Jineka Kurd li Urmiyê bi destê mêrê xwe hate şevitandin

20:32 - 26 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Jineka Kurd ya xelkê herêma Urmiyê bi destê Mêrê xwe hate şevitandin û li encamê da canê xwe ji dest da.

li gor nûçeya gihiştî bi nûçegihaniya Kurdpa, jineka Kurd bi navê “Mariya Felah” keça Hosta Elî xelkê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê , ku çend meha beriya niha bi destê mêrê xwe hatibu şevitandin li encam de roja duşemiyê berwar 24’ê Hezîrana 2013’an seva şevitina %60 canê xwe ji dest da .
çavkaniyek nêzîk ji vê malbatê bi ajansa Kurdpa ragihand,mêrê ew jinê binavê “Selahedîn” ku kesekî tûşbûyî bi madeyên hişber bûye, seva çêbûna arîşeyên malbatî, agir berdide Mariyayê û piştî çend mehan ragirtin li nexweşxaneya bajarê Tewrêzê canê xwe ji dest dide.

Mariya dayika 4 zarokan bû û heyamê çend salan bû ku bi zora jin bi jinyê li Selahedîn hatibû mare kirin û mêrê vê li destpêka jiyana hevpar de tûşî madeyên hişber bibû.
Li gor amara tomar kirî li navnedna amara ajansa Kurdpa, li destpêka meha Adara îsal de heya niha 6 Jinên Kurd li herêma Kurdistana Îranê bi destên kes û karên xwe hatin kuştin û her wisa 2 jin û keçeka temen 3’ê salî li derveyî male bi destên kesên nanas hatin kuştin.

Amara han bi piştgirêdan bi amara ajansa Kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn li vê hindê pitir be.