Keçka Îlamî mir lê 5 kes sax kirin

16:42 - 23 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Li Îlama rojhilatê Kurdistanê, keçeke xwendekar a Kurd ku bi mirina mejî re rû bi rû bibû, bi bexşîna çend endamên leşê xwe, 5 kes ji mirinê rizgar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, keça Kurd a 22 salî “Nigar Heqnezerî” ku rûniştvana bajarokê Asmanava yê ser bi “Çardavil” ê Îlamê bû, bi bexşîna 4 endamên leşê xwe, 5 nexweş ji mirinê filitand in.

Ew keça Kurd ya Xwendekar bi sedema sekteyê, tûşî mirina mejî bibû.

Malpera“Îrna” a beşa Îlamê jî li ser vê mijarê ragihandibû: Keça ciwan a xwendekar, bi bexşîna belaş a dil, du gorçik û rêviyên xwe bi 5 nexweşan, jiyanek nû pêşkêşî wan kir.

Ew cara çendimîn e ku ew karê fedakarane ji aliyê şêniyên parêzgeha Îlamê ve tê encam dan.

Di wan salên dawiyê de, çanda bexşîna endamên leş, nemaze ji aliyê kesên tûşî mirina mejî bûnî li rojhilatê Kurdistanê hêdî hêdî cih digre, lê dîsa ew amar li Îranê zor kêm tê dîtin.

Gorî amarên fermî, zêdeyî 25 hezar nexweşan li welatê Îranê, hevceyî bi peywendkirina leş hene da bikarib in jiyan bikin; her ji ber vê pirsgirêkê heya niha piraniya wan jiyana xwe ji dest dane.