Kasibkarekî Kurd li Selmasê hat kuştin

20:06 - 25 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Leşkerên hikûmeta Îslamiya Îranê, li tixûbê Selmasa Rojhelatê Kurdistanê, bi reşandin gulleyan, kasibkarekî Kurd ê 30 salî qetil kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, welatiyekî Kurd ê bi navê “Azad Etmanî” kurê “Efrûz”, temen 30 salî, bi sedema gulle reşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, jiyana xwe ji dest da.

Navborî dema nêzbûn bi sînorê navbera Îran û Tirkiyê, bi gulle reşandina rasterast a hêzên hikûmeta slamî ya Îranê tê kuştin.

Ew gulle avetin roja Duşemî destpêka zimistan ev sal, li bazgeha sînorî a gundê “Birûşxaran”ê ser bi Selmas (Şahpûr a berê û Dîlemana kevnar ) de hat qewimîn.

Hêjayî gotinê ye, piraniya gulle reşandinên ser sînor, bi awayekî emdî tên encamdan û tu aliyên leşkerî û karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê xwe hember wan kiryarane da berpirsiyar nabînin.