Kedkarên “me’idena zuxal seng” a şaristana Bafqê hukmê şelaqê wergirtin

21:47 - 8 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Piştî vê ku çend roj berî niha hukmê şelaqlêdana kedkarên “me’idena zêr “ ya “Aq dere” ya Tikabê hate cîbicîkirin, vê carê jî kedkarên “me’idena zuxal seng” a şaristana Bafq ya ser bi parêzgeha Yezdê jî hukmê şelaqê bi ser wan de hate sepandin.


Di vê derheqê de, nûnerekî kedkarî digel piştrastkirina vê nûçeyê ragehand ku: “Ew hukm li dijî peymannameyên “Saziya Navneteweyî ya Kar” û benda “H”ya madeya 57 a yasaya bernameya pêncem ya vegeşînê ye”.

Di vê derheqê de, şêvirmendê “Civata Bilind ya Nûnerên Kedkarî”, Feramerz Tofîqî ragehand: “Ew şêweya berbirûbûnên qezayî (dadwerî) digel pirsên pîşeyî (meselên sinfî), dibe sedema pêkhatina nerazîbûnên veşartî di nav civakê de, û piştre jî wê bibin sedema serhildana gellek bêserûberiyan di nava civakê de.

Li gora gotina navbirî, ew arîşeyên bi vî rengî, dibe ji riya Wezareta “Te’awon, Kar û Rifaha Ictima’î” (Wezareta Alîkarî, Kar, û rehetiya civakî) ve bêne çareserkirin.