Kew heyfin hepsî bimîn in

16:36 - 26 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd li Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, bi durişma “kew heyfin girtî bimin in”, bi dehan ji wan firendeyên delal li xwezaya xweşik a wî bajarî azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja îna borî 22`ê gulana 2015`an, hejmarek hezkiriyên xweza û ekolojî, ligel ciwanekî Serdeştî ku 50 qefesên Kewan bi wî re bûn, ber bi surişta Serdeştê ve birê ketin. Wan kewên dîlgirtî li wir serbest berdan û qefesên wan jî agir pêxistin.

Ciwanê Kurd yê bi navê Îdrîs Elîzade ku xwediyê kewên êxsîr (esîr) bû, piştî azadkirina wan, armanca xwe jî wî karî, parastina jiyana balinde û jîngehê, destnîşan kiriye.

Hêjayî gotinê ye, du sal in berdewam, Kurdistaniyan helmet û çalakiyên parastina xweza û jiyana ajalên hov bo xwe wek armancekî diyar kirine. Ew di çarçoveya şikandina qefesan, azadkirina firendeyan, devberdan ji nêçîrê û paqijkirina suriştê ji zibl û kirs û kevalan, çalkavanên Sivîl û jîngehparêz destek dikin.

Herwiha çalakiyên jîngehparêzî, bi awayekî ser bi xwe (bêy tu alikariyên hikûmetî), ji aliyê hemwelatiyan ve tên encamdan.

Gorî bîlançoyên ku li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî tomarkirin, li sala borî di çarçoveya çalakiyên jîngehparêzî de, 644 kew, 90 semore (sincab), 2 teyr û bi sedan firendeyên din serbest hatine berdan. Herwisa 236 nêçîrvanan dev ji nêçîrê berdan e û qefes û tivingên xwe yên nêçîrê jî şikandin e.

\"26711.jpg\"

\"26712.jpg\"

\"26710.jpg\"

\"26709.jpg\"