Jineka Rojnamenivîs ya Kurd û wergirê xelata”Îlarya Alpî”li ser pirsgirêkên xwe dipeyve

Ajansa Kurdpa: Sûsen Mihemedxanî Xiyaswend Jina rojnamenivîs ya Kurd û xelkê bajarê “Qezwîn”ya Îranê li rêuresmeke taybetî de li welatê Îtalyayê xelata salane ya “Îlarya Alpî”bo rojnamevanên netirs wergirt.

Sûsen Mihemdxanî Xiyaswend di hevpêwînek telefonî de bi ajansa kurdpa ragehand, navenda “Rojnamevanên Parîs”ê û her wisa rojnamevanên bêsînûr li gor wan kêşe û pirsgirêkên ku li karê rojnamevaniyê de hatibûne ser rêya min, ez bo wergirtina vê xelatê bi navenda “Îlarya Alpî”pêşniyar kirim û li encam de xelata han bi min hate bexşîn.

Jina Rojnamenivîsa ya Kurd bilav kir ku navenda “Îlarya Alpî”,kêşe û pirsgirêkên min li sala 1379 ya rojî heya sala 1390 ku min bo yekcarî Îran bicih hêşt, liberçav girtibûn.

Xiyaswend ragehand,li heyamê karê xwe yê rojnamenivîsiyê de li Îranê tenê ez rûbirûyê zext û giwaşên hêzên Îttlatî nebûme, her tim ez seva pirsgirêkên abûrî û giwaşa bavê xwe û nihêrîna civakê bo jineka rojnamenivîs gelek ji zext û giwaşên hêzên Îttlatî pitir bû, her seva vê yekê û li destpêka karê rojnamenivîsiyê de ez tûşî gelek pirsgirêkên abûrî bûm û carekê seva nîşandana nerazîbûnê li hember mûça kêm ya karê min, ez li ser kar hatim derkirin.

Navbirî li dirêjiya qisedana xwe de basê vê yekê kir ku seva miaşê kêm û nebûna mêdyaya azad li Îranê de min dixwast ku bi awayek serbixwe kar bikim û ew yek bibû sebebê çêbûna gelek pirsgirêkan jibo min û çi bilavok û medyayên dewletî hazir nebûn babtên min bilav bikin û eger jî bilav dikirin gelek sansur dikirin.

\"14145.jpg\"
Sûsen Mihemedxanî Xiyaswend، Jina rojnamenivîs ya Kurd û xelkê bajarê Qezwîn
Sûsen Mihemedxanî basê vê yekê kir ku li heyamê karê xwe yê rojnamenivîsiyê li Îranê de,seva kêmbûna dahata min, heya demjimêr 2 û 3’ê Şevê bi neçarî min kar dikir û li dema wegeriyanê de ji aliyê mêran pêşniyara nivistinê û karên xirab bi min dihat kirin û gelek caran ez tûşî şer û pirsgirêkan dibûm û kesê hizra vê yekê nedikir ku jineka rojnamenivîs seva dahata kêm heya demjimêr 2 û 3’ê Şevê kar bike.

Navbirî basê vê yekê kir ku seva vê rewşê her tim ji aliyê bavê xwe ez tûşî pirsgirêkan dibûm.

Xiyaswend basê vê hindê jî kir, li sala 1388’a rojî ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatime girtin û piştre ku li zîndanê ahtime azad kirin ji aliyê bavê xwe tûşî gelek hereşe û gefan bûm û bavê min gote min eger careka din tu bihêy girtin vê carê ezê xwe te bikujim, her seva vê yekê li sala 1389’an ku ez hatim girtin û piştî 5 demjimêran hatime azad kirin min ji hevalên xwe xwest ku nûçeya girtina min bilav nekin,li civakek wisa de ku jineka rojnamevan ya Kurd dinava malbat û civakê de tûşî gelek bêrêzî û pirsgirêkan dibe, tu ewlehiyek li vê civakê de nine û kar kirin di civakek wisa de lîstin bi canê mirovan tê hesibandin.

Sûsen Xiyaswend li bajarê Qezwînê ji dayik bûye û heyamê 14 salan bi awayek serbixwe li wî bajarî karê rojnamewaniyê kiriye.

Çiginî,Celîlwend,Reşwend, Xiyaswend,Kakawend, Kirmanî û Mafî pêk tên ku li gori serçaveyan li serdemê deshilatdariya Sefewî û paştir li sala 1930’an bi fermana Riza xanê Pehlewî jibo berengarî tevî serhildana Agiriyê bo Qezwînê hatine dûr xistin.

Serhildana binav û deng ya Araratê li sala 1927’an bi rêberiya Êhsan Nûrîpaşa li Kurdistana Bakûr dest pêkir û li sala 1930’an de têk çû.

Heya niha çi lêkolînek li ser nifûsa kurdên qezwînê nehatiye kirin, lê li gor hin çavkaniyan li pitir ji 50 gundan de jiyanê dikin.