Ji bo birakujî li Rojava çê nebe..

13:47 - 23 Gulan 2013
Unknown Author
Dawud Çîçek

Bi rastî, ji bo ku mirov li ser vê babetê binivîse, pêwîste mirov ne tenê bi yek alî li pirsgirêkan binêre belku divê sedeman berçavan re derbas bike û rast bixwîne. Raste ez dixwazim li ser vê babetê binivîsim lê ez, derim û têm û pirsa çima birakujî… Li mêzîna mêjî dixim, mirov dibêje gelo kîjan alî heqliye û kî neheqe, gelo wê kî razî be û kî nerazîbe. Ez naxwazim pişta aliyekî li ser hesabê aliyekî din bigrim…. Dawiya dawî ez dighêm wê baweriyê ez tenê lanetê li şerê birakujiyê bînim û ez bêjim ji bo xwedê berê çekan nedin birayê xwe…..

Belê pirsa me ev du sal zêdetire ku şoreşek yan şerekî dijwar li Sûriyê didome û hîna pêşeroja vî şerî dê çawa bi dawî bibe ne diyare. Derfetekî mezin ji bo Kurdan çêbûye ku xwedî li mafên xwe derkeve.. em hêdî hêdî werin ser hevokê.. Ser herfê… Li welatê me Rojavayê Kurdistanê hejmarek partî û aliyên siyasî, hevrêzî, rêxistin hene, hêzên leşkerî avabûne.. ev hemû hêz û partî her yek ji wan xwe nûnerê 3 milyon bila 3.5 milyon Kurd li welatê me dibînin û ew 3 milyon û nîv jî van hêz û aliyan nûnerê xwe nabînin. Em nabêjin ji %20 bila ji %50 Kurdê me li Rojavayê Kurdistanê endam û alîgirên partiyan yan jî aliyan be. Eger gelê xwe weha parçe parçe bikin bawer bikin em jinav diçin.

Ev demeke qeyrana partiyên me yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê di rojevê deye gelek hewl hatin dayîn ku ev kêşe bêne çareserkirin, birayên me yên Kurdistanî (PKK, YNK,PDK) hatin ser xetê û dawiya dawî li Hewlêrê rêkeftinek hate îmzekirin bi navê peymana Hewlêrê.

Li Rojavayê Kurdistanê hêzek leşkerî bi nav Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê hate avakirin û ew hêz bi serpereştiya Encûmena Gel a Rojava birêve diçe, û dawiya dawî lihevhatin di navbera aliyan çêbû ku di bin sîwana Desteya Bilind a Kurdî de tevbigerin, hin partiya gotin na divê lijneyek hevbeş ya taybetmend a leşkerî çêbibe ku ew gêncên meyî di bin çekan de hene divê hin navçeyan birêve bibin û desthilata meyî leşkerî jî li welêt hebe û Rojavayê Kurdistanê mulkê me hemûyane. Hin partiyên din yên Kurdî jî bi dilnizmî û gotin qey çi dibe (YPG)ê jî zaroyên mene û bila zaroyên me jî biçin bihevra navçeyên Kurdî biparêzin.

Ya rastî YPG`ê hêza herî bandore û gelek şehîd û birîndar ji bo parastina navçeyan li hemberî êrişên grûpên çekdar û rêjîma Sûriyê parastine li Efrînê – Helebê- Kobanê – Serê Kaniyê û deverên din jî dane… Başe pirsek din heye ku heya îro partiyên me yê siyasî digotin em partiyên siyasî ne…Em rêxistinên leşkerî … Çi çêbû ku îro rabûne ser xwe û hatiya bîra wan ku divê serbazên wan jî hebin… Çima heya niha nekirin.. Divê bi kûrahî ev pirs li wan bê kirin. Kêşe çiye disa rêxistina xwe û karê xwe yê siyasî bike… Çi hewce dike ku du hêzên leşkerî bi navên cuda hebin, hûn dizanin ku ger çek bikeve destê du aliyan eger berê nakokî di navbera du partiyên me çê dibûn bi qelemê û beyannameyan şerê hevûdu dikirin, vê carê dê bi fîşekan bera hevdu bidin.

Gotin Dawud te jî aliyek girt .. Disa ezê gotina xwe dewam bikim ku divê partiyên me û serkirdeyên meyî hêja li Rojavayê Kurdistanê berê xwe bidin siyasetê û diplomasiyê û tiştê ku kêm hene tejî bikin, di warê leşkerî de valatî tune, xortên xwe han bidin li navendên asayîş û nava rêza YPG`ê de xwe tevlî karê niştimanî û parastina welat bikin (Nirxê we jî wek nirxê wan… Hûn wekhev… Tikaye hêza xortên Kurd ji bo şerê Kurd – kurd û birakujiyê xerc nekin…. Dîrok dê we efu neke.)

Em rica dikin bi aqil tevbigerin… Gotinên hevdu tawanbarkirin hevdu bi şebîhe yan zilamên rêjîmê tiştekî naguhere û dem ne dema berê ye ku bi gotina serkirdeyekî bêne xapandin û ev tumetên herzan navêjin ser hev … Îro tişta ji gelê Kurd re giring ewe ku Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd bê parastin .. 

Bila were bîra we dema ku we li Serê Kaniyê ala Kurdistanê hilda… çawa grupên bihesab şoreşger û artêşa azad ku hûn bi serê wan difiryan ala me Kurdan li erdê xistin… Ne rêjîm û ne jî opozisyona Erebî mafê Kurdan nasnakin.. tenê û tenê divê Kurd berevanî li mafê xwe bikî û xwe yek bixî û em nehêlin dijminên me bi me şabin.

Serkirde û serokên partiyên Kurd bila warên din tejî bikin rêxistina xwe mezin bikin û xwe ji bo her pêşerojekî Sûriyê amade bikin. Di pêşerojê de bila gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nûnerên xwe hilbijêre. Sindoqa dengdanê wê vê yekê Hesim bike û sîstema siyasî ya pêşerojê ava bike.

Em baş dizanin ku ne gengaze hemû partiyên me bibin desthilat lê misoger dê partiyên opozisyonê jî hebin ji ber ku xizmeta gel û civakê di hemû waran de dê prensîpên hilbijartinan bin. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê ne başûrê Kurdistanê ye û ne jî Bakûrên Kurdistanê ye ku em kopiya wan parçeyan bînin li Rojava cî bi cî bikin, şert û mercên me wê cuda bin û divê Kurd xwe ji bo her şert û mercekê amade bike û em li pêşeroja xwe pişîman nebin. Ger birakujî li Rojava çê bibe bi teqez dê gel gotina xwe bêje û dê birakujiyê lanet û şermezar bike.