Kabûsa xwekuştinê li Îranê qirka ciwanan bernade

20:06 - 13 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya bûyerên xwekuştinê li Îranê û rojhilatê Kurdistanê, 3 ciwanên din li wî welatî dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di hefteya borî de ji wan du keçên 17 salî, 3 kesan bûyera xwekuştinê pêk anîn.

Girêdayî vê pirsê, roja çarşemî 10 hezîranê, ciwanekî 19 salî bi navê Hadî Heyderî ku rûniştvanê gundê “Gulane” ê ser bi Dîwandereyê bû, li mezela şexsî a xwe bi benekî xwe daliqand û jiyana xwe winda kir.

Heya niha sedemên wê xwekuştinê nehatine diyarkirin.

Li aliyê din, duh 12`ê hezîranê keçeka 17 salî a bi nava Alan Rizapûr li Meîwanê bi sedema ku tê gotin nakokiyên malbatî bûye, agir berdabû leşê xwe û dawî bi jiyanê anîbû.

Pêwîste bê gotin ew jina temen kêm a 17 salî ku bi sedema giraniya birînan jiyana xwe li nexweşxaneyeke Merîwanê ji destdabû, xwedî dergûşeke 5 mehî bûye.

Herwiha çarşemiya borî keçeke 17 salî a din jî, bi navê Merziye Ehmedî bi riya darvekirinê xatir ji jiyanê xwestibû.

Hêjayî gotinê ye, di wan mehên dawiyê de hejmara xwekuştinan li rojhilatê kurdistanê ber bi zêdebûnê ve diçe, eva di demekê deye ku karbidestên hikûmeta Îranê tu bertekan hember wan bûyeran ji xwe nîşan nadin.

Hejarî, bêkarî û nebûna derfetên kar, ji sedemên sereke ên xwekuştinê li Kurdistanê tên hejmartin. Parêzgehên rojhilatê Kurdistanê li nava parêzgehên Îranê, bilinditrîn asta xwekuştinan bi xwe digrin.