Karkerekî xelkê bajarê Seqizê bi sebeba ketina ji bilindahiyê jiyan xwe ji dest da

21:17 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Jiyna jidestdana karkerên Avahîsaziyê di bajarê Seqizê de, bi sebeba nebûna ewlekariya wan a kar, zêde dibe, û hejmara wan kesên ku jiyana xwe ji destdane gihaye 30 kesî.

Li gor nûçeyên ku hatine belavkirin, karekereke temen 44 salî di bajarê Seqizê de, ji ber nebûna îmkanên parastina karkeran di qata 4 de ketiye xwarê, û jiyana xwe ji dest daye.

Ev bûyer di roja Yekşemî, 13’ê Çileya Pêşîn a 2015’an, li kolana Zanîngehê de rû daye.
Ev karkerê Seqizî, zêdeyî salekê bû ku nûbedarê wê avahiyê bû û heyama çend rojan bû ku mejûlê kar di nav vê avahiyê de bû.

Di heyama sala derbazbûyî de, ev sîhemîn karkerê Kurd e ku bi sebebên nebûna îmkanên ewlehiyê ên hewce yên kar, di bajarê Seqizê de, jiyana xwe ji dest didin.

Di sala derbazbûyî de, li gor amarên bijîşkê yasayî, 1891 kesî di Îranê de bi sebebên bûyerên wiha jiyana xwe ji dest dane, ku nêzî %90 ji wan li karta xizmetkirin civakî (bîme) bêpar bûne.

Di Îran û Kurdistanê de, tenê ji %10 karkerên ku jiyana xwe ji destdane, navê wan li nav karta xizmetkirina civakî (bîme) de hatiye tomarkirin, û dewlet jî bi awayeke tund dijayetiya saziyên taybet bi mafên karkeran dike, û pêşî li çalakiyên wan digire.