keçeke Îlamî xwe kuşt

16:58 - 6 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendekareka Îlama Rojhilatê Kurdistanê bi sedemeke nediya, dest bi xwekuştinê kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpqa, beriya niha bi du rojan, Meryem Kerîmî (23) û xwendekara nîvsala 6`em a zanîngehê di beşa tenduristî a wî bajarî de, dawî bi jiyana xwe anî.

Tê gotin navborî li razîngeh (xabgah)a Zeyneb a bajarê Îlamê dest bi xwekuştinê kiriye û jiyana xwe jidest daye.

Li aliyê din hevzanîngehên wê keça ciwan jî, liser vê bûyera nexweş gotbûn ku Meryem Kerîmî tu car bi nexweşiyên saykolojî û derûnî re rû bi rû nebibû.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê tu sedemek zelal ji sebebên wê xwe kuştinê nehatine aşkerekirin.

Piraniya xisarnasên civakî, sedemên bilinbûna rêjeya xwekuştinê di nava nifşa ciwan nemaze xwendekaran de, zext û givaşên civakî li ser wan destnîşan dikin.

Gorî bîlançoyên li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî tomarkirin, ji destpêka buhara evsal heya niha, 17 hemwelatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi sedemên cur bi cur dawî bi jiyana xwe anîne.