Kêmendamên kîmyasala Serdeştê nayên bi bîranîn

17:01 - 20 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku tenê çend roj bi ser kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê a( jê hêla rejema rûxandî ya Baas) re mane, kêmendamên wê karesatê, hîna ji hemû pêdiviyên jiyanê bêpar in.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Encûmena berevanîkirin ji Mafên Kêmendamên Serdeştê, bi armanca piştguhnexistina wan kêmendaman, berpisên hikûmetî û navendên dermanî agahdar kirin.

Wê Encûmenê tevê îşarekirin bi reftara nemunasib ameclîsa Îranê hember kîmyabarên Serdeştê bilêv kir: Li halê hazir kêmendamên kêmyabarana Serdeştê, ji hemû keresteyên dermanî bêpar in. Ew di dijwartirîn şert û mercên jiyanê de bi ser dibin.

Girêdayê vê mijarê Pêştir jî yek ji berpirsên Encûmena Berevanîkirin ji Mafên Kîmendamên Kîmyawî ên Serdeştê, ragihandibû: Rewşa aborî ya Kêmendamên Kîmyawî li Serdeştê nemaze gundê “Reş Hereme” û derdora wê nemunasib wesifandibû.

\"27019.jpg\"
Bi sedema kêmbûna pêdiviyên bijîşkî nexweşên kîmyawî bo bajarên mezin ên Îranê tên veguhestin
Encûmena berevanîkirn ji mafên kêmendamên Serdeştê ew 15 salin hatiye avakirin.

Hêjayî gotinê ye beriya damezrandina wê emcûmenê, hejmara kêmendamên kîmyawî yên Serdeştê 100 kes bûn, lê piştî avakirina encûmenê, hejmara wan kêmendaman gihîşt bi 1400 kesî.

\"27020.jpg\"
Encûmena berevanîkirin ji mafên kîmendaman
Niha bajarê Serdeşt li bûşarê parêzgeha Urmiyê xwedî zortirîn kêmendamên kîmyabaranê li Îranê tê hejmartin. Gorî nerîna pisporên biyokîmyawî, bi derbasbûna bi dehan sal, dîsa bandora gazên kîmyawî li ser jiyan û xwezayê kêm nabe.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyabaran kirin. Di wê karesatê de 140 kesan di kêmtir ji mehekê de jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî kêm endam bûn.