Karbidestên Komara Îslamî a Îranê bê hurmetî bi Firokevaneka Kurd kirin

15:46 - 9 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: karbidestên dewleta Îranê li cihê alikarî a Jineka Firokevan a Kurd, gotinê here mêrekê bike û di mala xweda ronê, karê te bi Firokevanîyê çîye?

Xecîce Seyfî keça Firokevan a Kurd bi malpera “Îsna”ê, ragehand: heyamê du slane ku jibo dabîn kirina pişkek ji hevcehiya xwendina xwe serdana karbidest û parlemantoyê parêzgeha Kirmaşanê di mecilisa Îranê dikem û heya niha çi bersivek nedane min.

eger ez wiha perîşan xûya dikim seva kêmtir xemî û ne berpirsia hin berpirsyarane ku dibêjinê berpirs.

Li wilatê Îranê tenê 9 jin di zanîngeha Firokevanî,ê mijûlî xwendinê ne ku seva jin bûna wan, alîkariya wan nahê kirin.

keça Firokevan a Kurd got ku: gelo karê berpirsan pêragehiştin bi kar û pirsgirêkên welatiyan niye? Ma gelo ez welatiyekî Îranî ninm.Gelo alîkariya jinekê ku li parêzgeha Kirmaşanê hatiye û mijûlê hîn bûna Firokevaniyê ye, karekî naberpirsane nîye ku encam diden? Xwezî min zanîba karê berpirs û karbidestan li welatê me da çîye?

Xecîce Seyfî basê vê yekê jî kir ku heyamek berî niha jibo vergirtina wamê min serdana yek ji berpirsyarên parêzgeha Kirmaşan,ê kir, lê vî bi bêşermane nameya min li nav çavên min da û got:here mêrekê bike û li mala xwe ronê, karê te bi Firokevanîyê çîye?

Seyfî got ku: heya niha li çendîn zanîngehên Firokevanî ên Ewropî û Emrikî bi fermî hatime gazî kirin û zaf caran pêyvendî bi min kirine û daxwaz ji min kirine ku li zanîngehên wilatên wan dirêjîyê bidim xwendina xwe,lê min tenê seva welatparêzî û hez kirin ji welat bersiva wan nedaye.

Xecîce Seyfî di sala 1363 a rojî li bajarê Kirmaşan a Kurdistana Îranê de ji dayîk bûye û di sala 1387 bo cara yekem karî li bin çavedêriya Kapîtan “Pûrmend” bifire