Kebûdwend serkevtina HDP`ê pîroz kir

20:58 - 13 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Mihemed Sidîq Kebûdwend, serokê Saziya Mafên Mirovan li Kurdistanê di zindana Evîn a Tehranê de, bi belavkirina peyamekî, serkevtina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) di hilbijartinên parlemeintoya Tirkiyê de, pîroz kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Mihemed Sidîq Kebûdwend, çalakvanê Kurd ê Mafên Mirovan li zindana Evîna Tehtranê, bi belavkirina peyamekî, deng qazanckirina HDP`ê wek partiyeke siyasî bo çûn nav parlamentoya Tirkiyê, li hevserokên wê partiyê pîroz kir.

Naveroka wê peyamê bi wî awayî ye:
Birêz Selahedîn Demîrtaş!
Rêzdar xatûn Fîgen Yûksekdax!


Serkevtina serfirazane û demokrataîk a partiya we (HDP) û derbaskirina benda sedî 10 di hilbijartinên wê dawiyê yên parlamentoya Tirkiyê; wek partiyeke parêzerê mafên gelan û kêmaniyên welatê Tirkiyê, bi we, xelkê bakurê Kurdistanê û gelê Tirkiyê bi giştî pîroz dikim.

Bi hêviya ku hîn zêdetir û bêtir bo gehîştin bi aştî û demokrasî, parastina mafên mirovan, mafê Kurdên Bakur, gelên din û kêmaniyên zilim lê hatî kirin serkevtî bin. Hêvîdarim ew hilbijatin bibin sedema azadkirina birêz Abdulah Ocalan û bi dûre aştî û demokrasiyê bi xwe re bîne. Miraz û hêviyên min serkevtina we, pêşketina gelê Kurd û nemaze partiya HDP`ê ye.

Tehran, zindana Evîn, 11`ê hezîrana 2015`an
Mihemed Sidîq Kebûdwend