Ka keziyên rewşen, ka biskên dirêj

Eskender Ceiferî
 
Ger ji dîroka evîniyê binihêrin û bal bidin ser dildariya xort û keçan, ger demek kurt jî bi hevalên çepergeha pîroza evîniyê re bicivin, keziyên rewşen yên berê ên keçên Kurdan tên bîra me. Helbet renge temenê me îzna wê nede, lê me bas ji dîrokê kir, bi alî kêm ve jî dayîk û bavên me û kal û pîrikên me, ji me re basa wê çendê dikin. Eger bêjin gelo kanê ew keziyên rewşen ku ronahiya rojê, jê digirtin û rewşen dibûn û mîna gulistanê şewq dixistin ser çavên xortan û xort, dikirin evîndarê xwe, renge bêjn gelo ma dema kevneşopiyê maye?! Lê ya rast ew e ku ew, çanda Kurdan e û divê bê parastin. Çandek e ku ji keçan re zaftirîn buhayê didanê û li hemberî nifşên berê, wan şermezar dike eger wê çandê neparêzin. Biskên dirêj yên xortan jî, ji hingî şûn de bê buha man ku îdî benûştên devên keçan ketin devên kuran û keçan benûşit qeyîdandin. Gelo biskên dirêj jî kêm balkêş nebûne?! Biskan dilên keçan dişewtand û kezevên dayîkan diheyîrand û gav bi gav dayîk li pey wê çendê dihatin heta ji xortên xwe re keçek a baş berbijêr bikin. Xort jî tev digeran û her aliyek jiyanê didanîn ber çavên xwe û tev keçên gund li pey çavên xwe dilivandin heya her yek ji wan, keça baş û li gor heza xwe peyda bike.

Gelek xuya ye ku di fulkilora Kurdî de, keçan, gringiyek a tayetî heye û buha û nirxek a herî zêde jê re tê danîn. Lê parastina fulkilor û çand, erkek e ku li ser milên keçan e û parastina biksên xortan jî, erka xortan e.
Lê muxabin nehêlan. Wan \"Modêrnîte û Postmodêrnîteyan\" nehêlan keziyên rewşen û rojinkerên jiyanê bimînin û nehêlan biskên dirêj û alîkarên jiyanê bimînin. Jiyana kûr û dijwar jî bi jinê ye ku wateya jînê bi xwe ve digire û eger jiyana Kurdî jî, ji boy Kurdan nemîne, renge çanda wan jî bikeve qada çanda Finîqî û Babiliyan ku ketin hindrî kirisdanka dîrokê de û îdî hîç nîşan û hêlek ji hebûna wan nema. Gelo ew keziyên dirêj yên dayîkan ku zarokan, heta sibyanê di xewna xwe de didîtin û dayîkan jî xort û keçên xwe bi wan lorandibûn, ber bi ku de çûn?!

Kanê ew keziyên evîndaran ku jîna wan, dijiyandin û evîn, kûrtir dikirin û dilê xortan dişewitandin?!

Guman tê de tune ye ku pêşdeçon û zengînbûna rewşa çandî, yek ji encamên herî baş ya pêşdeçona piroseya dem e lê nabe dem derbas bibe û çandên cindî û bedew, ji nav bibe û wan, kavil bike.

Bila dayîkên Kurdan bizanibin, rojinkirina jiyanê, têhna jînê zêde dike û rewşa jîna Kurdî pêre dimeşe.

Em dinivîsin ji boy dîrokê, bila dîrok bi başî bas ji me bike.