“Kezî” awirek heftiyane bi prsgirêkên jinan ji ajansa kurdpa

13:23 - 14 Nîsan 2013
Kezî : hefiya 3yim sala 1392

Ajansa kurdpa : bi amanca ber pankirina ragihandina nûçên girêdayî bi jinan, ajansa nûçegihaniya kurdpa bi forma heftiyane raportek bi navê “Kezî” diweşîne.

Amanca bingehîn a weşana wê raporta taybet bi jinan, nêzîk ditinek hûrtir ser gişt carên berpê kirina mafên jinan û her wisa gişt xebatên ku ji aliyê jinan bi xwe û yan ji aliyê rêxiravên girêdayî biwan tên kirin.

Bi hegera berpanî û giringiya wê tiştê û her wisa nebûna derfet bo ragihandina wê giringiyê, Kezî (bisk) bi formek ron û diyar ser pirsgirêkên herêmê kurd rûniştiyên Îran diçe, lê eva bi mana wê hindê nine ku herêmên din yên Îranê neyên berçav girtin û ajansa kurdpa li tekoşîn deye kuli raportên Kezî pirsgirêkên wan jî biweşîne. Kezî xêncî tûmar kirina raporta heftiyane, bona dukumentarî kirina wan û ragihandina awirên xebatkarên li barên jinan, hevpeyvinan tev wan dike û diweşîne.

Li raporta vê heftiyê de, wegerîna Fatimê Pervîzî bi girtîgehê, nehêlana hebûna Nida Şehsewarî li kêbirkêyên Hong Kongê, doma pirsgirêka xwekuştina jinên kurd, berdana katî a Sorûr Qutbî ji girtîgehê û girtina jinek ji xebatkarên jin li parêzgeha Fars analîz dikin.

Li wê raportê de zanyariyan kesîn ser girtiyên girtîgeha Êvîn li 2 çenxanan de şanî we bidin.

Kurdistan

Fatimê Pervîzî wegeriya girtîgehê

\"11972.jpg\"

Gorek nûçên weşayî, “ Fatimê Pervîzî” jine kurda hewsî ku bi hegera aloz bûna rewşa tendurustiyê, midê 5 rojan mirxesiya dermanî wergitibû,bi hegera nebûna dem û dûr ketina nawbenda girtîgehê ji malê, nekari bi başî nexweşiya xwe çareser bike û carek din raguhastiyê girtîgehê bû. Ewa li wî halî deye ku duxtor pêre gotibû : pewîste Fatimê Pervîzî mideyek pitir bê derman kirin lê xatûna Pervîzî bi hegera nebûna dema mirexesiyê , tinê karî 2 rojan serdana duxtor bike.

Fatimê Pervîzî bi tometa sivikatî û bêrêzî bi serbazên bênavên imam zeman bi 6 heyv hews hat mehkûm kirin û niha li girtîgeha Noşehrê deye.

Jin bûn bû sedema pişkdarî nekirina werzişwana Kirmanşanî li
kêbirkêyên Hong Kongê


\"11973.jpg\"
Dijatiya komona dereyî sinûrên wizareta sport û ciwanan, pêşgirê pişkdarî kirina teke jina Pîng Pongwana Kirmanşanî li kêbirkêyên asiyayî bû.

Komona dereyî sinûr tev pişkdarî a “ Nida Şehsewarî” teke Pîng Pongwana xelkê Kirmanşan, li 26imîn dewra kêbirkêyên Ping pong kapa asiya dijatî kirin.

Neşandina Nida Şehsewarî bi kêbirkê asiya kap a asiya bi hegera yasaya komona dereyî sinûra wizareta sport û ciwanan ser hindê tinê nebaya werzişwanên jin li gerên deryî sinûr hatiye binav kirin.

Yekik din ji hegerên pêşgirî ji çona vê werzişwana Kirmanşanî bi kêbirkêyên asiyayiya Pîng Pongê, nebûna mamosta jin tev vê hatiye gotin.

26imîn dewra kêbirkêyên Pîng Pong akapa asiya 23 heya 25ê Ferwerdîn li Hong Kong bi rêve diçe.

Jinan\\ xwekuştin hêsantirîn rêk bo revîn ji pirsgirêkan!

\"11976.jpg\"
Nûçên girêdayî bi xwekuştin û hewl bi xwekuştina jinan û keçên kurd li rojên despêka sala 1392 şanî dide ku ew peydabûya civakî li sala dibore de jî,yê yekik ji pirsgirêkên bingehîn a civaka Kurdistanê be.gork nûçên weşayî li ajansa nûçe gihaniya kurdpa, li 20 rojên borî de 5 jinên kurd li herêmên kurd rûniştiyên Îran hewla xwekuştinê dane ku 4 jiwan bi mirinê kuta bûne.

Li despeka îsal de li gundê Qizil irx ji dewera şaristana Makû keçik 20 salî bi nasnama “ Elem Hûlî” keça Hesen xwe şevitand u canê xwe ji dest da.

Hatiye gotin ku zewaca bi zorî hegera wê xwekuştinê bûye

Ji aliyek din keçik 20 salî ya din li gundê “ Pencerlû” a Makûyê bi hegera pirsgirêkên nawa malê, xwe havête naw çemê “ Qeresû” û bedena wê heya niha nehatiye peyda kirin. Navê wê keça ciwan ku keça “ Bekir Resûlî Qizilbaş” e nekivşe.

Li Ormiyê jî, roja înî 16ê heyva Ferwerdîn, keçik 18 salî bi navê “ Çîmen Emoyî Mîlan” keça Omer li gundê “ Qizildax a Kurd” xwe şevitand ku paşî raguhastin bi yekik ji nexweşxanên Ormî canê xwe ji dest da.

Her li vê rojê deli şarê “ Şot” jî keçik 18 salî bi navê “ Şehnaz Hadiyan” keça Mecîd xwe şevitandiye. Ev keça 18 salî li nûde zewicî bû.

Duxtorên nexweşxanê gotine : Şehnaz tûşî %60 şevtê bûye.
Roja 5ê heyva Ferwerdînê li Pîranşar jî, jinek 38 salî bi navê “Nesrîn” bi hegerên neronli mala xwe de xwe kuşt û canê xwe ji dest dabû.

Ew mêr kirî bû, jina Ewdilqadir Dase bû û xwedî 3 zarokan bûye.
Îran

Berdana katî a Sorûr Qutbî ji girtîgehê

Gork nûçên weşayî, Sorûr Qutbî(Enwerî)bi barmite danîna fîşa huqûqî bi rewşek katî ji girtîgehê hat berdan.

Ev hevwelatiya Behayî li roja 5ê heyva Ferwerdîn bi barmite danîna fîşa huqûqî bi dadgehê bo demek hat berdan.

Sorûr Qutbî, hewvelatiyek Behayî ji xelkê Isfehanê yeku li 28ê heyva Isfenda sala 1391 tev mêrê xwe “ Arman Enwerî” ji aliyê hezên asayişa hukûmeta islamiya Îran hatibûn girtin.

Arman Enwerî jî bi barmite danîna fîşa huqûqî bo demek hatiye berdan.

Cemîlê Kerîmî li Şîrazê hat girtin

\"11974.jpg\"
Cemîlê Kerîmî ji aliyê ajanên ewlehiya parêzgeha Fars hat girtin.
Gorek nûçên weşayî, li saetên despêka sibêzûya roja pêncşem 22ê Ferwerdînê, ajanên ewlehiya parêzgeha Fars çone mala Cemîlê Kerîmî ew girtin û bi girtîgeha ewlehiya Şîrazê raguhastine.

Ajanên asayişê xêncî wekolîna mala Cemîlê Kerîmî, dest danîn ser tiştên wê yên kesîn.

Cemîlê Kerîmî ji endamên komona nawendiya hevgirtiya riform xwazên parêzgeha Fars û her wisa ji wan kesên imzakerê nama 91 kesatiyên polîtîkî bo daxwazî ji Seyîd Mohammad Xatemî bona xwe kandîd kirina xwe bodewra 11a hilbijartina serkomariyê bûye.

Li wê raporta Kezî de bi amanca konsantire bûn ser pirsgirêkên girêdayî bi xebatkarên jinên hewsî, navên jinên girtî li girtîgeha Êvîn bi forma cida li binî de tê şanî dan.

Nav û pironalitiya girtiyên jin li girtîgeha Êvîn :

\"11995.jpg\"


\"11996.jpg\"


Sereçav :
Ajansa nûçegihaniya kurdpa
Nûçegihaniya mafên mirovê Îran-HRANA
Web sayta Nidayê Sebzê azadî