Kasibkareke Kurd bi teqeya hêzên Întizamî yên Îranê hat birîndarkirin

21:12 - 15 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Gulleberdana hêzên Înitzamî yên Îranê bo ser cih û rêyên ku xelkê sivîl tê de akinc îne dom heye.

Li gor nûçeyên ku giheştine Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di hefteya derbazbûyî de, hemwelatiyekî Kurd li ser rêya navbera Serdeşt û Bokana parêzgeha Azerbaycana Rojavayê de, kete ber teqeya hêzên întizamî yên Îranê bi tundî birîndar bû.

Nasnameya wî hemwelatiyê Kurd, Xelîl Osmangerme, temen 36 salî û xelkê bajarê Rebetê hatiye raghand.

Nûçegihaniya Kurdpa li Mehabadê di vê derbarê de ragehand ku; Teqeya hêzên çekdar bo ser Tirûmûbîla wî hemwelatiyê Kurd, bûye sebeba qilûbadina Tirûmûbîl û birîndarbûna navbirî, ku bi sebeba kûrahiya birîna wî, ev derbazî nexweşxaneya Mehabadê kirin.

Rapor bas ji vê yekê tê dikin ku du gulle ber lingên Xelîl Osmangerme ketine û vê demê jî di nexweşxaneya “Îmam” a bajarê Mehabadê de di binçavdêriya bîjîşik de ye.

Li gor gotinên kes û karên wî hemwelatiyê Kurd, Xelîl bi sebeba bêkariyê, bi neçarî dest bi karê kolberiyê li herêma sînorî a bajarê Serdeştê dikir û roja bûyerê jî bi mebesta serdana dostekî xwe ber bi Mehabadê ve rê ketibû û her di vê derê de ji aliyê hêzên Întizamî ve tenê bi sebeba “gumana hilgirtina kelûpelên qaçax” rasterast gulle di ser de berdane.

Xizmên Xelîl ev jî eşkere kirine ku tevî gullebarankirinê, heya vê demê jî tu berpirsek yan jî navendeke hêza Întizamî, berpirsayetiya vê yekê negirtine stûyê xwe, û amade nebûne ku serdana wî birîndarî jî bikin.

Li gor raporan, piraniya haletên kuştina kolberan, ji aliyê hêzên Întizamî ve tên encam dayîn.