Ji ber madeyên hişber 2 hezar û 900 kes mirin e

14:04 - 21 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di heyamê salekê de li welatê Îranê 2 hezar û 986 kesan bi sedema tûşbûn bi madeyên hişber û bikaranîna wan cureyên madeyan, jiyana xwe jidest dane.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, sala borî ya Rojî (heyamê sal û mehekê beriya niha) li welatê Îranê 2 hezar û 986 kesan bi sedema bikaranîna nedurist û bêrêje ya medeyên hişber, jiyana xwe winda kirin e ku bi berhevdan li gel sala pêştir sedeî 1 zêde bûn bi xwe girtiye.

Ji wê serjimêriyê du hezar û 691 kes mêrd û 295 kes jî jin bûne.

Saziya otopsî (pizîşk qanûn) ya welatê Îranê ragihand: Di sala borî de parêzgahên Tehran, Xurasana Rezewî, Faris û Îsfehan, zortirîn amara telefat û miriyan hebûne û parêzgehên Bûşêhr, Xurasana Bakûr û Urmiye, kêmtirîn serjimêriya telefatan hebûn e.

Di sala borî de, her roj 70 kes ber hejmara tûşbûyên bi madeyên hişber zêde kiriye.

Pêştir nûçegihaniya Mêhr ji zarê Rûzbê Kirdûnî- Midûrê guiştî yê Nivîsgeha Xisarên Civakî ên wezareta Alîkarî (teawon) Kar û Ewlehiya Civakî li ser binçavkirinên kesên li Îranê gotibû: Di heyamê 35 salên borî de sedî 44 ji kesên binçav kirî yên rasterast û sedî 19 jî, ji binçav kiriyên nerasteqîne, kesên tûşbûyî bi madeyên hişber ên cûneya Teryakê bûn e.

Rozbê kirdûnî amaje bi vê yekê jî kir ku madeyên hişber sedemên sereke yên sedî 50 ji jihevcihê bûna jiyana hevpar a jin û mêrdan (telaq) e, herwiha sedî 20 jî bûyerên qetlê, bi sebeba bikaranîna wan madeyan têne holê.

Wî berpirsî di dawiyê de eva jî bilêv kir:“Beriya niha bi 8 salan temenê kesên madeyên hişber bikar dianîn navbera 23 û 24 salan de bû, lê niha ew temen bi 21 salî hatiye kêm kirin ku ev bi xwe gefeke bi tahlûke li ser nifşa ciwan çêdike.”

Amarên nefermî destnîşan dikirn ku zêdeyî 4 milyon Îranî tûşî madeyên hişber bûne û bi hezaran kes jî bi awayekî pêşeyî wan madeyan bikartîn in, eva di demekê deye; cîgirê Navenda dijberî (mubarize) kirin li gel madeyên sirker ragihandibû ku tenê 1 milyon û 325 hezar kes li Îranê wan madeyan bikar tîn in.