Ji Şêx Seîd heta Taksîmê: Hûn dê Kurdan "bibînin"

20:54 - 16 Tebax 2012
Unknown Author
Ece Temelkuran

Jinên bi tûlbendên spî, mîna çemên biçûk ji nav kolanên paş yên bajarî herikîn, li otobûsan siwarbûn, ji otobûsan rijiyan û li Taksîma Stenbolê, li cîhê ku hemî rê li wir digihîn hev, civiyan û rûnîştin. Ew di navbera herdu rêyên bingehîn yên wek demarên mezin yên Stenbolê bûn. Jiber ku me li wan mêze nedikir, ew jî hatin cîhê ku em lê dinihêrin. Jinên bi tulbetên spî daketin ser dilê vî bajarî.

Piştî rêyan û salan

Ev jin ji cîhên gelek dûr hatin. Ji dema ku wan Şêx Seîd welidandibûn dest bi meşê kirin. Zarokên xwe yên ku wan ew anîbûn dinyayê, berev mirinê, berev çiyayên bi rê kirin û berdewama meşa xwe kirin. Kur û keçên wan, evîndar û mêrên van jinan daîm hatibûn kuştin. Paşê ew dîsa meşiyan, meşiyan û hatin ketin nav şerekî. Ev car jî hatin şopandina mirina wan zarokên ku ji rojavayê dihatin û berev çiyayên gewr, axên bêbext yên girdeyên rût diçûn ku zarokên wan bikûjin. Wan şahid bûbûn, ku bavên wan çawa di şevekê de ji malê dihate birin û wendakirin û ew bav êdî ti caran venedigeriyan malên xwe.

Ev jinan, jiber ku bikaribin zarokên xwe yê di zi^ndanên Diyarbektrê de bibînin, li ber kûçka bi navê Co hatin sekinandin û wan ev yek jî tehamûl kirin. Jiber ku Kurdî qedexe bû, wan ew gotinên xwe yên ku ji zarokên xwe re bêjin, negotin, nekarîn bêjin. Bi salan ev jinan bê deng man, nekarin biaxifin û janên dilê xwe bihînin ser ziman. Paşê agirekî ket nav gundên wan, her tioştên wan bû hewa û ew bi darê zorê û bi lez û bez berev Stenbolê hatin sirgunkirin. Hatin bajarekî wisa, ku wan çi wext eger navê wî bajarî bigotana, yeqîn dûbare dikirin. Lê ew li Tarlabaşî (semteke Stenbolê) niçtecîh bûbûn, hema li ber nêzîkê Taksîmê... Kurên xwe şandin dezgayên cilûbergan, keçên xwe şandin bo firotina pêjgîran.

Sal wisa bihurîn û ev roj hat û ber wan qelibî. Jinên bu tulbentên spî ji nav kolanên navber yên vî bajarî mîna çemên biçûcik herikîn û hatin di meydana Taksîmê de civiyan. Piştî salan di orta Stenbolê de wan bi dengekî bilind û bi Kurdî dirûşmeyên xwe dihavêtin û ya esil xerîb jîm, wan bi xwe jî diheyirîn ku çawa dikarin vê yekê bikin...

\"Bijî aşîtî!\"
\"Yaşasin Bariş\" (Bi Tirkî)

Piştî biryara YSK (Lijneya Bilind ya Hilbijardinê) ya redkirina 12 berendamên serbixwe partiya BDP bi tevî gelek sazî û komelên sivîl civiya û li meydana Taksîmê nêzîkî 25-30 hezar mirov hatin gel hev î mîtîngeke mezin çêbû.

Berendamekî, Sirri Sureyya Önder, \"Meşrûyeta meclîseke wisa, hikûmetên meclîseke bi vî aweyî, ev yasa û zagonên ku di wê meclîsê de wê bihêtin çêkirin tuneye. Wê bi xwe lêxin û bi xwe jî bilîzîn.\"

Sebahat Tuncel jî got, ku jibo tekoşîna wan ew ne muhtacê meclîsê ne. Mustefa Avcî bi Kurdî dest bi axiftina xwe kir û got, \"Em çi wext hatibana vê derê, em dihatin dorpêçkirin. Îro çi kesek tuneye. Çima gelo? Jiber ku em niha qelebalix in.\" Axftin dihatin berdewam kirin û her diçû mirov li vê meydanê diciviyan û zêdetir dibûn. Rêyên ku ji Taksîm berev her aliyên bajarî dihatin girtin û Stenbol dibû Herêm (Bakûrê Kurdistanê).

Nexwe êdî em ne mecbûr in ku wergerî bikin. Em jî wek nivîskaran, êdî em ne mecbûr bûn ku ev rastiya bûyerên herêmê jibo xelkê li Rojavayê (Tirkiye) yên nezan û bi hêrs vebêjin û her wisa jibo vê vegotinê jî hemî hêza xwe xerc bikin. Jiber ku Stenbol bûbû Herêm, êdî ew dikarin bi çavên xwe bibînin. Ew tiştê ku li meydana Taksîmê dihête dîtin ev yek e, ev rastî bi xwe ye.

Korbûn êdî têrê nake!

Lê rastiya duyemîn hê bêtir bi şewat e. Êdî Kurd wê bi tena serê xwe çalakiyan nekin. Ew êdî ne li cîhên bêkês yên semtên kêlek yên bajarên rojavayê, yan jî li bajarên rojhilatê nîn in, ku çapameniya Stenbolê qet naxweza wan bibîne, ew niha li ber çavên me ne. Yanê jibo ku em wan nebînin, eger em serê xwe li wan vegerînin jî ev yek têrê nake, divê em di heman d emê de çavên xwe jî bigrin. Heta ew jî wê têrê neke. Mirov wê nekaribin mîna ku qet tiştekî nabînin û nabihîsin wisa bê xem û bê helwest di reya xwe de biçin. Mîna ku dûhê li semta Stenbol Taksîmê wisa qewimî, meseleya Kurd wê her dem bihête û bikeve ber rêya wan.

Em çi qas bigrin jî, wê xwîn di çavê me re biçe. Evna hemî dê wisa biqewimin, ew meclîsa ku dikare di rojekê de bicive û di sê rojan de jî guhertina madeyên destûrê pêk bihîne, lê dîsa jî qet milê xwe ba nede; belê evna hemî jiber vê meclîsê biqewimin.

Egfer ev pêşiyaza ÇPê ku ew dixbêje bila bi lez û bez meclîs bicive û pêşî li ber vê aloziyê bihête girtin, nehête qebûlkirin, êdî çi gotin navê, çi gotin xwedî wateyekê nîne. Her kesek jî püir baş pê dizane ku wê dîsa xwîn biherike û her kesek ku ji vê biryara Lijneya Bilind ya Hilbijardinê bêdeng mane wê bibûn berpirsiyar. Serokwezîr bi xwe jî wê ji vê xwînê berpirsyiar be, ku di dema xwe de jibo ku ew bi xwe jî bikare bikeve meclîsê, partiya Komara Gel-ÇP heman kiryarê jibo wî pêkanîbû. Eger em tiştekî nekin, em bi xwe jî wê bibin berpirsiyar.

Jineke sergirtî, jineke ciwan û bedew, devê xwe bi kefiyeke bi kesk û sor û zer pêçayî, hilkişiyaye ser cîhekî bilind û di nav meydana Taksîmê de diqêriya:

\"Bijî azadî\"
\"Yaşasın özgürlük!\" (Bi Tirkî)
Pîrejinên bio tulbentên spî jî di meydana Taksîmê de rûnîştibûn. Ji rêyeke pir dirêj, ji salên pir dirêj hatibûn; hemî jî westiyayî bûn...

Jêder: Kurdistan-news