Kemal Tolan: Cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas

Kemal Tolan

Bi dîtina min, gelek civakan kevneṣopiya cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas ji bo berjiwendiyên xwe kirine roja Xwedanê evînê.

Min di gelek nivisînên xwe yên ku hatine belakirin de gotiye „Piraniya çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê nivîsandine an jî gotine qet bi kêr nayên. Û min dîsa li ser vî babetî gotiye, Agehdarî û zanîna me kurdan li ser dîroka kurdayetiyê û rewşa cıvakan êzdiyan pir lewaz in ”

Mînak:

Gava rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî, di der heqê dîroka olên li Kurdîstanê hene û bi taybetî jî gava ewan di nav zargotina kevneṣopiyên qedîmtirîn dînê Kurda (Ezdahîtiyê) de li ser bingeha afirandina kevneṣopiya Xidir Nebî û Xidir Eylas (yên bi navê Xocê Xizir, yê ku timî zindî ne) baṣ lêkolîn bikirina û bala xwe berdana ser temamiya vî “Qewlê Şêxadî û Mêra:
..........................
Wê dibêje Xidir neqîb e
Padşayê min yê hebîb e
……………………..
Derwêş Adem:
..................................
Ew Derwêşê minî xas e 
Bi şayar û bira vexwarî kas e 
Qesdikir çû dîwana Xidir û Liyas e 
Xidiro ya Xidirî 
Li Derwêş Adem fikirî 
Derwêş bira tu li vî derghî li mehderê 
Xidiro bira dura ji min re bînin 
Ji behrê ezimînin 
Heke ezetê Şêxadî serê min serkela, 
xoristanê dadinîn in 
Ey Xidir wê we dibê ye 
tirsa bû ji xofa Xwedê ye
…................….
Pîr Şeref de:
……………………
Şeref deng diket ji esas e
Fehimê min zar qeyas e 
Tu Xidirî anî Liyas e 
Xidiro ya Xidirî
Pir himeta qadirî 
li hemû cewabayî hazirî 
……………………”
 
Dûre ewanê jî fahm bikira ku, di zargotina me Ezdahiyan de hêjî li ser rojî û cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas, mîna berê weke Xwedanê Miraza (hizkirin, evîn û hêviyê), mirad xwazan, xefûrê rêya, piştevan (hêviyên kesên nexweş), hêjar, xîzan, girtî, sembola jiyîna nû (ava hayatê, zemzem e), li her deverê zindî-amade ne pîrozdikin û awanê jî mîna min bi dîtina ku ”ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya ye”.

Gelek şûnwarnas, dîrokzane, lêkolînvan û olnasên Mezopotamiya yê jî dizanin ku, bingeha kevneṣopiya Xidir Nebî û Xidir Eylas di wextê ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ destpêkiriye de peyda bûye. Baş tê bîra min û belkî bêye bîra gelek xwandevanan jî, li gundan di êvara ku sibê bive cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas de, kevaniyên malê di wextê berî razanê de, pêxwûn didane keç û lawen, yên ku li ber mirazan bûn û digotine wan, “eger ku tu hîna nizanîbî, ka kî ji te hizdike an jî ka ew mirazê ku te xistiye dilê xwe, wê were cîh an na, ewê îşev di xewnê de were avekê bide te an jî tû yê di xewna xwe de bivînî”. Di zargotina me Êzdiyan de tê gotin:
“Di vê cejnê da:
-   serbir nayêne serjêkirin.
-   Ne be ji mal dûrkevîn û biçîne rê û rêbarên dûr.
-  Nêçîr li rojên rojiya û cejnê qedexe ye.
-  Genmî, cehî, nehk û baqilka diqelînin û dibêjnê “qelatik”, “pêxûn”, eve jî nîşana bi dumahî hatina werzê çandinê ye.
-  Roja çarşembuyê qelatika dihêrin dibêjnê
-  Roja cejnê, cotyar hinek pêxûnê dibe nav zeviyên xwe û lê direşînin bo xêr û bereketê.
-  Pêxûne di gel doşavê vedstirên dibê “xebîse”
-   Savarên hêray di qelînin û lê di nên dibêjnê “çerxûs, dan” (*1)
Şêweyên pîroz kirina vê cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas li goriya herêmên ku Êzdî lê dijyan gelek in. Lê, hemû Êzdî hêjî li goriya salnama me Êzdiyan, ya berî zayîna Hz.Îsa ye, di heftiya meha Sibatê (meha 2 ya her salê) ye yekemîn de, rojiya ji bona xatirê meznaya Xidir Nebî û Xidir Eylas, yên ku Xwedanê evînê (zindîmahîn, dilovanî, mirovatî, hêvî û hwd.ê) ne digirin. Lê, weke ku di mîtologiya me Êzdiyan ya kevn û ya niha de jî tê xwanê kirin, “ne ferz e ku hemû Êzdî van sê rojiyên Xidiryas û Xidirnebî bigrin. Lê, ew evdê ku van rojiyan digrin, divê heft sala li ser hevûdinê, di heftiya meha Sibatê (meha2) ye yekemîn de, di roja dûşembê, sêşembê û pênçşembê rojî bigre û roja înê (yanî îsal 14.02.13 de) jî cejna wan çêke. (*2)
Bi dîtina min, ev kevneşopiyan bingeha ola me, dûre bûye dergûşa gelek şaristaniyan û bi taybetî jî li nav piraniya çanda ol-mîletên Mezopotamiyayê de belav bûye. Her ol û netewê jî mîna me, gelek çîrok, bîr, bawerî û bi zimanê xwe weṣandine. Gelek civakan jî ev kevneṣopiya cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas ji bo berjiwendiyên xwe guhastine, kirine mîna roja Xwedanê evînê û gelek ji wan hêjî vê cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas mîna baweriya Ezdahîtiya me ya berê pîroz dikin.

Binêrin, gelek ol û netew jî weke me Ezdahiyan, vê kevneṣopiya Xwedanê roja evînê, di roja 14 sibata mîladî de pîrozdikin û her yekê bi zimanê xwe ji vê roja pîroz ra dêje: “ Êlîya, Xidirî Zênde, Hıdır-Nebı Xızır, Temûz, Liyas,Valentinstag, Valentine\'s Day, Saint Valentin, Ημέρα του Αγίου Βαλεντίνου, Sevgililər Günü, Վալենտինի օրը, Ezîz Sergius, Св. Валентин, Ystävänpäivä, חגהאהבה, San Valentino, Valentinovo, Valentino Dies, Valentijnsdag, روز ولنتاین,День святого Валентина, Día de San Valentín, Sevgililer Günü, Valentin-nap,дзень святога Валянціна, Dita e Shën Valentinit, عيد الحب û hwd.“
 “Qewlê Miskîno jaro de:
...........................
Kanê Xidir kanê Elyas?
Kanê derwêşê tizbî û wekaz? 
Tu jî xweşbî, ew jî dinav 
Axê de kirin qeyas.
.........................”
05.02.13
Çavkanî:
1.    Pîr Xidir Suleyaman-Ezîdiyatî sala 1995.
2.    Kemal Tolan- Nasandina Kevneşopiyên Êzdiyatiyê 2006, rûpel:75