Kamyaran: Di êrîşekî de 6 endamên Sipaha Pasdaran hatin kuştin

16:17 - 10 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: 6 endamên xwecihî ên Sipaha Pasdaran, ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî 9`ê hezîranê, 6 endamên xwecihî ên Sipaha Pasdaran, di kemîneke kesên nenas de hatin kuştin.

Ew pasdar ji devera navbera du gundên “text Zengî” û “Serşêlane” di seyrangeheke bi navê “Toqegiwêz” de hatine kuştin.

Peyamnêrê Kurdpa li Kamyaranê nasnameya yek ji wan kuştiyan, Cebar Gulmihemedî xelkê gundê “Tengiwer”ê ser bi beşa Şaho ragihand.

Tê gotin Cebar Mihemedî ji endamên sabiqedar ê Sipaha Pasdaran bûye. Ew ji wan kesane ye ku ji destpêka şoreşa gelên Îranê ya sala 1979`an heya niha, ligel wan hêzane da bûye.

Herwiha rûniştvanên xwecihî ên devera kamyaranê, ji peyamnêrê Kurdpa re gotine: Ew 6 endamên Sipaha Pasaran, ji aliyê hejmarek kasibkarên veghuhêzer ên kalayên qaçax ve, bi armanca kuştinê hedef hatine girtin.

Li aliyê din hatiye bihîstin ku ew 6 kesane ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK)ê ve hatine kuştin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê nasnameya 5 kuştiyên din bo ajansa Kurdpa nehatiye îlankirin.
Herwisa tu navendeke ser bi Sipaha Pasdaran û partiyên Kurdî nemaze PKK hember vê bûyerê bertek nîşan nedane.

Pêştir jî li hin gundevarên bajar Serdeştê, leşkerên hikûmetî ligel kesên nenas ên çekdar, tûşî şer û pevçûnan bibûn û di encamê de hejmerek hêzên Sipaha Pasdaran hatibûn birîndarkirin. Şer û pevçûn li gundên “Şemole” û “Şendêre” qewimîbû.