ber bi zêde bûn dike.

Serçave:ajansa nûçegihaniya kurdpa, nûçegihaniya HIRANA, nûçegihaniya Fars, malpera Awêne.