Kevneşopên Êzdiyatiyê...

15:47 - 24 Şibat 2013
Unknown Author
Kemal Tolan

Gava ku kevneşopên bingeha olekê neyêne jiyankirin,  zarok û ciwanên civakê jî nikarin sedûhedên wê olê biparêzin!

Belê birêzan, gelek ji we dizanin ku min beriya gelek salan gotiye, “ ne raste ku em timî dîroknas, ilimdar, oldar, dê û bavên xwe seba kêmasiyên ketine nav dîroka me sucdar bikin. Bi dîtina min, îro ji me jî gelek tişt têne xwastin û divê em ji her demê bêtir alîkariyê bi rêxistin û tifaqên di nava civak û netewa xwe de bikin. Tiştê di vî warî de bikeve ser milên min, ezê jî weke gelek nivîskar û lêkolînvanên Êzdiyan li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îmakanên xwe timî li ser wê derya bîr û bawerên (kevneşopên) me Êzdiyan û li ser kevnariya dîrok, ziman û wêjeya Kurdî binivsînim.(*1)”

 Ez îro jî dîsa dêjim, gava merivên temen mezin ava bîra xwe şêlûbikin, dûre jî ew wê avê bi zarokan bidine vexwarin û zarok pê nexweşbikevin, ji vexwarina hemû ava bîran bitirsin û bi gotina mezinên xwe nekin,  hingê bila mezin jî zarokan gunehbar nekin.......

Vêca, ji ber ku gelek Kurd-Êzdî  girîngiyê nadine van nirxandinên min, ez niha dixwazim hinek nirxandinên psîkoanalîtîkî xerîban, yê mîna „Sigmund Freud, ku  bijîşk, pisporê derûnînasiya kûr û navdarê psîkoanalîtîka sedsala 20emîn e“, pêşkêşî we hêjayan bikim û hêvîdarim ku hûn bala xwe bidine vî psîkoanalîtîkî, ka wî çi li ser pirsgirêkan „derûnînasiya kûr „ gotiye?

Belê Sigmund Freud e dêje, „- zarok di binbîra xwe de pak û zelale. Qirêc û gemarî û başî ji mezinên xwe hîn dibe. Kes û cihan eger dostane bin, hevre nekesî ne mumkun e. Kes bi mêjoyê xwe û aqlê xwe û bîr a xwe dewlemend e. Eger kes mêjo yê xwe re îxanêt neke, ew him ji bo xwe, him jî ji bo gelê xwe nîmetek mezin e. Her zarok di mêjo yê xwe de cîhanek mezin e. Jiyana koledarî de zarok di nav kesên bêkes de zelalî û mezintî ya xwe wenda dikin.

Her bav û dê dixwazin zarokên xwe di malbata xwe û dibîstanan de baş perwerde bikin, lê çawa?
Malbat bi hezar salan demek dirêj bindestên îdeolojiya olan û îdeolojî ya fermî a  devletan de  bi rewşa kewneperestî de helak bûn.  Çawa zarokan perwerde dikin? Her dem bi hem demî dîrok li ser sîstema koledarî dimeşe û jiyan bi ol û edetên wan her dem carî dike.
Sîstema koledarî , doh û  îro li ser çerx a qedera bindestan dilîhze. Ew şervanên koledarên xwene. Mirovên di jiyanê de cîh digire, bi wî şeklê dije. Hemu malbatan de dijîn û zarokên wan hene. Pêwîste ki ew hemû zarokên xwe perwerde bikin. Zarok  di mal de bingeha jiyan a xwe ava dike. Binbîra xwe jî bi vî ava çê dibe.

Ege mirov hêsîre binbîrê xwe be karê wî û azadî ya xwe rast na meşe. Dema yekemîn de mirov ger binbîra xwe pakij bike û bigihîşe cax û demsala xwe.

Mirov çawa ji xwe û ji kewneperestî ya xwe azad dibe?

-Azadî, xewn, xeyal nayê standin, nayê kirandin û firotin, lê mirov dikare xewn, xeyal û azadî bije. Jiyana azad bi kesitî ya azad mumkun e. Mirov dikare xwe azad bike, lê nikare kesî azad bike.

Mirov ên azad li kesî tade nakin. Zilamên azad tade li jin û hevalên xwe nakin. Tade yên di malbatan de dibe tadeyên zilamên bindest in. Zordest li zilam ên bindest dikin, zilam ên bindest jî di malbata xwe de  tade li jinên bindest dikin. Tade, kar ê kewneperestan e.

Jin ên kewneperest kar û barên wan jiyan a kewneperestî ye. Ol û sîstem ên kewn û kewneperest li xwe bar dikin û bi vî rewşê de zorokên xwe perwerde dikin. Bo kewneperesti perwerde dikin. Zarok ên xwe ên keç bo bindestî amade dikin û zarok ên law bo tadekar ên mêr amade dikin…………..(*2)”

Her wisa Friedrich Hegel jî dêje: „….xweza û hemû hémanén zanyariyé berhemén bîra bémerc in, ev jî, ji derveyî sîndorén bîra merivan e……………… (*3)“

Min li ser vê bingehê jî û di *1,rûpel:82 de gotiye: Di Êzdiyatiyê de xwanê dibe derenca(qedrê) her Xwedan, Milyaket, Cin, Perî, Qenc, Xas û Qelenderên Xwedê ji hev cûdeye û wusa jî cîh, qedir û qîmetên wan ji hevûdinê mestir û bilintirin. Êzdî  li gorî baweriya xwe hêjî gelekî qedir û qîmetê didine hemî cîh (gir, newal, dar, çiya, çem, zinar, gelî, şikeft, çol, xanî, mal û whd.ê) û deverên ku Milyaket, Xwedan, Cin, Perî û Qelenderên Xwedê  sur û keremetên xwe şanî Qenc, Xas û Qelenderên Xwedê kirine û qencên Xwedê lê runiştine îbadeta xwe kirine anjî lê kiras guhartine pîroz dibînin.  Hemû cîhên Silavgeh, Ziyaret, Qub, Parêzgeh, Zêw, Mal, Gor, Mezel û whd. li ba me Êzdiyan gelekî pîrozbun. Me Êzdiyan ji ber baweriya xwe, hemû tiştên xweza (ax, av, dar, kevir, agir û whd.) li wan cîhên pîroz hebu diparast û disediqand.„ 

Ez îro dîsan dêjim, eger ku dê û bavên zarokan van kevneşopên bingeha ol û çanda civaka xwe, yên ku ji bo jiyna bihevûdinêre gelekî girîngen, bi zarokan re jiyan nekin, zarok û ciwan nikarin jiber xwe ve sedûhedên civakê û olê , yên ku girîngin nasbikin û biparêzin.

Bi dîtina min gava ku, em Êzdiyên temen mezin pişgiriyê nedine rizgarîxwazên Kurdistanê, mal-komelên Êzdiyan, bi zimanê bav-kalan xeber nedin, van kevneşopên cejin û rojiyên xwe yên ji bo maznayi ya Xwedê, pîroziya Milyaket, Xas, Qelander û hemû kevneşopên ola xwe(yên mîna : Êzî, Şêşims, Xwedanê malê, Şerfedîn, Çilê Zivistan û Havînê, Xidir Elyas û Xidir Nebî,  Qurbanê,  Çarşema Sor,  Ziyaret, Cemayî, dawetnebî û whd. ) tevî zarokan zindînekin û em wan nedine nasandin, mafê me tûne ku em daxwaza pêşvebirin û parastina wan ji zarok û ciwanan jî bikin
 
Ez dixwazim vê nirxandina ku li ser “Derûnnasiya komî “ hatiye gotin,“Kes çawa nêt bike rêvabirî ya malbat a wî bi gorî wî awayî dimeşe. Azadi ya civak jî gorî nêt a xwe tê holê. Ger her kes xwe bi xwe azad bike ki civak azad be.(*2)„ bînime bîra me tevan û li ser vê bingehê dêjim, ez zahf xemgînim ku gelek dezgeh, rojname, kovar, mal, komel û malperên me Êzdî(Kurd)an, îsal(2013) jî di çalakî û di ragihandinên xwe de zêde girîngî ne dane agehdariyên pîroziya kevneṣopiya cejna Xidir Nebî -Xidir Eylas jî.

Kemal Tolan- Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê
19.02.13

*Çavkanî:

1.Kemal Tolan- Nasandina Kevneşopiyên Êzdiyatiyê 2006, rûpel 14 .

2. http://ku.wikipedia.org/wiki/Sigmund_Freud

http://ku.wikipedia.org/wiki/Der%C3%BBn%C3%AEnasiya_kom%C3%AE

3.http://ku.wikipedia.org/wiki/Georg_Wilhelm_Friedrich_Hegel