Urmiye; Nasir Bekirzade û Yeqûb Kerîmpûr ji aliyê Komara Îslamî ve bi dizî hatin îdamkirin

20:11 - 2 Gulan 2026

Sibeha roja Şemiyê 12 ê Banemera 1405an a Rojî, Ajansa Nûçeyan a Mîzan, ku girêdayî dadweriya Komara Îslamî ye, îdamkirina Nasir Bekirzade û Yeqûb Kerîmpûr, du girtiyên ku bi "sîxurtiya ji bo Îsraîlê" hatibûn tohmetbarkirin, ragihand.

Ajansa nûçeyan, bêyî ku cihê îdamkirina her du girtiyan behs bike, ragihand ku "ew piştî nirxandina qanûnî ya dozên wan û piştrastkirina cezayên ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatine îdamkirin."

Roja Pêncşemê 10ê Banemera 1405an a Rojî, her du girtî bi hinceta hevdîtina bi dadwerê îdamkirinê re û şandina wan bo bijîşkê dadwerî ji Girtîgeha Navendî ya Urmiyê bo cihekî nediyar veguhastibûn.

7ê Banemera 1405an a Rojî; Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê îdamkirina Nasir Bekirzade, girtiyekî Kurd ê li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê, cara sêyemîn pejirand, dê û bavê wî vîdyoyek tijî fikar û bêhêvîtiyê weşandin û daxwaza rawestandina cezayê îdamkirinê kirin.

Hikumê îdama Nasir Bekirzade di 5ê Banemera 1405an a Rojî de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû piştrastkirin û di heman rojê de ji Ofîsa îdamkirinê ya girtîgeha Navendî ya Urmiyê re hatibû ragihandin; cezayek ku berê ji ber nebûna lêpirsînê û nehesibandina sedemên bêgunehiya wî du caran ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin, lê vê carê di çarçoveya şerê dawî de dîsa hate piştrastkirin.

Ev girtî berê di Xezelwera 1404an a Rojî de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve bi tohmeta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. Ev ceza di Xakelêweya 1404an a Rojî de di qonaxa nerazîbûnê de ji aliyê Taya 39an a Dadgeha Bilind ve ji ber nebûna lêpirsînê û nehesibandina sedemên bêgunehiya wî hate betalkirin û ji bo ji nû ve darizandinê ji heman dadgehê re hate şandin.

Piştre ji aliyê Taya Duyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve, bi serokatiya Dadwer Şahînî, cezayê îdamkirinê lê hat birîn, ku di Xezelwera 1404an a Rojî de ji aliyê Taya 39an a Dadgeha Bilind ve ji ber netemambûna dozê careke din hat betalkirin. Lêbelê, di Rêbendana 1404an a Rojî de, heman tohmet ji bo cara sêyemîn li dijî wî hatin kirin û cezayê îdamkirinê hat dayîn, ku di dawiyê de di 5ê Banemera 1405an a Rojî de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat piştrastkirin.

Nasir Bekirzade, xelkê Urmiyê, di 8ê Gelawêja 1402an a Rojî  de cara yekem ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û piştî çend hefteyan bi danîna barimteyê hat berdan, lê piştî lêpirsîna li Navenda Ragirtina Îtlaata Spaha Pasdaran (IRGC), di 12ê Befranbara 1402an a Rojî de dîsa hat binçavkirin û ji bo Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hat veguhastin.

Yaqûb Kerîmpûr, welatiyê  Azerî yê Yarsanê xelkê Miyandavê, ku di şerê 12 rojî yê Îran-Îsraîlê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin, ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve, ku bi serokatiya Dadwer Secad Dostî ve, bi tohmeta "Fesad fêl Erz" bi rêya "sîxuriya ji bo berjewendiya Îsraîlê" cezayê îdamkirinê lê hat birîn.

Ev welatiyê Yarsaniyê di 26ê Cozerdana 1404an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Miyandavê hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo navenda binçavkirinê ya Îdareya Îtlaata Urmiyê hatibû veguhestin  Ji bo ku îtîrafên bi zorê yên "hevkariya bi Îsraîlê re û şandina daneyan" bistîne, du mehan rastî îşkenceya giran a laşî û derûnî û zextê ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ve hatibû.

 Kerîmpûr di dema binçavkirinê de li navenda binçavkirinê ji mafê hebûna parêzer bêpar mabû heta ku dosyaya wî ji Taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê re hatibû şandin, û her wiha ji hevdîtina bi malbata xwe re li navenda binçavkirinê jî bêpar mabû.

Darizandina vî welatiyê Yarsanî bi rêya vîdyokonferansê pêk hatibû û di dadgehkirineke kurt a 15 deqeyî de bi tohmeta "fesada fêl erz" bi rêya "sîxurî ji bo berjewendiya Îsraîlê" cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn, û ev ceza di 17ê Sermawez a 1404an a Rojî de li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê ji wî re hatibû ragihandin.