Ketin ji bilindahyê ve canê du kedkarên “Seqizî û Serdeşt”ê stand

17:24 - 17 Çirriya pêşîn 2020

Roja Înê 25ê Rezberê kedkarekî Kurd yê bi navê “Osman Ebdullahzade”, xelkê bajarê Seqizê di dema karkirinê de rastê rûdawa kar hatiye.

Ew kedkarê Kurd li dema karkirin di nav avahiyeke netewaw a şehireka “Zanko” a Seqizê de piştî ketin ji wê avahiyê bi dijwarî birîndar bibû.

Ew kedkar ji aliyê hevkarên wî ve bo nexwşxanê hatibû veguhastin û bi sedema dijwariya birînên wî di nexwşxanê de canê xwe ji dest dabû.

Di vê derheqê de, kedkarek xelkê Serdeştê yê bi navê “Elî Xizirniya” di gundê “Bêjwê” a ser bi başûrê bajarê “Serdeştê” di dema jêkirina gûzan de ketiye xwarê û bi sedema dijwariya birînên wî canê xwe ji dest daye.