`Jiyana sînor` nûtirîn berhema Qubadî li Koşka Sipî

16:08 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: “jiyana Sînorî” nûtirîn berhema Behmen Qubadî, derhênerê binav û deng ê Kurd e ku dê demeke nêz de li Koşka Sipî bê pêşandan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa , Jiyana Sînorî berhema nû ya Behmen Qubadî ye ku mehe pêşberî me, dê li Koşka Sipî a Amerîkayê bê ekran kirin.

Ew berhema hunerî ku ji 8 beşan pêk hatiye; qala zarokên koçber yên Koban û Şengalê kiriye û jiyana bi kul û derd a wan di çerçoveya fîlmekî de bi cih kiriye.

Di wî fîlmê de her wiha behsa hovîtiya DAÎŞ a derheq wan zarokan de hatiye kirin, herwisa jiyana kempnişînî ya zarokan jî, di wê fîlmî de nehatiye bîrkirin.

Derhênerên wek Şaho Nêimetî, Bîjen Zeman pîra, Umîd Rastbîn, Hemîd Qewamî û Mihemd Tûrî, di pêkanîna wê flmê de bi Qubadî re bûne alîkar.

Hatiye ragihandin ku Behmen Qubadî di heyamê 2 mehan de, derhêneriya wê flmê bi stû girtiye ku di encamê de ew berhema sînemayî bi nîmayişkirina bo midetê 78 deqîqeyan amade kiriye.

Îşqa Şengal, bi dûre çûna rastiyan, nan û mast, fîlma me baştir e, çavên bavê min, asiman û derman, ber bi nîştiman û gerana çiya, navên 8 beşên wî fîlma bi navê jina sînorî ye.

Behmen Qubadî li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê û gelek xebatên fîlmên navnetewî jî wergirtiye. Qubadî yek ji derhênerên herî baş ê fîlmên kurte. Berhemên wî wihane; Çend peyv bi xwedê re, Dema Kergeden, 30 saniye derbarê me de, Haya kesî ji pisîkên Îranî nîne, Nîwemang, Kîsû jî difirin,  Awazên welatê dayika min û Demek ji bo serxweşiya hespan.