Kazmînî Birûcirdî: Pêwîst E Hikûmeta Îslamî Ya Îranê Were Hilweşandin

12:16 - 12 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Birûcirdî di nava girtîgeha Êvînê de nameyek derbarê kiriyarên Hikûmeta Îslamî ya Îranê pêşkeşî Hilarî Kilînton kiriye û têde bas ji hinek ji kiriyarên berçav yên komara Îslamî ya Îranê kiriye.

Malpera Îran Gilubal belav kir di nameya Birûcirdî de hatiye: “Berpirsa Wezareta Karûbarên Derve ya Welatên Yekgirtî yên Amerîka Xatûna Hilarî Kilînton silavên min ê girtiyê bêparkirî ji parêzer û pêwîstiyên pijişkî qebûl bikin. Her wek ku hûn bi xwe jî dizanin Hikûmeta Îslamî ya Îranê bi dana hinek sozan karî kursiya desthilatê bigire destê xwe û roj bi roj kiryarên xwe ên nemirovane pêş xist û zêde kir bi awayekê ku niha xwedî tu pêgehek nine ne li nav xelkê de û ne li civaka navnetewî de.

Kazimînî Birûcirdî di beşek din ya nameyê de nivîsandiye: “Ev hikûmeta ne tenê amade nine riftar û liv û tevgerên xwe ên ne baş biguhere belku hemû rêyên aştîxwazane bo reform û guhertinan jî daxistiye.
Navbirî herwiha didomîne û dibêje: “Hikûmeta Îranê bi awayên herî tund terora kesayetiya girtiyên siyasî dike û kesayetiya wan dişkîne û bi awayên herî pîs wan îşkence dike û gellek caran jî wan bê ser û şûn dike û melayên Îranê bi tu awayekê amade nînin ku berisva navendên mafê mirovan derbarê binpêkariyên xwe bidin.

Wî kesayetiyê olî herwiha dibêje ku “cîhana derve li hember kiryarên terorîstî û tundûtûjane yên Îranê di herêmê de destteng maye û nizane çi biket.”

Birûcirî di nameya xwe de daxwaz vêdebirina hikûmeta Îranê dike û dibêje: “Diviya Hikûmeta Îranê ji aliyê Amerîka û welatên din ên Rojava zêdetir were dûrxistin û pêwîst e bernameyek bingehîn û bicî bo nemana vê hikûmeta dijî mirovahî were darêtin.
Hêjayî gotinê ye ku Seyid Husên Kazimînî Birûcirî dijê sîstema Wîlayeta Feqîh e alîgirê cudahiya ol ji siyasetê ye.

Navbirî zêdetir ji 5 salan e ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye destbiserkirin.