Îtiyad pirsek aloz û malwêranker

14:19 - 5 Kanûna Paşîn 2013
Unknown Author

Sadiq Vehdanî


Rengek reş ketiye rûyê wan, demekê serxweş û xweşhal in, demek din bêhal, nîgeran û tûre. Kesên ku heta li gel malbata xwe jî şer dikin û pêwendiyên civakî û jiyana normal a xwe ji dest dane, moitadên ku hinek ji wan bi bê evê ku kesek hay ji wan hebe li kêlega şeqaman û di nav parkan de dimirin. Ew qurbaniyên rewşa civakî û girîngînedana hikûmetan li hember pirsgirêkên civakî û hinek car jî beşdariya hikûmetan li wê cînayetê ne. 

Dibêjin tu moitadek di destpêka bikaranîna madeyên hişber bawer nedikir ku tûşî îtiyad be, wate tu kes naxwaze ku bibe bi kesek moitad. Lê çima hinek kes nexwastî tûş dibin. Îtiyad bi madeyên hişber weke pirsgirêkek civakî, diyardeyek nû ye, helbet bikaranîna madeyên hişber di dirêjahiya dîrokê hebûye, lê bikaranîna wan madeyan bi awayê îroyî û bandora wê li ser civakan, diyardeyek nû ye û ji sedeya 19’ê kete ber bas. 

Bi taybetî ji sedeya 19’ê vêdetir madeyên hişber yên nû jî ku di taqîgehan de çê dibin, tên bikaranîn, bi wateyek din bikaranîna modern ya madeyên hişber, ku yek ji karesatên nû yên modirnîte ye. 

Madeyên nû weke “Kirak”, “Şîşe”, “Êxtazî” û ... ku rewşa giştî ya îtiyadê ji bikarnîna “Sûnetî” bi bikaranîna “Modern” guhertiye. 

NY li sala 1950’î di civînek taybetî di vî warî de diyardeya îtiyadê bi vî awayî pênase kir: “Girêdayîbûna kesek bi dermanek siroştî yan kîmiyayî ku kes û civakê tûşî xisar dike”. 

Bi giştî her dermanek bandorek taybet bi xwe li ser mêjî heye, madeyên hişber jî bi pênaseya nû ya navnetewî weke derman tê naskirin, dermanek ku li bin çavedêriya dezgehên pizişkî û saxlemî de dibin bi dermanên pizişkî û bi awayek kontirolkirî hinek nexweşiyan tên tecwîzkirin. Lê gava ku madeya hişber bo armancek xincî armancên pizişkî û berdewam bo heyamek kurt bihên bikaranîn, mikanîzma kiriyara mejiyê têk dide û bi bê bikaranîna wan madeyan mirov nikare bi awayek normal jiyan bike, wate tûşî êtiyadê dibe. 

Di sala 1987’an de li bajarê “Viyen”, konferansek navnetewî bi navê “xebat li dijî madeyên hişber” hat lidarxistin ku di nav wê konferansê de hinek xalên bingehîn weke rêbaza xebat li dijî wan madeyên hatin pesendkirin. Weke dijberî li gel qaçaxçiyên navnetewî, pêkanîna sîstemek perwede di vî warî de ji bo pêşîgirtin û ... 

Îtiyad mijarek aloz e û bi mêzekirina çend aliyane em dibînin ku sedemên tûşbûna mirovan bi itayd pirr in, sedemên giştî pêk hatine ji : Sedemên civakî, siyasî, abûrî û ... 

Rewşa nexweşperwer a civaka Îranê, bi xwe yek ji rêxweşkerên tûşbûna mirovan bi wê nexweşiyê ye. Û hinek kes bo revîn ji rastiyan û givaşên cur bi cur ên derûnî, ber bi aliyê madeyên hişber diçin. Madeyên ku bo çend demjimêran mejiyê wan asûde dike û wan ji rastiyên nexweş ên jiyana xwe dûr dike, lê piştî çend demjimêran û bi tewawbûna bandora wan madeyan, dinya li ser serê wê/wî xirab dibe û xincî pirsên jiyana xwe pirsgirêkek din jî ku hemen peydakirin û bikaranîna madeyên hişber e zêde dibe. 

Hebûna kesên zaf bi wan taybetmendiyên baskirî li Îranê, bûye sedema vê yekê ku pirsa îtiyad weke pirsek bingehîn ya civakî di Îranê de bê hesibandin, pirsgirekek ku bi xwe çavkaniya gelek ji pirsên din yên civakî ye. Weke telaq, dizî, pirsgirêkên malbatî, tevlîhevbûna pêwendiyên civakî û gelek pirsgirêkên din. 

Ji aliyekê din ve kesên moitad bi hegera rewşa xirab a derûnî û şiyanên kêm ên xwe, kesên berhemker ninin û tenê tiştan bikar tînin ku di warê abûrî de him xwe û him civakê tûşî xisar dikin. 

Îran yek ji welatane ku amara îtiyadê gelek li jor de ye, pêtir ji yek li ser çarê ya Teryak û “Moşteqatên” wê di Îranê de tê bikaranîn. Yek ji faktorên bidestxistina asta êtiyad di welatekê de, navinciya dema bidestxistina madeyên hişber e, bi vî awayî ku her çiqas dema bi destxistina wan madeyan kurttir be asta îtiyadê jî pêtir e, di Îranê de navinciya dema bidestxistina madeyên hişber 15 deqîqe ye, eva di demekê de ye ku li welatek weke Almaniya dema bi destxistina wan madeyan zêdetir ji 2 demjimêran e. 

Eva nîşanderê vê yekê ye ku madeyên hişber li Îranê gelek rehet û di demekê kurt de tên bidestxistin. Herweha di nav teverom û buhabûna hemû alav û tiştan de, tenê madeyên hişberên ku giran nebûne û di hinek deman erzantir jî dibin. 

Amarên kesên moitad li Îranê cur bi curin ku dilxweşkertirîna wan amaran ji aliyê rojnameya “Gardiyen” ve hatiye ragihandin. Li gor amara rojnameya “Gardiyen” ji her 17 kes 1 kes li Îranê moitad in.
 
Hinek ji amarên din jî bas ji moitadbûna %10 ji heşîmeta Îranê dikin. Herweha di wan 15 salên dawiyê de temenê moitadên Îranî hatiye xwarê û nêzîk bi %40 ji moitadan di Îranê de temenê kêmtir ji 20 salî hene. 

Bêguman rejîma Komara Îslamî ji rewşa han haydar e. Lê hinek heger hene ku rejîm naxwaze pirsgirêka îtiyadê bi awayekî bingehîn çareser bike. Cînaretiya mezîntirîn berhemênerê Teryak di cîhanê de wate Efxanistan û hebûna Qazanca bi Milyardan ji qaçaxa madeyên hişber karbidestên rejîmê han daye ku bi xwe karê beşekê mezin ji wan qaçaxan bikin. Herweha carna tê bihîstin û dîtin ku kesên girêdayî bi rejîm karê belavkirina madeyên hişber di nav xelkê de bi stû digrin. 
Rejîmek ku bi bê exlaqiyek tewaw bi vî awayî ji diyardeya îtiyadê di warê qaçax û bazara navxweyî li Îranê de mifah werdigre, çawa dixwaze dijî wê xebatê bike? 

Me amaje kir ku mijara îtiyadê mijarek aloz e û xebakirin li dijî wê jî hewcehî bi karên bingehîn heye. 

Bi awayek giştî du şîwe bo xebakirin li dijî diyardeya êtiyadê ji aliyê hikûmetên cîhanê de tên bikaranîn: 
1. Xebata nîzamî û polîsî 
2. Xebata çandî 

Her çend mehan carek nûçeyên îdamkirina qaçaxçiyên madeyên hişber ji virde û wirde yên Îranê tên bihîstin. Îdamên ku Komara Îslamî îdia dike bo xebat li dijî madeyên hişber in. Lê em dibînin ku îdamên han hertim di dema tevlîhevbûna rewşa siyasî ya Komara Îslamî tên encamdan û bêguman armanca rejîm ji wan îdaman bo çêkirin û paqijkirina rewşa civakî ya Îranê nine û tenê rûyê direndeya rejîmê di warê mafê mirovan eşkere dike. Ji aliyek din ve gava ku bas ji xebata polîsî li dijî madeyên hişber dikin mebest îdamên xelkê nine jiber ku îdamên berfireh tu car nabe sedema normalbûna rewşa civakî. 

Herweha gava ku bas ji xebata çandî dikin, mebest danîna sîstemek perwerde ya usûlî di vî warî de bo vê ye ku pêşî ji daxwazkirina mirovan bo bikaranîna wan madeyan bigrin. Lê civaka Îran pitansiyêla pejirandina her diyardeyekê xirab yê civakî heye û her roj ku diçe li hejmara moitadan zêdetir dibe. 

Komara îslamî bas ji xebat li dijî madeyên hişber dike lê temenê kesên bikarêneran kêmtir dibe, yan bikaranîna wan madeyan di nav zanîngehan de geşe dike û me tu nîşaneyek ji baştirbûna rewşa civakî di warê îtiyad de nedîtiye.